
Kurdish Diaspora
Birêz xûşk û birahên Kurdîstanperwer!
Me fîlma xwe ya “Şingal’ê” pişt beşên Kurdistanê, yên Îspanya jî serkeftî xelaskir.
Li vira spasîyên xwe yên bi taybet pêşkêşê cenabên:
Birêz Şêx Xalat Barzani
Birêz General Bahram Sherwanî
Birêz General Qadir Qaçak
Birêz Siyasetmedar, Dîplomat û General Zêdo Baedrî
Birêz General Azîz Weysî
Birêz Fermandar Rizgar Bahram
Birêz Mîr Meyan Xan
Birêz Berpirsyarê KDPI, Muhammedsaleh Qaderî
Birêz Siyasetmedar Abu Heval
Birêz Siyasetmedar Hussein Baedrî
Birêz Berpirsyarê Çandîya Herêma Duhokê, Koçer
Birêz Îdê Baristek û malbata wê
Birêz Fermandar Xatê Şengalî
Birêz Pêşmergên Qehreman
Û mirovên ku kedên wan derbasê fîlma me bû dikim.
Ev fîlm bi taybet ji bo êrîşên ser xelkên me yên Êzîdî, pûçkirina rexnên nexweş dijê pêşmergên me yên qehreman û birîna xûşkên me yên Êzîdî ku hîna di bin zilma zalimê DAIŞ’de ne.
Em deyndarê peşmergên xwe yên qehreman û hemû hêzên parastina Kurdîstanê ne ku dijê dijmin şerên herî dijwar de ciyê xwe girtin, şehîd ketin. Ez bejna xwe li ber wan şehîdên qehreman ditewînim. Ciyê wan bihuşta baqî be.
Min her wisa, bi serbilindayî cilkên pêşmergê li xwe kir. Bila kesekî ji bo siyaseta gemar nebêje ku: pêşmerge Şingalê hêşt û revî. Ez vê anti propaganda partiyên ku xizmeta dijmina dikin, şermezar dikim. Pêşmerge serê xwe da, ka wanê ku navê pêşmerge dikin devê xwe yê gemar çi kirin?
Bi serbilindayî bêjim, beriya xelasîna filmê, me diyarîya serkeftina Fîlma Ewropî hilgirt û em hatin pejirandin ku li heyva Gûlanê 2021’de li Fransa beşdarê Festîvala Cannes bibin.
Hêvîdarim li ser navê Kurd û Kurdîstan em dengê netewa xwe bi dengêk serkeftî bighîjînin hemû cîhanê.
Riataza