
Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan şermezar dike!
Nûçeyên dilxem, ku ji Herêma Kurdistana Federal ya Îraqê tên, me xemgîn û dilkovan dikin. Bo her kesî bêlî ye, ku bi awayekî eşkere êrîş tê birinê li ser destkeftîyên gelê Kurdistana Başûr, ku bi saya tevgera pir salan û bi hezaran şehîdan hatine destxistin.
Hewildanên bi riya aborî lawazkirina Kurdistanê û tevlihevkirina rewşa wê zêdetir bûne. Di wî karî da rewşa aborî ya ne baş û nerazîbûna binecîyan ya heq tê bikaranînê, ku heta niha mûçeyên xwe nesitendine. Mixabin, em dibînin, ku di wî şerê qilêr, yê dijî kurd da destê hinek rêxistin û komikan heye, ku xwe yên kurdan dihesibînin.
Em ser wê bawerîyê ne, ku ev bûyerên dawî û şerletanîyên çekdarî bo hilweşandina statûya sîyasî ya Herêma Kurdistanê ne, ku bi Konstîtûsîya Îraqê hatîye naskirin û ji alîyê hemcivata navnetewî da tê piştgirîkirin.
Bi vê yekê ra girêdayî em bang dikin:
— Em piştgirîya daxwezên heq yên xwepêşandarên Kurdistanê dikin di pirsa mûçeyan da.
— Em bangî hukumeta Kurdistanê dikin her tiştê ji dest wê tê bike bona zûtirîn wext çareserkirina pirsa derheqa dayîna mûçeyên karmendên dewletê.
— Em bangî hukumeta Kurdistanê dikin pêkanîna plana reforman bide lezkirinê, bona xwe ji girêdana ji buhayê neftê, ji sîyaseta Bexdayê ya di hêla byûcêyê da xilaz bike û bi riya bikaranîna têknolojîyayên nûjen, hêza hundurîn aborîya Herêmê rasterê bike û hêvîya xwe dayne ser hevkarîya dewletê bi teknevsan ra.
— Em bangî desthilata Kurdistanê dikin şerê dijî gendelîyê, zêdeserfkirinê û kiryarên ziyandar di karê rêvebirina Herêmê da bide xurtkirinê.
— Em piştgirîya hukumet û gelê Kurdistanê dikin di şerê bona bi metodên aştîyane jiholêrakirina dijwarîyan.
— Em emelên çend rêxistin û komên kurdan şermezar dikin, yên ku di van demên dijwar da bûne aletê destê dijminên gelê kurd.
— Em bangî rêxistinên kurdan yên welatparêz dikin ku rewşa li Kurdistana Başûr bidine ber çavan û bi her awahî piştgirîya herêmê bikin, wê biparêzin û bo wê pirsgirêkên zêde dernexin.
— Ez ser wê bawerîyê ne, ku êrîşên çekdar li ser hêzên qanûnî yên Pêşmergeyan li Kurdistana Başûr bi tu awahî nayêne qebûlkirin û bangî hêzên ji der va dikin terka emelên xwe yên alozkarîyê li herêmê bikin.
— Em bangî gelê Kurdistanê û desthilata wê, hemû welatparêzên rasteqîn yên gelê kurd li tevaya cihanê dikin hevdu bigirin û derkevine dijî hewildanên hêzên dijî kurdan, yên ku hewil didin destkeftîyên wê ocaxa kurdan ya qanûnî birûxînin.
Destê xwe ji Kurdistana Başûr dûr xin !
Riataza