Ji Folklora Kurdî meseloka fenteziyan

Ji Folklora Kurdî meseloka fenteziyan

Zeynelabidin Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Rojekê axayek xulamekî xwe bi hêstirê hinartiye kara xwê, da barek xwê ji bo bikaranîna salane jê re bîne.

Xulam li hêstirekê siwar bûye û çûye.

Ha ku dîtiye, siwarekî hêstirê ji pêşiya wî ve tê.

Dema herdu gehane hev, silav û kilav li hevûdu kirine û pirsa rêwîtiya hevûdu kirine. Yek gotiye:

 

. Bira, tu ji kur ve têyî, tu yê bi kur ve herî?

. Ez ê herim kara xwê, barek xwê ji axayê xwe re bînim.

. Tu yê çi bikî ji barek xwê?

. Mala te! Ma qey axayê min axa ye! Hema bêje dewlet e, dewlet! Pirî ku mêvanên wî tên, her roj bare xwê bi zor têra nava xwarinê dike. Ha ez jî her roj sibe radibim diçim karê û barek xwê tînin, heta êvarê diqede. Roja din sibe zû dîsa ez radibin û diçim karê, barek xwê tînim. Xwedê wekîl e, sal dozde meh, her roj ez barkêşiya xwê dikim. Gelo tu yê bi kur ve herî û tu yê herî çi?

. Bira hema qet nepirse! Axayê min jî parêzek çandibû. Lemik şîn bûn û hêj kewik bûn, ha ku me dît lemeke zebeşan tûrên xwe dirêj kirin, ber bi çiyê ve kişiyan û bi van çiyan ve ferqizîn. Bi sê dînê li dinyayê, wê lema zebeşan Çiyayê Gabarê tev di binê tûrên xwe de nixumand, piştre tûrên xwe avêtin ser Çiyayê Reş û wî jî di binê xwe de hişt. Ji wirê jî tûr dirê Deşta Mişarê bûn. Bi xwedanê şev û rojan kim, ew 33 gundên Deşta Mişarê tev di binê tûrên lema zebeşê de asê man û kes nikaribû ji mala xwe derkeve derva. Niha jî em sed siwarên hêstiran derketine van çol û çiyan û em zebeşên wan tûran berhev dikin…

Xulamê ku diçû xwê, got:

. Bira, welehîn di salê de 365 barên xwê, çendî ku gotin zêde be jî, lê ne bi atara lema zebeşên axayê te ye…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev