Pirsa we û bersîva me – 173

Pirsa we û bersîva me – 173

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê ev beşa malpera me taybet e. Nivîskarê navdar Serdar Roşan bi xwe çend pirsên derbarê Neteweperwerîyê da kirîye û bi xwe bersiva wan pirsan amade kirîye. Emê sê heftêyan dû hev 2 pirs û 2 bersîvên wî raberî we bikin.

Em ji îro da destpê dikin. Fermo!

 

Pirsa Serdar Roşan û bersîva Serdar Roşan -1

 

Pirs: Gelo di mijara neteweperwerî de çi ferq di nêvbera yekî sosyalîst, lîberal û konservatîv de heye?

 

Bersîv: Heke mirov li taleb an jî li hebûna dewleteke milî temaşe bike û li pirsê hûr bibe çu ferqek di nêvbera van kes an grûbên siyasî de nîne. Ji ber hersê raman jî li ser asasê civateke sosyolojîk digehin wê netîceyê ku dewleteke milî li siyaset û nîzama navnetewî digunce ku ev nîzam zêdeyî dused salan e li dunyayê li kar e.

Dibe ku di meseleya çawaniya îdareya dewlet û danîna nîzam û huqûqê de her yek ji van terefên siyasî xwedî fikir û siyaseteke ji hev cuda bin, lê ev cudabûn ne li ser warê dewletê ye, belkî li ser dahat û dabeşkirina dahatan e. Ji xwe gava mirov berê xwe dide ferqên fikirî û siyasî yên van aliyan, mirov bi hêsanî dibine ku di meseleyên hundir welêt de cudabûn dertê pêş, ne ku di temsîla li hember dunyaya derve.

 

Pirs: Gelo ji hêla felsefî de rewş çawa dixuye?

 

Bersîv: Eger bi têgehên ku Ehmedê Xanî an jî yên fîlozofê almanî Hegel bi kar anîne, mirov bi wan têgehan lê hûr bibe, hingê dê mirov bibîne ku di keftelefta takekesan ya ji bo payeya li nêv civak û kesê li hember, her wisa di meseleya neteweyan de jî xwe dide der û bi keftelefteke wekhev doza payeya li hember miletên din û nasîna (recognize) ji teref yên li hember timî aktuel e. Bi kurtî divê mirov li hember hev bêne nasîn û azad bin, ev tişt ji bo miletan jî her wisa ye. Gava rewşa kesan an miletan ne di vê astê de be, nexwe têkilîyeke neazad mewcûd e di pêwendiyên terefan de.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev