Li navçeya Egilê ya Diyarbekirê Konsera Amîda

Li navçeya Egilê ya Diyarbekirê Konsera Amîda

Diyarbekir (K24) Konserên Amîda ku li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê tên li dar xistin, di serdema pandemiyê de dîrok û hunerê pêk ve digihîne welatiyan. Konserên ku her carê bi konseptekî cuda, bi hunermendên cuda re û li ciyên dîrokî yên cuda tên li dar xistin, bi rêya online, li ser medya civakî derfetê temaşe kirinê ji bo welatiyan peyda dike.

 

Pêşkêşkirin û tomarkirina konserên Amîdayê li Diyarbekirê berdewam dikin. Xala sêyemîn ya konserên ku li şûnwarên dîrokî, bi hunermendên cuda re tê li dar xistin, Egil a navçeya Diyarbekirê bû ku bi behmen û xwezaya xwe ciyekî qedîm û dîrokî ye. Konserên ku li ser medya civakî online tên weşandin jî baldariyeke baş ji welatiyan jî dibînin.

 

Endamê Meclîsa rêvebiriya Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO’yê Hesen Gunduz ku bi xwe jî ji Egilê ye, da zanîn ku mebesta wan ew e ku xweşiyên bajarên xwe bi muzîkên ciyewaz hem bo welatiyên xwe, hem jî ji bo cihanê bidin nasîn.

 

Hesen Gunduz ji K24ê re got: “Me wek Jûra Bazirganiya Diyarbekirê projeya li 10 ciyên dîrokî 10 konser dane dest pê kirin û îro jî em li Egilê ne. Bi 2 komên muzîkê re em bajarê xwe didin nasîn. Em bi vê projeyê bi hunermend û komên muzîkê yên cuda re, li her carê li ciyekî dîrokî konseran li dar dixin û tomar dikin.”

 

Hunermend û muzîkjenên ku beşdarî projeyê jî dbin, tînin ziman ku ji wan kêfxweşiye ku bi mûzîk û melodiyên Kurdî, bajar û welatên xwe didin nasîn.

 

Koma LawJe jî ji hunermendên ku ji başûrê Kurdistanê ne pêk tê û solîstê komê Ali Tekbaş tîne ziman ku li ser keleya Egilê, beşdarbûna vê projeyê wan kelecanî dike û pê kêfxweşin ku projeyên wiha tên birêve birin.

 

Hunermend Alî Tekbaş ji K24ê re got: “Em kêfxweş in ku hevalan me li Egilê kirine mêvan û emê jî sitranên xwe li gel vê dîrokê têkilî hev bikin. Ciyêkî dîrokî û pîroz e ku belkî destpê çand û şaristaniya ye. Emê li vê derê bi stranên xwe yên dîrokî û nûjen, bi dengên xwe li ser vê keleya mezin û dîrokî bi wan kesên ku di dîroka vê derê derbas bûne bidin guhdarî kirin.”

 

Projeya Konserên Amîdayê bi piştgiriya jûra bazirganiya Diyarbekirê, heta niha li 3 ciyan hat li dar xistin û dê 7 konserên din jî li ciyên cuda bên li dar xistin. Konserên ku tên li dar xistin, li ser medya civakî jî tên weşandin û di serdema pandemiyê de welatî pê bêhneke dîrokî û hunerî didin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev