
Eskerê Boyîk
EM ÊZDÎNE
Em Êzdî ne, em Êzdî ne,
Bawarîke batinî ne,
Bi xerqe ne, cil sipî ne
Ber Lalişa Nûranî ne.
Tawis nûr e û xudan e,
Ew melekê erd – esman e,
Ew hin dîn e, hin îman e,
Sond û due´a me Êzdiyan e.
Şems şemal e û qulbe ye,
Kanîya emir ewe, heye,
Şevereşa dewrana da
Ew ronaya mala me ye…
Em Êzdî ne, em Êzdî ne,
Xweyê ala xwe rengî ne,
Dost-xêrxwezê her kesî ne,
Li pey rêça Şîxadî ne…
Welatê me Kurdistan e,
Serhed, Şengal û Botan e,
Hekarî, Wan, Bedînan e…
Buhuşteke rû erdan e…
Sal-zemana ji Şerq û Şam,
Hatin neyar bi şûr – ferman,
Wêran kirin cî-warê me,
Herimandin dîn û îman.
Em Ezdi ne, em Êzdî ne
Li pey doza netewî ne
Welatê kal – bavên xwe da
Em bê sitar û bê cî ne.
Lê em zêr in, zêrê zer in,
Neyar çiqas bên û herin,
Heta cihan, jiyan hebin,
Emê bijîn, em namirin.
Em Êzdî ne, em Êzdî ne,
Bi xerqe ne, cil sipî ne,
Li pey rêça Şîxadî ne,
Ber Lalişa Nûranî ne.
Riataza