Îran û Iraq bi wekaleta Tirkiyeyê jî plana hilweşandina ”Herêma Kurdistanê” dikin

Îran û Iraq bi wekaleta Tirkiyeyê jî plana hilweşandina ”Herêma Kurdistanê” dikin

Arif Zêrevan

 

Hikimdariya miletê kurd li ser axa ”Herêma Kurdistanê” ya federal li Iraqê di bin xetera hilweşandinê de ye. Ev xeter pir cidî ye û dewletên dijminên Kurdistanê rêxistina PKK-ê jî wekî ”darikê hewdelê” ji bo pêxistina agirê fitneyê bi kar tînin.

 

Piştî diyalogeka piralî digel berpirsên hikûmî û siyasî yên Herêma Kurdistanê ji min re zelal bû ko Îranê û Iraqê li hev kirine ko bostek tenê jî ji axa Kurdistanê di bin hikimdariya kurdan de nemîne û kiyanekê siyasî bi navê ”Herêma Kurdistanê” jî nemîne. Di pêkanîna vê planê de yên li ber çavan Îran û Iraq in lê belê ew vî karî bi wekaleta Tirkiyeyê jî dikin.

 

Heger hesabê wan biçe serî plan ew e ko di meha adara 2021-ê de, bi minasebeta 30-saliya serhildana xelkê Herêma Kurdistanê li hemberî rejîma Sedam Hisênî, ji bajarê Ranyayê destpê bikin û goya ”serhildaneka gel” li hemberî desthilata kurdan organêze bikin û vê ”serhildanê” bigehînin heta Zaxoyê û kaoseka sertaserî çêkin da hêzên Iraqê bên û kontrola hemî Herêma Kurdistanê bêxin bin destê xwe de.

 

Organîzatorên xaricî yên vê plana têkbirina Herêma Kurdistanê dewleta Îran, Iraq û Tikriyeyê ne. Aktorên daxilî yên vê planê jî PKK û hinek baskên di nêv YNK-ê de ne. Di heman dema ko li Raniyeyê ”serhildan” destpê bike PKK-ya ko li Şingalê jî ketiye bin xizmeta dewleta Iraqê de, dê digel Heşda Şebî ji başûr ve êrişî devera Pêşxabûr û dergehê Brahîm Xelîl bike da hidûdê Iraqê û Tirkiyeyê digel hevdu bibin yek û Herêma Kurdistanê wekî asteng di wê nêvberê de nemîne.

 

Nehê çiriya-yekê (oktober), ji bo Şingalê peymanek di nêvbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat îmza kirin. Qewl ew bû ko hêzên nêzîkî PKK-ê ji Şingalê bên derxistin û bi hevkariya herdu aliyan du hezar û pêncsed kesên nû ji kurdên êzdî wekî hêzeka ewlekariya nêv bajarî bên tayîn kirin û ordiya Iraqê û pêşmergeyê Kurdistanê jî ji bo parastina deverê destekê bidin wê hêzê.

 

Hikûmeta Iraqê ji pêkanîna wê peymanê poşman bû û bi serê xwe hêzeka eskerî rêkir Şingalê û goya hêzên nêzîkî PKK-ê ji nêv bajarî derxist û bi navekê dî cardî ew paşde vegerand û li Şingalê bi cih kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nehê kanûna-yekê nerazîbûna xwe li hemberî vê helwêsta hikûmeta Iraqê nîşan da û got hikûmeta Iraqê peymana Şingalê pêkneaniye, hêzên nêzîkî PKK-ê ji Şingalê derneketine û got PKK-ê hinek çekdarên nû ji Rojavayê Kurdistanê neqlî Şingalê kirine.

 

Vêca li gor agahdariyên ko min wergirtine bi rizamendiya qumandarê hêzên HSD-ê Mezlûm Ebdî, PKK-ê 500 çekdarên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê neqlî Şingalê kir û xist bin kontrola Heşda Şebî û Iraqê de. Ji daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya îro ko bi awayekê neheq rexneyan li PDK-ê digire û dibêje bila PDK êrişî ”gerîlayên PKK-ê neke” em fêm dikin ko Mezlûm Ebdî jî bûye hevkarê vê plana Îran, Iraq û PKK-ê. Nexwe heger Îran û Iraq di meha adarê de bikarin wê ”serhildana” ko plan kirine pêkbînin ev hêzên PKK-ê yên li Şingalê jî dê digel Heşda Şebî û hêzên Iraqê êrişî Herêma Kurdistanê bikin.

 

***

Emerîkayê ambargo danî ser sektora eskerî ya Tirkiyeyê û tesîreka wê ya yekser li ser Rûsyayê jî heye. Îran her ji berê ve di bin ambargoya Emerîkayê de ye. Rûsya, Îran û Tirkiye li hemberî Emerîkayê mitefiqên hevdu ne. Ev hersê dewlet ji bo têkbirina Rojavayê Kurdistanê û vegerandina hikmê rejîma Beşar Esed jî li hev dikin. Tirkiye dê gelek kêfxweş be ko kontrola hidûdê wê digel Iraqê di bin destê wê û Iraqê de be.

 

Astenga herî mezin li hemberî planên Îran, Iraq, Tirkiye û Rûsyayê piştgiriya Emerîkayê ye ji bo rojava û başûrê Kurdistanê. Heger ev dewlet hemî bi hev re firsetekê bibînin dê hem xwe ji rojavayê Kurdistanê û hem ji başûrê Kurdistanê xelas bikin û derbeyeka wisa li Kurdistanê bidin ko paşê serokê nû yê Emerîkayê Joe Biden jî nekare ji nû ve kurdan rake ser piyan û xelas bike.

 

Nuqteya herî baş ji bo kurdan ew e ko Joe Biden kurdan baş nas dike û meha yekê dema ko dest bi kar bike pêwistiya wî bi lêfikirîneka zêde nîne û dikare zû biryarê bide ka bi çi rengî arîkariya Kurdistanê bike. Wezîrê bergiriyê yê nû general Lloyd Austin jî kurdan û Kurdistanê nas dike û dê bikare zû biryaran bide.

 

***

Ew demonstrasyonên ko li dorûbera wîlayeta Silêmaniyê çêdibin ko destê Îranê, Iraqê û PKK-ê tê de heye, ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşaneka xêrê bû û kurd pêhesiyan ka plan çi ye. Êrişên PKK-ê yên li ser pêşmergeyê Kurdistanê jî digel xusara çend şehîdan hikûmeta Kurdistanê li hemberî PKK-ê hişyartir û xurttir kir. Di qada nêvdewletî de jî hem Brîtanyayê hem Emerîkayê li hemberî PKK-ê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Her çi dibe bila bibe dewletên xêrnexwazên Kurdistanê dest ji plana xwe ya pêkanîna ”serhildanê”, çêkirina ”kaosê” û ”dagîrkirina Kurdistanê” bernedane. Divêt kurd hişyar bin. PKK di propagandaya xwe de bi zanîn behsa ”hevkariyê” di nêvbera Tirkiyeyê û PDK-ê de dike lê belê ew ji binî de derew e. Ya ko li ser erdê di realîteyê de xizmeta Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê dike PKK bi xwe ye. Ji nêv kurdan dijmina herî mezin ya dewleta Kurdistanê û dijmina desthilata kurdan li ser axa Kurdistanê PKK ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev