Ji zargotina me – 230

Ji zargotina me – 230

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 7 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a heftan çap dikin.

 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Û carnan dibitin ku ezîzê yekî zehf bê kêf dibitin û tête dereca helakê. Ew jî der heq şifa wî nexwaşî da ewêd ku xweyî mal û qidret in, mesela nîva malê xwe û yaxûd selas û rebî’a (sisiyan da yek, an çaryek) malêd xwe ji boy jaran nezr û ehd dikin. Weku ew nexwaş şifa dibînitin, ewê  ehda ku kirine bi cih tînin. Û ew merovêd jar û feqîr in, qiweta maliyê tunînin; ew jî di rêya Xwedê da rojî û nimêjê û xetma Qur’anê nezr û ehd dikin, paşê ehda xwe bi cih tînin. Û dibîtin ku keçan jî di rêya Xwedê da ji boy şifa nexwaşan nezir dikin. Mesela; nezr dikin ku bilanê Xwedê şifaê bidite kurê min, ez dê keça xwe di rêya Xwedê da her çî kesê dixwazitin, bê qelin bidim. Weku ewê bê kêf şifaê dibînitin, ewê ehdê bi cih tînin…

 

Gûya li nik wan şowm e; ewî nanê ku îptida dipêjin û ji tenûrê bi der dikevin, ew naxwin. Gûya her çî wî nanî bixwitin, jina wî dimiritin. Weku Ekrad qehwê dipêjin, îptida miqdarî fincanekê qehwê dirijînin kuçikê (ocaxê) gûya eve para şêxê qehweyê ye…

 

Jin û keçêd Ekradan, ekserî weku jinêd Ereban rûyêd xwe û enî û lêvêd xwe deq dikin…

 

Û jinêd wan bi xwe serbestinî diçine aşê û karwanan. Û di malê da eger kon bibe, eger xanî bibe

deh û panzdeh mêr û jin, bav û bra û xweh û da û jin bûk û zava, hemû li nik yekûdu bi cihekî radizin; lakin eve zarûrî ye; lewranê cih tunîne, hemû di xanî û yaxûd konekî da nin, çare nabitin…

 

Jin û bûkêd wan esla rûyêd xwe ji kesî star nakin û narevin û digel hemû kesan jî xeber didin; lakin dîsanê ehil edeb û îsmet in…

 

Wekî dinê jinêd Ekradan jî malêd wan î bi xwe dibin. Mesela, pez û dewar û diraf ku ji malêd bavan îynane (anîne) û yaxûd mêrê dayîne, ji wî malêd jinan ra “şekêrt” dibêjitin. Mêrêd wan, malêd jinan nabin û naxwin; bila ku ew jin pê kirrîn û firotinê dikin û zêde dibitin…

 

Ekserî jinêd wan mîrasê ji malêd bavan nastînin; bila ku her çî ku heye dibexşînin bra û pismamêd xwe…

 

Ekrad, qewî zêde îctinab û xezrî ji malêd weqfan dikin. Bi wê dereceyê ku eger hakim û eger axayekî zalim di nîva wan danî peyda bibitin, ew bi xef diçin û mistekê ji xaliya weqfê tînin û bi ser xanmanê wî zalimî direşînin. Di hindik weqtê da ew zalim berteref û qehr dibitin…

 

Taifeyêd Ekradan kumreş û bedguman (bidogman) nînin û zina û xirabî zû bi zûyî bi bal jinêd xwe ve nabin. Eger jinêd wan digel biyaniyan mesela xeber bidin û bikenin û  bilîzin û yaxûd îqtiza bikitin ku jinêd wan li malêd biyaniyan û eynî di nîva malan da jî razin û rabin dîsanê mêrêd wan kumreşî nakin û bidogmaniyê der heq wan danî nakin. Eger çi jinêd Ekradan perdenişîn nînin; lakin xirab jî tê da kêm heyîn; ew jî ji tirsan e. Lewranê wekî meazellah jinekê xirabî kir, elbette warisêd wê, ewê jinê dikujin; esla îmkana xwaşiyê nîne, îlle xirabiyê wê kuştine. Eger ew jina xirab û ew mêrê ku digel wê bûye bi cihekî bi hev ra dîtin, mêrî û jinê her dukan jî dikujin û xwîna wan tunînin û kesek li qehban nabite xweyî. Li nik wan xweyî bi der ketina li qehban qewî zêde eyîb e; lakin li qebahatêd mayî dibine xweyî. Xwîndarî û dizî di van da rica û hêvî û xweyî bi der ketin dibitin, lakin ji boy şewla xirab rica û şefaet nabitin. Îlla xweyîêd jinê her dukan jî filhal qetl dikin. Û paşê diyet û xwînxwastin jî tunîne. Îlla eger di weqtê xirabî da warisan mêr û jin li cihekî nedîtin, lakin kifş bû ku filan mêr digel filan jinê şola xirab kirine; warisê jinikê filhal ewê jinê didine ber xenceran û dikujin, û dibin defn dikin. Ji cîran û xiziman esla qet kesek jî êdî ji wî mirovê ku kuştiye napirsitin ku qe ji boy çi eve şola kir û serxwaşî û te’ziye jî ji vê şewlê da nabitin. Îcarê ew warisê jinê daim di qesda wî merovî da ne ku digel jinikê ew şola xirab kiriye. Eger xiste fesalê, ewî merovî jî dikujitin.  Dîsanê xwîn û diyet tunîne. Di hemû şolan da sulh û li hevûdu hatin hebe û dibe; lakin di vê şewlê da muselha û pevketin nabitin, eve bazar irz e, li nik wan qewî zêde ar e. Çara wê bi xeyr ji kuştinê nînin…

 

Weku dinê kafêd (kafiyêd) qebahetan di Ekradan da peyda dibin. Îlla du şewlêd qebahet ku li nik wan esla peyda nabî. Û bila ku nebûye adet jî, yek meazellah lewate (homo) yanî esla weq’a nabitin û îhtiqada wan jî bi rastî ewe ku eger mirofek meazellah lewateyî bikitin, kevir li ser wan dibarîtin û cinabetî jî êdî ji ser wan ranabitin. Û qebahata dinê jî; meyvexwarin e . Meyvexwarin jî di berî niha esla û qet’a di Kurdistanê da meyvexwarin tune bû. Lakin van eyaman bazen ciwanêd wan ku digel Romiyan îxtilatî dikin û mey jî di nîva kibarêd Romiyan zêde mûtad bûye; êdî ew ciwan jî ji boy teqrîba Romiyan bazen mey vedixwin. Lakin dîsanê kêm heyîn, ji hezarî mirovek bila ku peyda bibitin. Berê heta fileêd Kurdistanê jî mey venedixwarin, îlla nadir…

 

Ekrad weku îktiza bikitin du merov bibezin yekûdu û qewxeê bikin, ew qewî bi zman çêrî yekûdu nakin. Bila ku ber û ya pêsîrêd yekûdu digirin bi mest û yaxûd bi xencer li yekûdu didin. Çêrkirin li nik wan fehit e…

 

Û mêrêd Ekradan eyîb e, hune li destêd xwe û riyêd xwe da nadin. Lakin kil, li nik wan adet e; keç û jin diemilînin û dikêşine (dikişînin) çavêd xwe…

 

Lakin ew merovêd ku hiznîne (huzin, keder) ew libasêd sor û qirmiz û cilêd faxre ber nakin û destêd xwe hune nakin û çavêd xwe kil nadin û naçine dawatan û kefxwaşan. Û li nik wan jinêd bî jî şerm e, xwe naxemilînin û libasêd sor û qirmiz wernagirin û naçine dawat û kêfxwaşan…

 

Di Ekradan weku yek bê kêf bibitin cîran û dost û xizim tiştekî xwarinê ji boy wî dibin û diçin kêfa wî pirsiyar dikin û dil-îmaniya didinê ku Xwedê kerîm e, metirs, înşellah kêyfxwaş dibî û me ji boy te nvîşt daye kirin dê qenc bibî. Lewranê miletêd Mayî (maî) (medenî) çawanî ku mihtacê hekîman û baweriya tebîban dikin ew qisim Ekrad jî wisanî mihtacî nvîştan in û pê bawerî dikin. Lakin Ekrad guh nadine hekîman; ew dibêjin eger bi rastî hekîm e, bilanê berenê çare î li xwe bikitin ku ew nexwaş nebitin. Merezî Xwedê teala didite şafî û hekîmmutleq Xwedê teala ye. Lakin dîsanê hindik pîrejin li nav wan dibin ku dermanên cezewî (cazû) li wan nexwaşan dikin…

 

Weku merovek fewt bûyî feryad û gîrin peyda dibî, îcarê ehlê malê meyîtî ber hev cihekî dikin û jinêd dengbêj heyîn, lawejok û siwaro dibêjin û dikine qurrî. Îcarê her çî ku ciwan in, ew diçine kolana qebrê û mela jî avê germ dikitin û tînin dişon û kefen dikin. Eger jin e, elbette bê tabût nabitin; tabûtê çêdikin û datînine tabûtê û bi cemaet nimêja cenazeyî dikin û dibin defn dikin. Eger mêr bibe, xweyî dewlet e; dîsanê bi tabut çal dikin. Eger feqîr e, qidreta tabûtê nîne; wisanî bi kefen çal dikin û mela li ser dixwînin. Paşê tên li mala meyitî rûdinin û didine warisêd meyîtî ku bilanê serê we xwaş bibe û êd malê xwaş bibin, emrê Xweda ye, mirin ji boy me hemuyan e, bê mirin benîadem nabitin, hinde nebî û padîşah hatine dinyaê hemû jî mewt bûyîne; tu xeman meke, bi girîn û  hiznî êdî ew mirî ewdet nakin. Bi vî terzî tesellî didine warisêd wî meyîtî (mirîyî). Weku bûye weqtê esrê ew xizim û cîran digel warisêd meyîtî û melayî diçine ser qebra wî meyîtî û dixwînin û peran sedeqe belav dikine jaran û vedigerin. Paşê wan îcarî jinên xizim û cîranan digel ehlê meyîtî ew diçine ser qebra meyîtî û digîrin û feryad fîxane dikin û xwaliyê bi serê xwe ve dikin. Û dixwînin û sedeqe didin; ew jî vedigerin û têne malêd xwe. Êvarî ji malêd cîran û xiziman ji boy mêrêd wan cih da û ji boy jinêd wan cih da zad û teamê dibin û lawahîya wan dikin û bi wan didine xwarin. Sê rojan û hindik jî heyîn heft rojan bi vî terzî sibe û êvaran diçine ser qebran û digîrin û xêran dikin.

 

Qebrkolan û şuştin û helgirtina meyîtî di Kur dzstanê da, eger xenî û eger feqîr, tu ucret tunin; her kesek bi sewaba xwe dikitin. Ekserêd cehilleêd wan Ekradan meazellah nanî îman dizanin û bi nanî sondê dixwin û gûya dibêjin weku merov nanî nexwitin êdî dîn û îman nabitin. Gûya dîn û îman bi nanî qaîm dibitin…

 

Zivistanan Ekrad sibe û êvaran diçine odeyêd axaleran û du sê saetan rûdinin û hêkayet û qiseyan didine gotin û yaxûd behsa şerêd borî û ehwalêd maziyê neql dikin. Weku nîvroj bûyî têne malêd xwe û nanî dixwin û alifêd dewarêd xwe didinê. Îcarê eger hewa xawş e, ber hev dibin li ber rojê li cihekî rûdinin û dîsanê qelûnê dikêşin û xeber didin. Bi şev carinan dibitin ku eger gûz peyda bibitin, distînin û dilîzin; ew jî qumar e. Hindik didine derê…

 

Û ciwanêd wan, law û keç û bûk; zivistanan her şevê li malekê yixinaxî li wê malê ber hev dibin. Eger saz heyîn sazan dikutin, eger saz tunînin lawêd dengbêj û bûk û keçê tevî hevûdu bêrita dibêjin û distêrin û govend digirin û direqisin, heta nêzûkî sibehê. Îcarê her kesek belav dibin û diçine malêd xwe. Ekserî du şevan û sê şevan carekê elbette yixinaxî di nîva gundiyan ên Ekradan dibitin…

 

Û eger li gund file jî heyîn, xars û axçêd wan (xort û keç) jî tevî Ekradan dibin û têktanî govend digirin û dilîzin. Û gelek caran dibitin ku axçikêd filan î rind dibitin û kurêd Ekradêd qişlaqçiyan dihebînin û ewê axçikê bi riza wê direvîne û dibitin misilman dikitin û li xwe mar dikitin. Lewranê Ekradêd ku dikevine ser filan qişlaxî mal li ser malê dibin. Ewlad û eyalêd Ekrad li fileyî hemû têkdanî di nîva xaniyekî danî û zad û nanî bi cihekî dixwin. Ekserî ew Ekrad nanî û zadî ji kîsa riayan (file) dixwin. Lewranê file nanî û zadî dipêjitin. Mimkun nîne ku nedine zarokê Ekradan. Elbette nedit jî Ekradê kişlaxçî bi zorê ji wan nanî û zadî distînin û dixwin. Û çirax û debar xulasa kulî qesûr heta biharê hesêbe ‘ke ku ew Ekrad mîvanê wî riaî ye…

 

Eviya xasî (mexsûsî) bi file nîne. Bila ku weku Ekradêd xîmenişîn dibine qişlaxê, misilmanê gundê xwecihî (yerlû) dîsanê Ekrad ewê muameleyê digel wî misilmanê yerlû jî dikitin. Ewê zehmetê û xisaretê didine gundiyan û riayan.

 

Şayed eger zivistanî dewarekî wan bi emrê Xwedê telef bibitin, biharê weku Ekrad bi derketin û çûn zozanan îcarê ew merovê xweyî dewarî têtin ji bedla wî dewarê telefbûyî dewarekî ji malêd wî gundiyî cebrî dikêşitin û dibitin ku belê zivistanê dewarekî mn li vî gundî telef bûye; eve dewar ji ber wî ve ye.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev