Berhemên kurdzanên me – 230

Berhemên kurdzanên me – 230

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da”. Em îro beşa duduyan raberî we dikin, heftêya bê beşa sisîyan bixwînin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da -2

Di destpêka sala 1942an da li herêma kurdên Îranê ya di bin kontrola Yekîtîya Sovyet da rewşeke wisa saz bû, ku Tehran bi ciddî jê tirsîya. Di rastîyê da desthilata hukumeta navbendî hêza xwe li wira winda kiribû û ewê hîvî ji qumandarîya Sovyet kir destûrê bide leşkerên Îranê bikevine herêmên kurdan, lê qumandarîya Sovyet ne hîşt44. Eva alîkarîya rastene ya desthilata Sovyet bû bona tevgera kurdên Îranê ya miletîyê. Femdarî ye, ku Tehran ne dixwest bi vê yekê ra razî bibe û dest pê kir bi xurtî li Kurdistanê tevlihevî saz kir, bona firsend bi dest xe bikeve wê herêmê. Piştî pevçûnên di mehên nîsan-gulana sala 1942an li Rizayê di navbera eşîretên Xerkî û Şikakî da, qumandarîya Sovyet destûr da taxbûreke leşkerên Îranê bikeve Rizayê û wan leşkeran destbi milahîmkirina kurdan kir. Di nav demeke kurt da pevçûnên eşîretan hatine sekinandin. W. Eaglton ser wê bawerîyê ye, ku ew bi saya serê leşkerên Îranê bû, lê bi bawerîya dîtindarê wan bûyeran O. L. Vîlçêvskî, ew bi saya serê serokatîya kurdên Rizayê bû, ku bi alîkarîya leşkerên Sovyet ew herêm aş kirin. Li herêmên kurdan, ku ji bin kontrola serokatîya Îranê derketibûn, nîşanên dewletbûna kurdan xuya bûn. Em wê jî bêjin, ku hewildanên “Xoybûn“ê, ku serokatî li wê pêvajoyê bike, bi ser ne ketin. Eksî wê, li Mehebadê tesîra rêxistinên kurdan yên dijî faşîstîyê û yên xwedî bawerîyên çep, di nav wan da yên komûnîstîyê, xurt bûn45.

Sala 1942an Mehebad bû navbenda tevgera kurdan ya miletîyê ya teşkîldarîyê û sîyasî li Îranê. Wek ku W. Eaglton dibêje, xuya ye ji dawîya sala 1941ê li vir rêxistineke wek “partîya kurdan ya surî“ bi awayekî sergirtî kar kirîye. Tu hukumê desthilata Îranê ya sîyasî piştî hatina leşkerên Sovyet li bajêr û herêmê tunebû. Dewsa wê li vir hukumê serokatîya Mehebadê bi carekê va zêde bû, ku 20 binemalên bi nav û deng diketine navê, di nav wan da şêxên Sûfîyan jî hebûn (di nav wan da Şêx Ebdulle efendî, Şêx Zembîlî û binemala hakimên navdar Qadî Muhemmed, ku merivekî gelekî xwendî û xwedî bawerîyên pêşverû bû). Hema Qadî Muhemmed bi birayê xwe yê biçûk Sedr-î Qadî, ku parlamêntarê Meclîsê bû û nêzîkî partîya komûnîstîyê ya “Tûdê“ bû, û bi pismamê xwe Huseyn Seyf-î Qadî ra tevayî sîyaseta li Mehebadê û tevaya Kurdistana Mukrîyê bi rê va dibir.

Li herêmên din yên di zona Sovyet da li Bakur-Roava Îranê, ku dikeve bakurê Kurdistana Mukrîyê (ji Ûşnûyê ber bi bakurê çemê Rizayê û paşê jî ser riya Xoyê û Makuyê ra heta digihîje sînorên Sovyet), hukumê Tehranê hema bêje nedihate texmînkirin, lê tevgera miletîyê di nav kurdan da jî zêde bi hêz nîbû. Li vir tevaya hukum di bin destê serekeşîran da bû, ku ji hizûra leşkerên Sovyet ne zêde memnûn bûn.

Beşê başûr yê Kurdistana Îranê, ku ji xeta Serdeşt-Sekiz dest pê dibe û digihîje heta sînorên Îraqê û herêma Erdelanê bi navbendên xwe yên kevinare – Senendec û Kêrmanşah, li zona di bin kontrola Brîtanîyayê da bûn. Lê leşkerên îngilîsan ne li her deran hebûn û mîna leşkerên Sovyet, xwe ji tevbûna bi çekan dûr dixistin, û di dema derbazkirina opêrasyonan hewil didan zêde guh bidine ser wê yekê, ku cesûsîya nasîstîyê ji holê bidine rakirin (navbenda wê ya sereke li Senendecê bû). Li vê zonayê tevgera kurdan ya ji bo xweîdarekirinê gelek pêş ne ket46, lê tevgerên çend serekeşîrên navdar yên sêparatîstîyê, ku dîtin dewlet sist bûye û xwestin ji wê karê kevin, pir zêde bû. Femdarî ye, ku îngilîsan xwestin ji wê yekê karê kevin, hewil dan terefdarên ji serokatîya derebegîyê yên ereban û kurdan li Kurdistanê û Xûzîstanê bînine alîyê xwe û “qestbende ji hukumeta Îranê ra digotin, ku mêla wan eşîretan li ser Îraqê ye“. Konsûlê Brîtanîyayê li Kêrmanşahê bi wan eşîretan ra pêwendîyên nêzîk danîn, zabitê cesûsîya Brîtanîyayê serhing Flêtçêr, çawîş Lowuns û Oakşot cesûsên xwe şandina zona dagîrkirî. Parlamentarên Meclîsê yên ji herêmên Kurdistana Îranê Ebbas Gobadîan, Selar Senedec û doktor Muewî, ku bi bawerîyên xwe nêzîkî koma nasyonalîstîyê ya Seîd Zîya ed-Dîn Tebetebeî bûn, dihesibandin wek kesên, ku ji Îngilîs hiz dikin47.

Lê îngilîs bi lez ne diketin pesinê derebeg-sêparatîstên kurdan bidin û piştgirîya wan bikin, ji ber ku ditirsîyan zirarê bidine pêwendîyên xwe yên bi Tehranê ra û rê ber Yekîtîya Sovyet vekin bona ew jî di zona xwe da eynî tiştî bike. Sazkirina rewşeke wisa, ku bikaribûya Îranê perçe bike, wek ku ew yek di dema Şerê Hemcihanê yê yekê da bû, di salên 1941-1942an yên ji bo Londonê dijwar, jê ra dest ne dida, ji ber ku wan deman parastina hêza xwe ya împêrîyê li Rohilata Nêzîk di bin pirsê da bû. Lema jî serekên kurdan mecbûr bûn hêvîya xwe tenê daynine ser xwe.

Tevrabûna kurdan ya here mezin li zona Brîtanîyayê ew serhildana bi serokatîya rêvebirê kurdên Begzade ji Banê Mohemmed Xame Reşîd bû, ku destxweda dû ketina leşkerên Îngilîs li Îranê dest pê bû. Ew di destpêka meha nîsanê sala 1942an ji Îraqê derbazî Îranê bû, lê yekser neçû ser Senendecê, ji ber ku leşkerên Brîtanîyayê li wir bûn. Xame Reşîd li rex Banê zora leşkerên gênêralê Îranê Mokaddema bir, paşê berê xwe da Senedecê û ji îngilîsan de`w kir, ku serxwebûna Kurdistanê nas bikin, lê, fermdarî ye, îngilîs ew yek qebûl ne kirin48.

Di şêr da hey kurd bi ser diketin, hey neyarên wan. Pêşî ûsyanvan bi ser diketin. Wana zora desteya gênêral Emîn û ya serekeşîrê kurdan Elî xan Hebîbî, ku bi Emîn ra tevayî dijî kurdan şer dikir, birin. Ew herdu jî şehîd ketin. Lê paşê gênêral Îbrahîm Arfa tevî çend neyarên Hema Reşîd bû, 21ê nîsanê sala 1942an zora ûsyanvanan bir û heta Banê çû. Û li wir îngilîsan qumandarîya Îranê dane bawerkirinê, ku îdî pêşda neçin û bi Hema Reşîd ra peymanê girêdin. Piştî hevraxeberdanan, ku Flêtçêr jî tev lê dibû, Hema Reşîd hate kivşkirinê wek welîyê Banê û destûr danê leşkerên wî hebin. Wan deman herêma Banê-Serdeştê di bin kontrola leşkerên hukumetê da bû. Havîna sala 1942an wana Bane zevt kirin. Lê farizan di payîza sala 1944an da bi alîkarîya serekeşîrên dijminên Hame Reşîd ji heq û hesabên wî hatine der49.

Çi ku hate serê Hame Reşîd dide xuyakirin, ku îngilîsan wek herdem kirin, eşîretan berî hev dan, ew rakirine dijî hev û wana ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn. Hilbet, tevgera jorgotî meriv nikare bi nav bike ya miletîyê; ew tevrabûnên derebegîyê-sêparatîstîyê bûn.

Bi vî awahî, li Kurdistana Îranê di mehên pêşin yên piştî leşkerên Sovyet û Îngilîs ketine Îranê, rewşeke aloz saz bû. Derbeke giran gîhandine dewletên piştgirên faşîzmê, lê aramî û dilrehetî tunebû. Eşîretên Îrana Roavayê, berî gişkî jî eşîretên kurdan, dîsa ketine nava xiringêleyê û rewşeke wisa saz bû, ku weke wê rewşê bû, ku di dema Qeceran da hebû: desthilata navbendî bê hêz bûbû, derebeg û eşîret dijminatîya hev dikirin, tevbûna Rûsîyayê û Îngilîs di nav karên wan da rewş girantir dikir50. Lê du ferqîtîyên berbiçav hebûn. Ya pêşin, dewletên dagîrkar îdî nikaribûn, û ne dixwestin jî li Îranê wek dagîrkar karê xwe bimeşandana: dem îdî guhêrî bû. Ya dudan, di nav civaka kurdan ya Îrana Roava da pêşketinên mezin bûbûn. Li gelek herêman jîyana berê ya derebegî-eşîrtîyê kokbir ne bûbû, lê nasyonalîzma kurdan serî hildabû û bûbû hêzeke berbiçav ya bi mêlgirtina dêmokratîyê va û Yekîtîya Sovyet, ne eşkere be jî, piştgirîya wan dikir. Bayê dewrana nû gihîştibû vira jî.

Wek hate destnîşankirinê, B. Eaglton tevgera kurdên Îranê ya miletîyê di sala 1941ê da li Mehebadê bi nav kir wek damezirandina kakilê rêxistina pêşin. Bi gotina wî, 16ê îlonê sala 1942an 15 meriv “ji çîna navîn“ berevî rex Mehebadê bûn û partîya kurdan ya sîyasî saz kirin. Rêxistina kurdên Îraqê “Hîwa“ nûnerê xwe çawîş Mîr Hece şande Mehebadê bona tevî karê organîzekirina wê partîyê bibe. Ew partî, ku pêşî kêm kes ketibûne navê (weke 100 kes) bi kurdî dihate binavkirin wek “Komela-î Jîînî Kordestan“, ku jê ra herwiha “Komela“ jî dibêjin. Di nîsana sala 1943an da Komîtêya Navbendî ya partîyê hate hilbijartin; serekê Komîtêya Navbendî yê herdemî tunebû, lê serekên wê yên here bi nav û deng ev bûn: Ebdurrehman Zabihî, Hejar, Elî Reyhanî û Muhemmed Yahu. Rengê nasyonalîstîyê û konsêrvatîvîyê li partîyê diket û armanca wê ev bû: di goveka dewletên heyî da ji bo xweîdarekirina kurdan hereket bikin. Di bernameya wê da xalên dêmokratîyê û dijî faşîstîyê hebûn, ku nêzîkî bernameya Partîya Îranê ya Gelî (“Tudê“) bû51. Pêşî da “Komela“ partîyake kêmjimar bû û tesîra wê zêde nîbû, lê ewê li hemû perçeyên Kurdistanê propaganda îdêayên xwe bela dikir.

Bi tevayî, sîyaseta li Kurdistana Îranê di sal û nîveke pêşin ya piştî ketina leşkerên hevalbendan li Îranê wek berê di dest strûktûrayên derebegî-eşîrtîyê da bûn, lê ewana jî wê demê destpê kirin xwe li riya nasyonalîzma kurdan girtin û di helwêsta wan da nîşanên dêmokratîyê hebûn. Çi jî hebe, li warên eşîretên herêma welêt ya navbendî, xwesma li devera kurdan, ji destpêka payîza sala 1941ê serttî zêde bû û hemû alîyên bi wê pirsê va eleqedar ketine nava xemgînîyê.

Berî gişkî jî ew hukumeta Şah bû, ku careke din pêrgî sêparatîzma eşîretan bû. Derkete holê, ku “Rêwîtîya ber bi Kurdistanê“, ku Riza Şah amade kiribû û bi berfirehî dihate rêklamkirin, her tenê serketineke ser demeke kurt bû. Hema welat tûşî krîza ji der va bû, ango ew pirs serî hilda, ku dibe Îran mecbûr bibe bikeve nava şerê hemcihanê yê nû, gel û eşîretên ne fariz dest pê kirin amadekarîya tevrabûnan kirin. Tehran xwesma ji bo wê yekê ketibû tefekûrîyê, ku dibe li zonayên di bin destê Îngilîs û Rûsîyayê da tevrabûn ewqas xurt bibin, ku hinek ax ji bin destê Îranê derkevin, an jî dewlet bê perçekirin.

Serhildana Hema Reşîd bi ciddî Tehranê çavtirsandî kir, lê dema Îngilîs eşkere kir, ku ewê piştgirîya serhildanê neke û heta got, ku wê her tiştî bike bona ew serhildan têk here (Îngilîs ditirsîya, ku kanên neftê yên başûrê welêt wê ji dest wê herin), îdî Tehran nema xemgîn dibû. Hukumeta Îranê zêde ji wan bûyerên li beşên navbendî û yên bakur yên Îrana Roavayê ditirsîya, ku leşkerên Ordîya Sor li wir bûn. Bi sebebên femdar, li Tehranê zêde ji Moskvayê ditirsîyan, ne ku ji Londonê û ji Waşîngtonê, ku piştgirîya sîyaseta wê ya li Îranê dikir (hukumê Waşîngtonê li Îranê bi lez zêde bû, xwesma piştî wê yekê, gava Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî di meha çileya pêşin sala 1941ê da bi fermî ketine nava şêr). Serokatîya Îranê, ku wek herdem xwedî bawerîyên konsêrvatîv û dijî komûnîstîyê bûn, Îngilîs û Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî dihesiband wek hevalbendên dijî xetera Sovyet û wêya dihesiband wek xetera here mezin ji bo welêt, lê di hêleke din va jî ji destdirêjayên welatên Roavayê li ser serbestîya Îranê jî ne kêmtir ditirsîya.

 

(dûmayîk heye)

 

Çavkanî:

44 Dîsa li wir, rûpel 208.

45 Dîsa li wir, rûpel 212-215, 221-223; Eaglton Jr W. The Kurdish Republic, rûpel 15.

46 Eagleton (Jr) W. The Kurdish Republic, rûpel 23, 26, 30-32.

47 Abdurezakov B. Desîsîyên împêrîyalîzma Îngilîs û Amêrîkayê li Îranê (1941-1947). Taş., 1959, rûpel 27.

48 Arfa H. The Kurds, rûpel 69.

49 Dîsa li wir, rûpel 69-70; Elphinston W. G. The Kurdish Question, rûpel 98; Arfa H. Under Five Shahs, rûpel 311. AVPRF, fonda 094, 1942, çente 27, defter 70, rûpel 54-55, 70, 75, 86, 91. Jêderên ji kovara ”Journal de Teheran” ya nîsan-gulana 1942an; Banani A. The Modernisation of Iran 1921-1941. Stanford, Calif., 1961, rûpel 128-129. R. Lacoste bi bawerî digot, ku Hame Reşîd bi alîkarîya almanan ne tenê li Kurdistanê karê xwe dimeşand, lê herwiha li Bextîyarîyê jî (Lacoste R. La Russie sovie`tique et la question d`Orient. P., 1946, rûpel 205). Çend hûrgilîyên tewlebazîyên cesûsîya Brîtanîyayê yên balkêş di nav kurdên başûrê Îranê da di dîsêrtasyona doktorîyê ya B. P. Balayan da ya bi navê ”Problêmên miletîyê li başûrê Îrana niha” da hene. (Yêr., 1981, rûpel 113-114). Ji bo nimûne, ew dibêje, ku karkirina îngilîsan di nav kurdên Îranê da ne bi dilê tirkan bû, lema jî wana zaneyên kurdan yên terefdarên xwe berevî şêwrdarîyê kir û bi wan ra ser wê meselê peyivî.

50 Bi bawerîya C. Lênçovskî, di dema şêr Rûsîya di pêwendîyên xwe yên bi eşîretên Îranê ra ”ji Brîtanîyayê kêmtir rol dilîst”, lê ew ne cîyê bawerîyê ye. Rast e, qesta wî ne tenê kurd in, lê herwiha gelek eşîretên ne fariz yên Farsê, Xûzîstanê, Lûrîstanê û Bextîyarîyê bûn jî (Lenczowski G. Russia and the West in Iran, 1918-1948. A Study in Big-Power Policy. Ithaca (N. Y.), 1949, rûpel 249, 250-253).

51 Eagleton (Jr.) W. The Kurdish Republic, rûpel 34-35. O. L. Vîlçêvskî bingehdarê partîyê Zebihî dihesiband, lê sedirê wê – Huseyn Zergelî (“Tevgera kurdan ya miletîyê“, rûpel 238). Em wê jî bêjin, ku di nivîsan da derheqa vê partîyê da malûmatîyên ne rast û dijî hev hene. Derheqa hûrgilîyên rewşa êtno-eşîrtîyê û sîyaseta der ya Kurdistana Îranê di dema Şerê Hemcihanê yê dudan da bala xwe bide berhema zanyarî ya O. Î. Jîgalînayê ya bi sernavê “Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê (1918-1947)“. M., 1988, rûpel 99-132. Herwiha binihêre: Farîzov Î. Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê (1941-1945). – Berhemên Înstîtûta Moskvayê ya Rohilatzanîyê. Çapa 7an. M., 1953.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev