Roja Ala Kurdistanê Pîroz be!

Roja Ala Kurdistanê Pîroz be!

Ala Kurdistanê sembola dîroka gelê Kurdistanê û sembola têkoşîn û xebatên ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê ye.

 

Milletekî ji 40 milyonî zêdetir bi hest û vîyana Neteweyî bi vê sembola xwe serbilind e. Ev millet bi salan e ku ji bo Ala xwe ya rengîn li seranserê Kurdistanê bilind bike û ji bo Ala rengîn li ber dezgeha NY li darbixe têdikoşe.

 

Mafê milletê kurd weka hemû milletên cîhanê heye ku, ew di welatê xwe yê azad de bijî, îradeya xwe bi destê xwe birêve bibe û Ala xwe bi serbestî li ser axa xwe biçikîne.

Weka em hemû dizanin ku, dîroka Ala Kurdistanê ji rêxistina Xoybûnê ku di sala 1920 hatibû damezrandinê ve destpê dike. Ev Al di sala 1945 de di meydana Çarçira li paytexta Komara Rojhilat de bi fermî wek Ala Kurdistanê hate bilindkirin. Herweha ev Ala, îro li tevahîya Başûrê Kurdistanê bi fermî wek Ala Kurdistanê bilindkirî ye.

Rengê Ala Kurdistanê bi wateya; Têkoşîna serxwebûna Kurdistanê û xwîna şehîdan bi rengê SOR, xweşikbûna xwezayîya Kurdistanê bi rengê KESK, daxwaza aştî û azadîyê bi rengê SPΠ û ronahîya jîyanê û rojê bi rengê ZER ve hatîye nîşandan.

 

Ala rengîn, ji hemû rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê ve hatîye pejirandin û ew bi fermî li ber dezgehên fermî wek sembola dewleta Kurdistanê bilindkirî ye.

 

Her millet an jî her dewlet bi Ala xwe tê nasandin û pejirandin. Rêzgirtina ji Alê re di heman wateyîyê rêzgirtin û pejirandina wê dewletê ye.

 

Divê em xwedî li Ala xwe derkevin. Divê îro em bêtir dengê xwe bilindtir bikin û xebat û têkoşîna xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê bi hêztir bikin.

 

Em wek Navenda Revenda Kurd – NRK bangî hemû kurdistanîyan dikin û dibêjin werin em bi hev re, bi hestên neteweyî xwedî li Ala xwe û li Kurdistana xwe derkevin.

 

Bijî serxwebûna Kurdistanê…!

 

Navenda Revenda Kurd li Swêdê – NRK

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev