Fêrîkê Ûsiv û Tebiyetbêjî

Fêrîkê Ûsiv û Tebiyetbêjî

Îhsan Bîrgul

 

“Esmanê bi stêrk xitxitî
Ça’ parzûnê şîn pitpitî
Mezin, bê hesab…
Heyva şîv xwarî gulover
Mîna seriyek penerê terr
Dixwêne li navê”

Kawa Nemir, di pêşgotina hersê cîldên berhemên Fêrîkê Ûsiv (Hesretdefter, Sûretsûfê, Êvara Zivistanê) yên ji aliyê xanima wî Frîda Hecî Cewarî ve hatine amadekirin de, Fêrîkê Ûsiv wekî helbestvanekî “tebiyetbêj” bi nav dike. Di serî de bi merivan ecêb hetta bêwate tê. Lê dema meriv xwe berdide nava behra helbestên wî, meriv dibêje Kawa Nemir kêm jî gotiye. Di her hevokê de meriv baş dibîne ku Fêrîk çawa çemekî ji Serhedê zayî, ber bi Kafkasê kişiyaye. Paşê jî li wir bûye behr, ber bi çar aliyê welat herikiye…

Min heta niha hêj nedîtiyê kesekî wekî Fêrîkê Ûsiv jiyana gund û xwezayê aniye ziman. Jixwe tu car li bajaran nesitiriye. Her gav berê wî li gund bûye.

Fêrîk Ûsiv, carna te dibe nav zeviyeke genim, gurzan bi te dide pêçan û li nav oncê tapûl û xuloman dide kirin. Carna te dixe dîwajoyê şivanekî baş yê li pey barxaneyê. Carna te dike kalekî dilciwan yê xwe li berpala gund dirêjkirî…

Carna bûkeke bêrîvan zend û bend badayî ya li ber bêriyê. Carna jî zarokên li dora kuçikê kartolan kombûyî. Carna kevaniyeke di peltika sivderê de li tiştekî digere, carna jî jinxaseke li ber tenûrê nanê sêlêpêj..

Di hevokên wî de her tim xuşiniya ava Erez û gujîniya bayê Elegezê li ber guhê meriv e. Belekiyên berfê, zinarên serfêza gund, mêrgên der gund, gul û gupikên nav xozanan bêhn vedidin.

Meriv dikare bi sedan mînakan lê zêde bike. Dîsa jî têra tebîyetbêjî û tebiyetheziya Fêrîkê Ûsiv nake. Jixwe gora wî ya li berpala çiyayê Dibûrî, nîşana her tiştî ye…

Jêder: https://avanivisgeh.wordpress.com/ 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev