Çend numûne ji gotinên pêşiyan ên şêxbizinî (Vitini köne şêxbizinî) -di gel awireke kurt li ser eşîrê û şûnwarên wê-

Çend numûne ji gotinên pêşiyan ên şêxbizinî (Vitini köne şêxbizinî)  -di gel awireke kurt li ser eşîrê û şûnwarên wê-

Amadekar: Mustafa Başaran

Amadekarê beşa kurmancî: Umîd Demîrhan

 

Derbarê berhevkar û devoka şêxbizinî de çend gotin:

  1. Mustafa Başaran: Hunermend, derhênerê sînemayê û senarîstekî kurdên şêxbizinî ye ku li Enqereyê dijî; karên zimanî, çandî, hunerî û sînemayî dimeşîne.
  2. Şêxbizinî û devoka wan a kurdî: Şêxbizinî zaravayê eşîra Şêxbizinî (Şahzênî) ye ku li Anatolyayê, başûr û bakurê Kurdistanê belav bûye û gelekî di bin bandora zaravayên kurdî yên din de maye; lê belê ji aliyê ferhengî û rêzimanî ve dişibihe zaravayên kelhurî û feylî yên kurdiya başûr. Li gorî lêkolîneke Georges Perrotî ya sala 1860î kurdên şêxbizinî herî kêm derdora salên 1700î de li Haymanayê bi cih bûne. Mark Sykes jî di berhema xwe ya bi navê “The Kurdish Tribe of the Ottoman Empire/Eşîrên Kurd ên Împaratoriya Osmanî” de qala kurdên Şêx Bezeînî dike ku şûnwarên wan Kerkûk e. Her wiha li gorî Sykesî kurdên şêxbizinî cureyekî tivingan çêdikin ku tenê ev eşîr bi kar tîne û hildiberîne. Bi giştî cih û warên şêxbiziniyan ev in: Germiyan, Koye, Silêmanî, Xaneqîn, Kerkûk, Enqere (navend, Haymana, Polatli), Konya (Kulu), Çorum (navend, Laçîn, Kargi, Osmancik), Duzce (navend), Adapazari (Akyazi), Amasya (Suluova, Merzifon), Erzerom (navend, Narman, Tortum, Oltu), Karabuk (navend, Safranbolu, Cumayani), Sînop (Boyabad), Kastamonu (Araç), Tokat (Turhal), Samsun (Bafra, Havza), Wan (Erdîş), Riha (Siwêrek), Bayburd, Îdir (Aralik), Semsûr (Kolik), Amed, Erzingan. Divê bê zanîn ku şêxbizniyên başûrî yên îroyîn di bin bandora soraniyê de devoka xwe ji bîr kirine û Hecî Qadirê Koyî jî şêxbizinî ye.

 

Li Hewlêr û doraliya wê belavbûna şêxbiziniyan bi kurtî wiha ye: Bengane, Berdespî, Bincî, Cedîde, Darmanava jêr, Darmanava jor, Kaniya Silêman, Kasika, Minare, Xorxor…

 

Li du bajarên cîran û mezin Enqere û Konya û doraliya wan belavbûna şêxbiziniyan bi kurtî wiha ye:

Li Haymana û gundên wê yên wekî Aktepe, Altıpınar, Ataköy, Bahçecik, Balçıkhisar, Bostanhöyük,  Dereköy, Dipdede, Durutlar, Eskikışla, Evci, Evliyafakı, Gedik, Gültepe, Kanlıgöl, Karaömerli, Karapınar, Kavak,  İncirli, Pınarbaşı, Sarıgöl, Sazağası, Sinanlı, Söğüttepe, Tabaklı, Yaprakbayır, Yenice, Yergömü, Yeşilköy, Yukarısebil, Yurtbeyli…

Li Kûlû û gundên wê yên wekî Soğukkuyu, Karacadere, Canımana…

Li Polatli û gundên wê yên wekî Kayabaşı…

 

Li bajarên din jî belavbûna wan bi kurtî wiha ye:

Li Duzce û gundên wê yên wekî Bahçeköy, Ballıca, Paşakonağı, Mamure, İçmeler, Yenitaşköprü…

Li Çorûm, Kargi, Laçîn û gundê wan wekî Beygircioğlu, Çamlıpınar, Gemet, Karasoku, Sıtma…

Li Sînop, Boyabad, Duragan û gundên wan ên wekî Çayağzı, Binerli, Bayamca, Olukbaşı, Yeniköy Yeşilyurt…

Li Kastamonû, Bafra û gundên wê yên wekî Dededağı

Li Erzerom, Aşqele, Narman, Îspîr, Oltî, Tortim û gundên wan ên wekî Dumanoğlu, Güllüdağ,     İğdeli, Koçkaya, Kuruçalı, Pınaryolu, Sapanlı, Tekpınar, Topkaynak, Yarmankaya…

 

Li Sakarya, Karapurçek û gundên wê yên wekî Meşepınarı, Tektaban, Yazılıgürgen, Yüksel,

Ji aliyekî din li Awistirya, Danîmarka, Almanya û Fransayê jî civakeke girîng a şêxbiziniyan heye.

 

U.D.

 

Aqilê sivik barê giran e. / Aqilê sivik barê giran e.

Asîyawi dîwe, xwê we xwê çerx diwu. / Aşê dînan xwe bi xwe çerx dibe (dizivire).

Bira hespem xas wu bira bînal wu. / Bila hespê min xas (baş) be, bila bênal be.

Varişe le vihare xweş e. / Barij (baran) li biharê xweş e.

Kûçikê, lê şûnay xwê giranê. / Kuçik (kevir) li şûna xwe giran e.

Jê kûzay şikîyage, aw nîyay we xwardin. / Ji kûzê şkestî av nayê vexwarin.

Hezar dûst kême, dijminî firîyê. / Hezar dost kêm in, dijminek pir e.

Ne zwanê şirîn e, ne gîrfanê pirê. / Ne zimanê şirîn, ne jî berîka tijî.

Ne derzîyêt, ne meçîret birîyage. / Ne derziya te ne jî bendê te biriyaye (qediyaye).

Îmiro lê mine, siway lê tuwê. / Îro li min e, sibehê li te ye.

Seg hestin, mal xwawend dikirî; seg hestin, bîxwawend can dirî. / Seg heye, malekê xwedî dike; seg heye bêxwedî can dide.

Her gul, cigî cigî bû dirî. / Her gul cihê cihê bû (bêhn) dide.

Kês mali brangê xwê, beş nêkerî. / Kes malê birayê xwe, beş (pareve) nake.

Ave diherikî qume dimînî. / Av diherike qûm (xîz) dimîne.

Çêwê raste ra çêwê çepe fêdê îşnîge. / Çavê rastê ji çavê çepê re fayde nake.

Hespê xase qamçî le xwê nêxî. / Hespê çê, qamçiyî li xwe naxe.

Kirmê dare je dara. / Kurmê darê ji darê ye.

Gordi gurge dikuşinê, gordi şiwane dixwurinê, gordi xwawendê digîrin. / Di gel gurgî dikujin, di gel şivanî dixwin, di gel xwediyî digirîn.

Je zane vipirse, je nezane vitirse. / Ji zanayî bipirse, ji nezanî bitirse.

Çirampa ra kûre, defe ra gere fêdê îşnîge. / Çira ji koran ra, def ji kerran re fayde nade.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev