Felsefeya exlaqî: Qeyrana cîhana pêşketî û lêgerîna bêencam a li pey exlaqekî hêja

Felsefeya exlaqî: Qeyrana cîhana pêşketî û lêgerîna bêencam a li pey exlaqekî hêja

Umîd Demirhan

Pêşek

Exlaq di kurdî de bi peyvên “sinc” û “rewişt”ê hatine destnîşankirin û ev peyv li gel peyva “exlaq”ê ya deynkirî di çarçoveya feraseta kurdan de bi wateyeke hevpar hatine ravekirin jî. Kurd di gotinên xwe yên pêşiyan de gelek caran li ser mijarên sincî (exlaqî) rawestiyane û carinan ev mijar digel dijwateyên wan ve vegotine. Tiştê balkêş ew e ku kurdan gelek caran ji bo dijwateyên van mijaran peyvên taybet çênekirine, tenê pêşgirên neyîniyê (ne-, bê-, der- …) danîne pêşiyê û bi vî awayî nîşan dane ku bingehê bêexlaqiyê tuneye. Gava ku mirov xurcikê peyvên kurdî hildiqevşîne û tê de li tiştekî digere gelek peyvên hevwate derdikevin holê; wekî nimûne, mirov tenê ji bo hevwate û nêzwateyên “qencî”yê rastî birek peyvên wekî “pakî, çakî, başî, rindî, cindîtî”yê tê. Îcar dijwateyên van peyvan jî yan deynkirî ne yan jî pêkhatî ne: “xerabî (erebî), nepakî, neçakî, nebaşî, nerindî, necindîtî…” Ev peyv û dijwateyên wan di gotinên pêşiyan, stran û çanda gelêrî (folklorê) de cihekî taybet digirin ku çarçoveya rewişta kurdekî diyar dikin.

Heçî ku felsefeya yûnanî û felsefeya ewro-amerîkî ya ku li ser bingehê wê ava bûye, li ser mijarên wekî “qencî”, “nepakî”, “azadî”, “rûmet”, “berpirsiyarî”, “wijdan”, “qanûna exlaqî”, “biryara exlaqî” û “kiryara exlaqî” wêjeyeke taybet ava kiriye. Ez ê li ser wate û nîqaşên li ser van têgihînan nesekinim; ji ber ku felsefeya yûnanî û ewro-amerîkî hîn jî di nava lec û nîqaşeke bêdawî de ye; lê ez ê li ser rengvedana van têgihînan bisekinim, bi çavê mirovekî û kurdekî binirxînim.

Bi min “qenciya hera mezin” a cîhana pêşketî “înternet” e û “nepakiya hera mezin” a ku di vê sedsalê de kiriye jî tevgera wê ya li dijî kurd, kurdî û Kurdistanê ye; di pêvajoya vê nepakiya xwe de Kurdistan vegerandiye sergo û gilêşdankeke (çopdankeke) cîhanî; kurd jî kirine qirêjokên li ser, dor û berê vê sergoyê. Her wiha zimanê kurdî wekî zimanekî marjînal ê di navbera van qirêjokan de diyar kiriye; sembolên kurdan jî kirine pilî-pirtî û xirde-mirdeyên li ser vê sergoya giştî.

 

  1. Bêexlaqiya parçekirina malbatekê ji hundir ve

Gava em (em=belengazên bêziman=xwediyên zimanên nefermî) li galegal û çîrokên li ser sinc û exlaqî dibihîzin, kelecanek me digire û xwiha vê kelecanê li ser eniya me ya qerçimî zîpikzîpikî dibe; lê belê dem hatiye ku em bi rûyekî sar û hişekî zindî li gotinên reqîban guhdarî bikin.

 

Lêkolînerê kurd Xerzî Xerzan di gotareke zanistî ya bi sernavê “Exlaqê zanistê û bêexlaqiya mêtingerî” de qala wergerekê dike. Lêkolînerî bal kişandiye ser pirtûka bi navê “Kronografyaya Michael Psellusî” ya ku sala 1953an ji aliyê Edgar Robert Ashton Sewter ve ji yûnanî bo ingilîzî hatiye wergerandin û wergera wê ya tirkî jî ji aliyê Prof. Dr. Işın Demirkentê ve hatiye amadekirin. Divê bê gotin ku Michael Psellus bûyernivîs û hevalê Romanos Diogenes (Romen Dîyojen) e û Dîyojen jî ji sala 1068an heta şerê Melazgirê yê sala 1071ê împaratorê Bîzansê bûye. Psellusî ne tenê bûyer, her wiha derûniya kesayetên navdar jî nirxandine û Dîyojen wekî kesekî “çavbirçî û çavsor” pênase kiriye, sedema derketina sefera wî ya ber bi rojhilatê jî wekî “ji ber çahvsoriya wî” nîşan daye.

Psellus bi xwe jî beşdarî şerê Melazgirê dibe û li baregeha Bîzansê bûyeran tomar dike; di destpêka şêr de tevger û helwesta Romen Dîyojenî, rewşa wî ya dawîn analîz dike. Gava Xerzî Xerzan wergera ingilîzî û tirkî berawird dike, rastî vê sosretê tê:

 

Teksta orîjînal a inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter (1953):

“…Now I was aware (though he was not) that the Sultan himself, the King of the Persians and

Kurds, was present in person with his army, and most of their victories were due to his

leadership…”

 

Wergera vê hevokê ya bi tirkî ku Prof. Dr. Işın Demîrkentê amade kiriye:

“…İmparator (Romanos Diogenes) farkında değildi ama ben Selçukluların hükümdarı sultanın (Alp Arslan) bizzat ordusunun başında bulunduğundan haberdardım ve zaferlerinin çoğu, onun liderlik

vasıflarından kaynaklanıyordu…” <“…Împarator (Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pê serwext bûm ku hikimdarê Selçûqîyan (di tekstê de: “ên faris”), (Alp Arslan) bi xwe li pêşiya artêşa xwe bû û piraniya serkeftinên wî bi sayeya pêşengiya wî pêk dihat…”>

 

Wergera kurdî ya Xerzî Xerzanî ya rast:

“Vêga ez pê serwext bûm (lê ew na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat …”

 

Lêkolînerê kurd tevahiya pirtûkê digel wergera wê ya tirkî berawird dike û tê de hinek wergerên nepîşeyî û bêexlaqî dibîne. Wekî nimûne Psellusî di bûyernameya xwe ya “Kronografya”yê de serdema Diyojenî bi berfirehî nivîsiye, şert û mercên hatina wî ya li ser text rave kiriye, pratîkên Dîyojenî bi tundî rexne kirine û piştre seferên wî û encamên wan wiha nirxandine: “…Piştî hemû bûyeran, ligel tevahiya artêşa xwe ji paytextê derket û bêyî ku bizanibe ka bi ku ve diçe û dê çi bike, bi ser barbaran ve çû. Li çolan geriya, wî plan dikir ku ji rêyekê derbasî rêyeke din bibe û meşa xwe bidomîne, bi awayekî çeperast ber bi Sûriyayê û her wiha Persiyayê ve çû, tenê serkeftinek bi dest xist, ew jî: li artêşa xwe pêşengî kir, leşkerên xwe li lûtkeyên çiyayên bilind bi cih kirin, dîsa ew daxistin jêr, leşkerên wî li derbendan (newalên teng) şikestin û ji ber çûn û hatinên (manewrayên) xwe windahiyên mezin dan. Lê belê, wî dîsa xwe wekî kesekî serkeftî nîşan da; wî ne ji MEDAN, ne jî ji farisan ji bo me tu xenîmetên şêr neanîn. Tenê bi tiştekî dilê wî xweş dibû: wî bi ser dijminên xwe de girtibû…” Xerzî Xerzan gava vê tekstê dinirxîne wiha dibêje: “Ligel çavkaniyên bîzansî û îslamî yên wê demê, me piştrast kir ku artêşa li hemberî bîzansiyan, artêşa hevkar a merwanî û selçûqiyan bû, sedema sereke ya têkçûna romiyan û dîlgirtina împaratorê wan Romen Dîyojenî jî, ji ber beşdarbûna siwariyên Merwanîyan a li şer bû… Di navbera Psellus û desthilatdariya Medan de 1600 salên dirêj hene û ev tomarî ji bo piştrastkirina rastiya ‘Med pêşiyên gelê kurd in’ tomariyeke girîng e. Di hêla ziman, demografî, erdnigarî, bawerî û kevneşopîyan de baş tê zanîn ku di navbera Medan û neteweya kurd a modern de têkiliyên xurt hene, ji ber van faktoran gelê kurd ê nûjen

dûmahiya Medan e û li seranserî dinyayê jî ev rastî ji hêla zanyarên xwedîexlaq û bêalî ve

wiha tê pejirandin…”[1]

 

  1. Bêexlaqiya parçekirina malbatekê ji derve ve

Ez li ser înternetê rastî gotareke qaşo zanistî ya akademîsyenekî tirk hatim ku bi rûsî hatiye amadekirin, ji aliyê saziyeke zanistî ya rûsî ve hatiye weşandin û kesî jê nepirsiye bê ka çima çavkaniyên hinek îdiayên xwe yên şexsî nedane. Îcar tê hişê merivan: gelo vî kesî bertîl daye berpirsiyaran ji bo ku dengê xwe nekin an ew berpirsiyar jî hevkarên vê derewê ne?

 

Ez ê pêşiya pêşîn teksta gotarê bi awayekî bêalî wergerînim û piştre rexneyên xwe pêşkêş bikim. Qaşo akademîsyenê tirk Tibet Abak di destpêka gotara xwe ya bi sernavê “Dibistana Kurdî ya li Xoyê” de wiha dibêje:

 

“Mijara pêwendiyên kurdî-rûsî yek ji wan babetan e ku tenê ji salên 2000î pê ve bala lêkolînerên xwe kişandiye û bi xebatên wan lêkolîneran beşeke pêwendiyên derveyî yên Rûsyayê hatiye ronîkirin. Diyar e ku di destpêka sedsala 20an de raya giştî ya rûsî bi ziman, çand, jiyan û kevneşopiyên kurdan re gelekî eleqedar bûye; ji aliyekî din ve, ji bo xurtkirina wêneyê erênî yê Rûsyayê di nava kurdên Împaratoriya Osmanî û Îrana Qecerî de dîplomatên qeyseriya Rûsyayê jî hewleke zêde daye. Wisan e, ne karekî badilhewa ye ku mirov di ber siya vê lêkolînê de guherînên di hişmendiya giştî ya kurdan bi xwe de bi şêweyekî cudatir şîrove bike; ji ber ku van guherînan di jiyana gelên bi kurdan re cîran, ango di nava tirk, fars, ermenî, rûm û rûsan de jî guhertinên cidî pêk anîne. Gotar ji çalakiyên pêşengekî siyasî yê kurd Evdirezaq Bedirxanî (1864-1918) nimûneyan hildiçine û bi ser kesayeta vî navdarî re mijarê vedikole û kûr dike. Divê bê gotin ku di dawiya sedsala 19an de malbata mîrzadeyan a bedirxaniyan wekî “xanedana herî sîyasî” dihate pejirandin û li ser daxwaza siltanê osmanî Evdilhemîdê Duyem li Stenbolê hatibû bicihkirin ku ev malbat endamên xwe yên din jî qanî bike û bi tevayî piştgiriyê bidin hukimeta wî. Miqdad û Evdirehman Samî, du apên Evdirezaq Bedirxanî li Qahireyê rojnameya “Kurdistan”ê weşandibûn; endamên din ên malbatê jî di gel Jon-tirkan li dijî rêveberiya “siltanê sor (xwînrij)” dijbereyek meşandibûn.  Bêguman, ramanên siyasî yên Evdirezaqî di vê atmosfera jiyana malbatê de reng û dirûvê xwe digire. Li gorî hin agahiyan, wî bi rêxistinên veşartî yên Jon-tirkan re pêwendî girêdane; di destpêka salên 1900î de li Wezareta Karên Derve dest bi kariyera xwe kiriye û helwestên muxalif ên xizmên xwe yên li dijî desthilatdariya Evdilhemîdê Duyem parve kirine. Bi qasî salekê şun de jî wekî sekreterê sêyemîn ê Balyozxaneya Osmanî ya li St. Petersburgê dest bi kar kiriye; li wê derê hînî zimanê rûsî bûye, derfet dîtiye ku çand û jiyana rojane ya rûsan ji nêzik ve nas bike. Di vê heyamê de sempatiya wî bi Rûsyayê re çêdibe, pêwendiyên wî yên dostane bi dîplomat û giregirên rûs re xurtir dibin. Evdirezaq Begî bi rêbazeke ewropî perwerdehî dîtibû, cil û bergên bi şêwazê rojavayî li xwe dikirin û di heyama xwe de bi van taybetmendiyan ji pêşengên din ên kurdan vediqetiya. Bi hêviya ku Evdirezaq dê derbasî aliyê desthilatdariya Evdilhemîdê Duyem bibe, di Qesra Siltanî ya Yildizê de payeya serkarê merasîman li wî hate bexişandin; lê kariyera vî karbidestê ciwan ji nişkê ve rawestiya. Di sala 1906an de li Stenbolê di navbera albanî û kurdan de li ser peymaneke rêsaziyê pevçûnek qewimî û şaredarê Stenbolê hate kuştin; bedirxanî bi vê kuştinê hatin tawanbarkirin û tevahiya malbatê (174 kes) ber bi Lîbyayê hate sirgûnkirin. Piştî Şoreşa Jon-tirkan, hemû sirgûnên siyasî dikevine ber efûyê; Evdirezaq jî sala 1910an vedigere paytextê, tavilê dikeve nava rêxistinên civakî yên kurdan û ji bo pêşxistina nifûsa kurd a împaratoriyê dest bi çalakiyên çandî û civakî dike.”[2]

Wekî ku di nava teksta wergerê de jî bi rengê reş hate nîşandan, akademîsyenê tirk qala sîxuriya kurdekî dike û wê bûyerê wekî xisletekî normal ê pêşengekî kurdan nîşan dide. Lewre dibêje : “Li gorî hin agahiyan, wî bi rêxistinên veşartî yên Jon-tirkan re pêwendî girêdane; di destpêka salên 1900î de li Wezareta Karên Derve dest bi kariyera xwe kiriye û helwestên muxalif ên xizmên xwe yên li dijî desthilatdariya Evdilhemîdê Duyem parve kirine. Bi qasî salekê şun de jî wekî sekreterê sêyemîn ê Balyozxaneya Osmanî ya li St. Petersburgê dest bi kar kiriye; li wê derê hînî zimanê rûsî bûye, derfet dîtiye ku çand û jiyana rojane ya rûsan ji nêzik ve nas bike. Di vê heyamê de sempatiya wî bi Rûsyayê re çêdibe, pêwendiyên wî yên dostane bi dîplomat û giregirên rûs re xurtir dibin.”

Bêguman ev qaşo akademîsyen bi çend hevokan wiha kurdan ji rûsan re rave dike: “Ew kesên ku tên nava me, pêşiyê sîxuriyê li dijî malbata xwe dikin û di kariyera xwe de bilind dibin. Piştre em wan dişînin derve, ew li wir jî sîxuriya dualî dikin û vedigerin welatê xwe. Di dawiyê de em hinek sîxurên nû yên ji neteweyên din dibînin, yekî nû bi destê yekî kevn didin kuştin û hemû kevnikan diavêjin ser sergoyan. Îcar em bi efûyekê wan dîsa tînin ber çavên xwe û sîxurên nû li ser wan perwerde dikin.”  

Encam an jî çareserî

Bêguman ev tenê du nimûneyên wergerê ne; îcar gava meriv ji destpêka sedsala 20an heta roja îroyîn wergerên dagirkeran bişopîne, dê derkeve holê ku gelek karên dijminane, derexlaqî û nepîşeyî kirine. Jixwe ji destpêka îmzekirina Sykes-Picotê heta roja îroyîn bi dijminahiyeke fermî wergerên eleqedarî kurdan hatine amadekirin. Kula ser kulê ne dijminahiya neyaran e, bêdengiya akademîsyenên kurd ên li zanîngehên dagirkeran e; her wiha bêdengiya akademîsyenên biyanî yên ku morê li doktorayên wan akademîsyenên dagirker didin jî serbarê ser wê kula bêderman e.

Îcar çareseriya vê yekê çi ye? Divê bi tu awayî bi nivîs û wergerên dagirkeran bawerî neyê kirin û ev materyal neyên piştrastkirin. Gava mirov şaşî, nebaşî û dijminahiyên wan dibîne demildest ji raya giştî ya kurd re ragihîne.

Li vê derê barê giran dikeve ser milê diyasporaya kurdî ya ku şert û mercên wan ji kurdên welêt baştir in. Hema hema tevahiya kurdên diyasporayê zimanekî ewropî dizanin, divê li gotarên zanistî yên dagirkeran miqate bin, wan bişopînin û bertekê nîşanî naveroka wan gotaran bidin. Divê neyê jibîrkirin ku ev gotar bingehê dîplomasiya dagirkeran e, dagirker hemû lobiyên xwe li ser van kaxezên derew ava dikin, pêşiya pêşîn sextekariyên zanistî diafirînin, bingehekê ji bo talana xwe amade dikin û piştre li ser van ewraqên sexte kar û barên xwe dimeşînin.

Helbet bêexlaqiyên me yên navxweyî jî hene: gelek akademîsyenên kurdnijad digel akademîsyenên dagirkeran di bin banê heman saziyê de dixebitin, heke ewqasî newêrek bin bila dijminahiyên wan li kurdên wêrek nîşan bidin ku qewareya ziyanê kêmtir bikin.

Cîhana pêşketî di warê teknolojî û zanyariyan de çiqasî bi pêş ketibe jî di warê exlaqê de ji asta romayiyên kevn ne bilindtir e; ew dîsa lîstikên xwe yên gladyatoran bi qanûnên pînekirî didin lîstin, di demeke ku Afrîqa ji birçînan dimire de ew dikarin tenê di karnavaleke sewze-mêweyan de xwarina salekê ya birçiyan biavêjin çopan, ew dixwazin welatiyên bindest ên welatên dagirkirî derkevin kolanan, protestoyan bikin û hêzên ewlehiyê yên dagirker jî wekî ciwanegayan bidine ser van rebenan.

Her wiha divê bê zanîn ku exlaqê kevn ê welatên rojavayî “zewqa temaşekirina wehşetê” bû û îro jî vê zewqa xwe bi sed şoreşên bindestan nadin. Gotî meriv biaqil be û derfetê nede wehşetan, agiran hê di şûnê de damirîne, biwijdan be û pifî wijdanên mirî bike, wekî ku bi pifê tiştên kel û germ sar dibin hêvî heye ku bi pifa wijdanê ruh were ber termê wijdanên mirî jî.

[1]     https://www.amidakurd.org/ku/tekst/ehlaqê_zanistê_û_bêehlaqîya_mêtîngerî

[2]     Курдская школа в Хое [Электронный ресурс] / Абак // Вестник Московского университета. Серия 13. Востоковедение. .— 2014 .— №2 .— С. 43-50.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev