Kurdê 12 salî ji Swedê dilê hunermendhezan hingavt

Kurdê 12 salî ji Swedê dilê hunermendhezan hingavt

Arwîn Îsmail dengbêj-hunermendek e (12 salî) ji Stockholmê ku ji du saliya xwe va (di 2009-an de) di muzîkçêkirinê de çalak e û nuha di akademiyeke bi navê Stageacademy ya bi navê Hunermend 2020 re beşdarî pêşbaziya stranbêjiyê da dibe.

Ew pêşbaziyek hunermendan e li seranserê welat. Berî fînalê, dengbêjên herî serketî bi jûriyek taybet ra kar dikin, hevdîtinan bi zaneyên stiranbêjîyê ra pêk tînin.

 

Heya fînala neteweyî, ew dengbêjên serketî li Akademiya Stageyê da bi jûriya taybet ra cêribandinan dikin, lê di dema fînala neteweyî da juriya taybet hunermendîya wan ya stiranbêjîyê qîmet dike.

 

Endamên jûrîyê yên îsal ev kes in: Annamia Fast, Christofer Bergström, PEO THYRÉN, ELAINE KARLSSON, MICKE MAGNUSSON, MARCUS “SYLVE” HOLMBERG û MELANIE WEHBE ne!

Tevahiya pêşbaziyê li ser instagramê ye. Instagrama wan @stageacademyartist e

 

Zencîreya tevkariyê: https://www.instagram.com/tv/CI1kmi3hpPB/?igshid=wlb7kvkmggqj

 

Di derbarê Arwîn de hinekî din:

 

NAV: Arwîn smaîl

SAL: 12

Silav! Navê min Arwîn Îsmaîl e û ez 12 salî me. Ez li Swed, Haninge digel malbata xweya hêja (dayika xwe, bavê min û xwişka xweya piçûk!) dijîm.

 

Hinek kes dê min wekî xortek xwedî gelek enerjî, motîve û erênî binav bikin. Dema ku min dest bi axaftinê kir (tevahiya jiyana xwe) min di eynî wextê da dest bi stranbêjiyê kir. Stranbêjiya ku ez ji her tiştî bêtir jê hez dikim!

 

Li gorî hinekan, roj ji xew, xwarin û xebat / xwendinê pêk tê, lê ji bo min ew bêtir e: stranbêjî, xwarin, stranbêjî, stranbêjî, xwendinê! Dengbêjî hêzê dide min, ew rêberê jîyana min e.

Armanc: Armanc û xewna min ew e ku ez bibim yek ji mezintirîn stranbêjên cîhanê û bi qasî Beyonce mezin bibim. Beyoncé bo min nimûneya çavdayînê ye. Lê ez naxwazim bibim mîna wê, ez dixwazim bibim ARWÎN ÎSMAÎL! Ez dixwazim li Spotify bibim hejmar 1 û li seranserê cîhanê biçim gera cîhanê û hunermendhez bi wî çavî li min mêze bikin, wek ku li Beyoncé mêze dikin! Ez dixwazim mirovan kêfxweş bikim û hewl bidim yên ku ji xwe ne bawer in, bawerî bi xwe bînin.

 

Em ji Arwînê delal ra serfirazîyê dixwazin! Xuya ye, dagirkarên Kurdistanê bi hêza zarokên Kurd dizanin, ji ber vê yekê jî ji Kurdistana serbixwe ewqas ditirsin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev