Eyda Êzîdê Sor li hemû bawermendên êzdî yên cihanê pîroz be!

Eyda Êzîdê Sor li hemû bawermendên êzdî yên cihanê pîroz be!

Cejna Êzîd yan Eyda Êzîdê Sor, yek ji cejnên Êzdîya ya ferz e, bi taybet bal ezdîyên Sovêta berê. Ev cejn – jibo rê û risman, li gor bîr û baweriya êzdiyan – li înîya ewil ji meha Kanûna pêşin tê pîroz kirin. Rojî di roja duşemê şev de destpê dibe heya roja pêncşemê, pey wê re cejn pîroz dikin.

Rojî û Cejnên ezdîyan xwedîyê dîrokeke pir kevn in. Wateya wan di rêza ol û civaka me da gelek hêja ye. Divê em Rojî û Cejnên xwe, weke nimûneya xweyî derketina ol, îman û erkanê xwe bibînin. Rojî û Cejn di hemû bawerîyan da cihekî wan ê watedar heye. Ji bo bawerîya Ola êzda û Çanda êzdîyatiyê hê watedar e. Ji ber ku berî her tiştî civaka kurdên êzdî û bi taybetî êzdîyên dervayî welat, divê Bawerî û Çanda xwe biparêzin û lê xwedî derkevin.

Gelî êzdî û bawermendên ola êzda, em dixwazin we agahdar bikin, ku di vê mehê da eyda êzdîya ya sereke ye – Eyda Siltan Êzîdê Sor. Çawa me êdî got, ev eyd li înîya ewil ji meha Kanûna pêş tê pîroz kirin. Îsal ev eyd dikeve 18ê meha kanûnê. Lê 15, 16, 17ê kanûnê sê roj dû hev rojî bûn. Mixabin, ku îsal di rûyê Pandemîyê da emê mecbûr bin her yek ji me li mala xwe eydê pîroz bike.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev