SALYADA ŞÊX EVDİLSELAM BERZANÎ (1868-1914)

SALYADA ŞÊX EVDİLSELAM BERZANÎ (1868-1914)

Latif EPÖZDEMİR

Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan-HAK-PAR’ê

 

Şêx Evdilselam Berzanî di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedîyê roleke pir mezin e. Li gor rageyandinên rayedar û lêkolînerên Ewrupî, Şêx xwedîyê yekem daxwaznameya (manifesto) netewî a Kurd û Kurdistanê ye.

Nemir Şêx Evdilselam Berzanî, di sala 1868’an de, li başûrê Kurdistanê, gundê Barzan hatîye dinê. Wî, di salên 1907 ‘an de, ji Dewleta Osmanîyan daxwaza maf û berjewendîyên netewî yên miletê Kurd kirîye. Xwezyara wî a sereke; resen kirina zimanê Kurdî wek zimanek fermîyê duyemîn li welatê Osmanî û bi taybet bi fermî perwerde di dem û dezgeyên dewletî de, bikaranîna zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê bûye.

Ji serketina doza Kurd û Kurdistanê, Şêxê hêja, ewil ji yekgirtina Milet dest bi kar û barê sîyasî kirîye.

Berzanî, ji êl û eşîretên herêmê a bi navên “Şervanî, Dolemerî, Mizurî, Berojî, Nizarî, Gerdî, Herkî û Binecî” federasyona mezin a binemala Berzaniyan ava kirîye. Lewra eşîret û binemala Berzanîyan ji wê rojê ve wek ku Şêx Evdilselam rêz kirîye, ji wan eşîretan berîte ye.

Serokê federasyona Berzanîyan hê di wan rojan de, gelek reform û gorankarîyên gelek binirx pêk anîbû. Wekî:

 

1- Rakirina milkîyeta şexsî 

2- Dabeşkirina ax û zevîyan di nav cotyaran de.

 3-Qedexekirina qelenê û qedexekirina zewacên bêdil, yanî zewacên bi zorî. 

4- Di sererastkirina pêwendîyên jîyanê yên civakî û komelî de, esasên dadwerî û wekhevî.

5- Damezrandina sazgehên olî û civakî li gundên Kurdistanê. Azad kirina ibadetên olî. Çareser kirina pirsgirekên di nav gel de, bi rêya licneyên bijarte. 

6- Sazkirina licneyên bilind (konsey) li gund û cîwarên Kurdistanê.

7- Çêkirina hêzên çekdar ji bo hemû eşîretên Berzanîyan.

 

Şêx Evdilselam giringîyek mezin dida pêwendîyên di nav hêz û eşîretên Kurda de. Yekîtîya hêz û eşîretên Kurdî serdestê hemû tiştan digirt. Xebatên wî ne tenê herêmî bûn, ango ne tenê li Kurdistanê dewam dikirin. Şêx pêwendîyên xurt bi rewşenbîrên Kurd ên derveyê welat re jî danî bû.

Şêx Evdilselam Berzanî di bihara sala 1907’an de, li gundê Berifkanî mala serokê tarîqata Qadirî Şêx Nur Muhammed Berifkanî de, bi hêz û eşîretên Kurd re hevdîtinek pêk anî. Di wê hevdîtînê de biryar hate dayîn ku li ser navê Kurdan çend xalên giring ji bo raçevkirinê were peşnîyar kirin ji dewleta mezin a Osmanî re. Ev pêşnîyar wiha bûn:

 

1-Divê li herêmên Kurdan zimanê tedrîsatê bi Kurdî be. Zimanê Kurdî li gel zimanên Osmanî bibe zimanê fermî, esasî.

2-Divê qeymeqam, midûr û karmendên din yên ku tayînê Kurdistanê dibin, bi Kurdî baş bizanibin. 

3-Divê qazî û muftiyên li Kurdistanê bêne tayînkirin, ji mezheba şafiî bin. Biryarên dadgehan li gor esasên İslamî bin.

4-Lazime qîz û keçên Kurda bêy dilê xwe neyên zewicandin, zewaca wan bi dil be.

5-Lazime dar û daristanên Kurdistanê neyên birîn, Kurdistan nebe çol û beyar.

 

Pêş ku van pêşnîyaran bişeyne ji dewleta Osmanî re Şêx ewil ji bo erênîyê bi rêya têlgirafê, ji Şêx Evdilqadir re, Şêx Evdilayê Nehrî re, ji Emin Eli Bedirxan û ji General Şerif Paşa re jî dişeyîne. Piştî pejirandina wan ev pêşnîyar li dewleta Osmanî têne kirin.

Dema ku pêşnîyarên Şêx Evdilselam Berzanî digêje destê Siltanê Osmanî, gelek hêrs û çavsor dibe û wek bersîv leşkereke mezin dajo ser navçeyê Berzan ku Şêx Evdilselam radest bikin.

Şêx Evdilselam Berzanî li himberê hêzên leşkerîyên Osmanî karî du mehan li ber xwe bide. Paşî neçar derbasî rojhilatê Kurdistanê bû. Lê piştî demekê careke din vegerîya Herêma Berzan. Bi hêrişek gernas leşkerê Osmanî ji navçe derxist. Osmanî mecbûr man bi Şêx Evdilselam Berzanî re li hev hatin, xesara Şêx danê û ji navçê rakişîyan çûne der.

Lê vê carê ji Walîyê Musilê, di sala 1913 yan, êrîş anî ser Şêx Evdilselam Berzanî ku wî radest bike. Şêx careke din xwe avête Rojhilatê Kurdistanê. Dewleta Osmanî xelateke mezin danî ser girtin û derdestkirina Şêx Evdilselam Berzanî.

Dema ku Şêx vegerîya Berzanê, li Rojhılat, li gundê Gingeçin bû mêvanê mirîdê xwe bi navê Sofi Evdillah. Mixabin ku di wê malê de bi Şêx re xîyanetek hate kirin. Sofi Evdillahê xwefiroş, di demek de ku Şêx di xew de bû, gilîya wî kir û bû sebeb ku Şêx were girtin.

Bi vî aweyî Şêx Evdilselam Berzanî hate girtin û li Musilê wî xistin zîndanê. Walîyê Musilê wê demê Silêman Nazîf bû. Bi eslê xwe ji Amedê bû, Kurd bû. Bi dadgehkirinek bêdadî Şêx hate dadgehkirin û bi idam kirinê hat seza kirin. Silêman Nazif nema li benda biryara licneya bilind a Osmanîyan ma û bi zûyî Şêx Evdilselam Berzanî li ber çavê birayê wî Mela Mistefa Berzanî roja 14.12.1914’yan hate darve kirin û geyişte karwanê şehîdên Kurdistanê.

Dîrok destnîşan dike ku nemir Şêx Evdilselam Berzanî, bi sedema tevgerên xwe yên siyasî û fikir û ramanên xweyên netewî, ji alîyê “Îttihatçi” yan ve, hatîye îdam kirin.

Rûhşad be Şêxê qedirbilind. Di 106 salyada Şêx Evdilselam Berzanî de em nemir bi rêz û hurmet bibîr tînin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev