
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê ev beşa malpera me taybet e. Nivîskarê navdar Serdar Roşan bi xwe çend pirsên derbarê Neteweperwerîyê da kirîye û bi xwe bersiva wan pirsan amade kirîye. Me biryar da sê heftêyan dû hev 2 pirs û 2 bersîvên wî raberî we bikin.
Heftêya buhurî me du pirs û du bersiv raberî we kiribûn. Kerem bikin, 2 pirs û 2 bersivên din!
Pirsa Serdar Roşan û bersîva Serdar Roşan -2
Pirs: Baş e mirov kare bêje ku pêwendiyên nêvdewletî li ser asasê vê hizirê ne?
Bersîv: Bêguman vê hizirê rengê xwe daye pêwendiyên siyasî û huqûqî yên nêvdewletî.
Pirs: Xalên ku sosyalîst, konservatîv û lîberal li hev dikin çi ne gava em behsa dewleteke milî bikin?
Bersîv: Bi kurtî her sê fikir û aksiyonên siyasî di çend xalan de kêm zêde fikirhevpar in.
– Welat.
– Milet.
– Hakîmîyeteke milî li ser axa welat, ango dewlet.
Mirov kare ziman, ala, çandeke hevbeş lê zêde bike, belam nuxteya asasî coxrafyaya mueyen yanî welat û serweriya siyasî ya milet li welat e.
Ji xwe ev xalên mişterek in û ev jî vedigerin û mîraseke tarîxî û çandî dest nîşan dikin.
Di vê nuxteyê de hersê fikir digihîjin hev û xwedî siyasteke milî ne û di asta felsefî û ramanê de miletperwer in û maf û menfaatên dewleta milî diparêzin.
Riataza