Ez ji xewekê ra berdêlî me

Ez ji xewekê ra berdêlî me

Mahsûm Oral

Wê demê kesî av li dû kesekî nedirijand, wan salan li gel destên me, şerbik jî hemû şikestî bûn… Wan salan kesekî mey venedixwar, tîna xwe bi sond, bi qesem û bi peymanan dişikandin. Wê demê axa Berîyê kevir ji nava xwe cihê dikirin, kevirên ku ji axê cihê dibûn, gava ku li hevdu kom dibûn, ji dûr ve wekî çîyayekî xûya dibûn… Wê demê çîya tunebûn, kevir hebûn, dîrokê ew çiqas digindirandin, ewqasî dibûn çîya.

Wan salan mirovî xencera birayên xwe bi stûyê xwe tûj dikir. Wan salan xwîna xorta dikelîya, axa sar çilek bû, lê kesî bîra mirinê nedibir… Cîhekî bi navê Binxetê hebû, heger te gelekî baz bida, mirin li wê derê ji dû te vedigerîya. Wan salan mij hebû, wan salana moran hebû… Ew sal salên girî, xwîn, rev, şer, agir û veşartinê bûn. Wan salan tirsê civak dabû ber xwe. Wan salan ji devê her kesî peyvên mezin derdiketin, wan salan guhên her kesî bel bûn…

Çil sal derbas bûn… Tofanê gelek tişt bi xwe ra birin. Keştîyek tune bû ku ev milet ji vê lehîya bêdawî xelas bikira, keştîya pêxemberan li serê van çîyayên ha diqulipî… Wekî keştîya li serê Cûdîyê.

Nivîskarek vedigere warê xwe. Rûye xwe bi avekê dişo, bi wê ava ku di dema çûnê da, li dû wî nehatibû rijandin… Li warê xwe, li tiştê ku li dû xwe hiştiye dinere… Bav, dê, bira, gund, hesp, dergûş, berf, çem, kanî û kilama dengbêjekî…

Nivîskar, wergêr, zimanzan Mistefa Aydoganî di kitêba xwe ya nû da ku navê wê Xemname ye, berê xwe dide kulîna wan salan û ji xerîbîyekê nameyan ji wê kulîna welatê xwe ra dişîne. Di wê kulînê da ew tiştên ha cih digirin ku ji ber çavan çûne, veşartî mane, ewqasî girîng nehatine dîtin, di nava gelemşa wê demê da wenda mane.

Carinan mirov tiştekî di kulînê da vedişêre, carinan jî kulîn tiştekî ji mirovî vedişêre. Tiştê ku ji aliyê kulînê ve ji nivîskarî hatiyê veşartin, bêguman xew e. Gelo kulîn li hember nivîskarî zêde xedar e? Ez wê kulînê mafdar dibînim ku xew ji nivîskarî standiye, ji ber ku bîranînên nivînan ji germahîya bedena mirovî pêk tê. Ji ber vê yekê ye ku nivîskar û kulîna welatî, di vê kitêbê da xewê û germahîyê berdêlî hevdu dikin. Herduyan ji hevdu tiştek standiye, lê her tiştê ku hatiye standin, yên din kûd û seqet hiştine…

Nivîskar ji bo ku bikare êdî li xerîbîyê bi dilekî rehet razê, divê ku di namêyen xwe da kulîna welatî bisincirîne… Ji bo wê, ev kitêb di tayêkê da hatiye nivîsîn. Di van nameyan da ziman têra xwe birçîyê qîrînekê ye, ziman li tehma her agirî yek bi yek dinêre, nivîskar serê xwe danîye ser çokên dêya xwe û di ber xwe da kilamekê dibêje, ji ber ku baş pê dizane ku dengên mirovî ancax bi henûnîya dêyekê dikare xweş derkeve…

Bi vê kilamê ra, di bin konê şînê da govendek digere. Di vê govendê da, êdî ken û girî ji bo tu kesî ne şerm in, ne jî kêmanî ne. Di vê govendê da, bav destmaleka rengîn e, bira jî nûra çavên xwe feda kiriye ji bo di wê destmala nazenîn da nexşeka bi şewq bide keç û lawan…

Kitêb ji gelek nameyan pêk tê. Di van nameyan da gundên Erbanê, bajarên Heskîf û Dinêserê û keleya Zerzewanê ne wekî cih û waran hatine nivîsîn, her yek ji wan wekî gîyanberekî, wekî rihekî, wekî hişekî bi nivîskarî ra axivîye. Dengê gilî û gazinên Zêrzewanê û her weha qîrîna wê ya bi kurdîya kurmancî dikevin guhên me. Dengê nalîna Heskîfê jê bilind dibe… Piştî çil salî ku talanê gelek dost, hogir, û bîranîn bi xwe re birine, tiştên ku li cihên xwe mane, dîsa ew gund e, ew bajar e, ew kele ye, ew çem e, ew kanî ye, ew ax e…

Ji ber vê yekê ye ku lehengên vê kitêbê warên bidev in, bilêv in û biguh in. Ev kitêb meşa nivîskarekî ye ku pêxwas digere, dixwaze stirîyên vê axê xerhatinê li lingên wî bikin.

Di ava çemekî da li rûyen xwe dinêre, ji ber ku bitenê di bîra masîyekî da maye. Di bîra sîya darekê da maye, di bîra wan mekanên kurmancîaxêv da maye. Nivîskar li goristanan jî digere, ji ber ku kevirê ber serê her mirîyekî di deftera jîyana wî da xwedîyê rûpelekî ye…

Mistefa Aydoganî di vê rêwîtîyê da deftera temenê xwe xwendiye, yan jî ji şerbikekî derizî serencama xwe vexwariye, wê gavê çend gotin ji devên wî herikîne ser kaxezekê, kaxez çûye çapxaneyekê û bûye kitêbek…

Bi vê sedemê li edebîyata kurmancî kitêbeke xurt û geş zêde bû, bi hêvîya ku nivîskar her tim bi cih û warên xwe ra biaxive û cih û war jî her pêşwazîya bikin û suhbeta xwe pê ra bidomînin…

 

Kitêb: Xemname

Nivîskar: Mistefa Aydogan

Weşanxane: Lîs

Çapa yekem: Kanûna Pêşîn- 2020

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev