”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 31

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 31

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a yanzdehan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -11

Merasîm û edetên ku bi mirinê va girêdayîne

Piştî mirina kurdekî (an kurdekê) merivên wî û hezkirîyên wî berev dibin bona şîna wî bikin. Kesên heznî kincên reş li xwe dikin û laçikên reş didine serê xwe, pir caran dê, jin û xwîşka kesê rehmetlêbûyî porên xwe jê dikin û rûyên xwe ewqas vedirûn, heta xwîn jê tê.

 

Li jêr emê merasîmên dema şîna kurdên koçer li Tirkîyê, di nîveka sedsala XIX ji we ra şirove bikin: ”Merivên herî nêzîk berev dibin, lê jinên nivatinan dibêjin (dengbêj) ”lawijok” û ”siwaro” distirên, eger kesê wefat bûye merivekî mêrxas bûye, di şer da bi efatî û egîtîya xwe va berbiçav ketîye, wê demê sitiranên mêranîyê davêjine ser wî. Kesên genc diçin mezel dikolin, lê melle kesê mirî dişo, bi kefen wî dipêçe. <…> Cem musulmanan melle li ser kesê mirî telqînê dixwîne. Ji bona kolana mezel, şûştina kesê mirî û anîne cinyazê wî bo Kurdistanê heq nayê dayîn, her kes wî karî belaş dike”45. Jina rehmetî, keça wî û xwîşka wî gulîyên xwe dibirrin û ser kêla kevirê kesê mirî darda dikin. Di nava sê rojan, carina jî heft rojan kesên heznî têne ser mezel, digirîn, şînê dikin, xêra mirîyan belav dikin. Piştî bîst rojan li mala mirî gelek xwerin û şîrinayî çê dikin, gazî merivên xwe û cînaran dikin, heta bangî nenasan jî dikin, bona ruhê mirî xêrê didin. Neferên malê şeş mehan şînê dikin, carina jî heta temamîya salekê. Heta wextê şînê xilaz nebe, ewana naçine tu şahîyan. Lê cem kurdên ji eşîretên Kelhanî û Goranî, gorî edetê, qedexe ye ser mirîyan bigirîn.

Di rojên me da li Kurdistanê merasîmên şînê yên musulmanan tam gorî qanûnên îslamê ne, ku li her welatên musulmanîyê hene. Kesê mirî derbazî xanîyekî taybet dikin (ji bo nimûne, camîyê), wî wisa datînin ser texte, ku sere wî berê xwe bide Mekkayê, wî dişon û bi kefenê ji qumaşê pembu va dipêçin. Li Kurdistana Navbendî, piştî ku mirî dişon, hêşinaya bînxweş li laşê wî dixin û wî bi kefenekê an çend heban dipêçin.

Kêm caran mirî bi tabûtê çal dikin. Kesê mirî ser çardara bi textê daran çêkirî dibine goristanê. Piranîya kesên heznî ji malê ne û cînar in, jin digirîn û li sîngê xwe dixin. ”Di pêşîya kesê mirî da, an jî dû wî ra hespê wî dibin. Eger merivekî genc wefat bûye, hespê wî bi qumaşên geş û rengorengî va dixemilînin (pir caran laçikeke sor bi situyê hespê va girê didin), li ber terkîya wî şûr û qemeya wî darda dikin. Eger kesê mirî merivekî sere bûya, hespê wî bi qumaşê reş, ku nîşana heznîyê ye, dipêçin. Pey dinaxkirinê daa hespê dibine mal û ew wek milkê malbeta kesê rehmetlêbûyî li wir dimîne. Qedexe ye wî dîyarî kesên din bikin, lê dikarin wî bi kar bînin. Eger kesê mirî ji binemaleke dewlemend bû an jî serekê eşîrê bû, bi dû çardarê ra gelek siyarîyên tivingên wan li ser milan diçin”46.

Wek ku kurdzan V. P. Nikitin dinivîse, mezel weke bejina kesê mirî tê kolanê û dindurê wê bi keviran an kelpîçan (agûran) tê lêkirin. Kesê mirî ser milê rastê çal dikin, wisa ku berê wî li Mekkayê be. Eger kesê mirî şiî ye, pir caran moxir (kerîkî xwelîya kaxçînê ya dewisandî ya bi dîdemên Kerbelayê, ku bajarê şiîyan yê pîroz e) dikine ber serê wî. ”Bi selikên kelpîç va wisa dor li kesê mirî digirin, ku ew rehet di bin wan da velezîyayî dimîne. Selikan jî bi gîha wisa dinixêmin, wek ku banê xanîyên kurdan ava dikin. Û ji wê ra dibêjin ku bo kesê mirî xanîyekî binê erdê çê dikin. Xwelîyê dikine ser gîha… Wê demê melle telqînê dixwîne û dua li kesê rehmetî dike. Heznîyên li wir hazir çend gavan ji mezel dûr dikevin. Dema melle duayên xwe xilaz dike, ewana careke din nêzîkî mezel dibin û destê xwe didine axê. Pişt ra vedigerine mala kesê mirî. Melle dua dike, kesên hazir dibêjin: ”Amîn!”. <…>

Dema tarî dikeve erdê, malxwêyê malê çira don vê dixe û wê datîne li wî cîyî, ku kesê mirî li wir şûştibûn. Çira gerekê ji êvarê heta berbangê bişuxule, bona kesê mirî di nava ronahîyê da be, eger na wê di mezel da tarî-tarîstan be”47. Xêra mirî di roja sisîyan, heftan, çilî û piştî salekê didin, hemû dost û kesên nêzîk di dema xêrdayînê amade dibin. Herwiha bangî jinên ku dikarin nivatinan bêjin (stiranên heznîtîyê, yên şînê) dikin bona ew bi kilamên taybet şîna mirî bikin.

Kesên here nêzîk salekê şînê dikin. Piştî salekê, berî destpêka eyda gelêrî, cînar hineyê ji jinebîyê ra tînin û hîvî jê dikin bona eydê porên xwe hine bike. Eger jinebî razî dibe, wê demê şîn xilaz dibe. Kincên kesê mirî salekê xwey dikin.

Li ser axa Îranê û Îraqê her eşîretek xwedî goristanekê ye, ku pareveyî ser beşan dibin, her beşek ya malbetekê an ya binemalekê ye. Cem kurdên ji eşîreta Milla edetek hebû, ku her welatîyekî wan, ku li dervayî axa wan mirîye, dikare ser erdê wan bê binaxkirinê.

 

Şîn cem êzdîyan

Êzîdî bawer dikin, ku piştî mirinê ruh ji bedenê derdikeve, li ser pira Seratê dîyar dibe, ku riya ber bi buhuştê ye. Bona ser wê pirayê ra derbaz bin û li wir neşimitin, nekevin (li dojehê), ewana hewcê piştgirîya Birê Axiretê û Xatûna Ferxan in. Dema meriv dikeve ber ruh, li rex wî gerekê şêx, pîr, Birê Axiretê û Xatûna Ferxan, herwiha ”birayê xwînî” – kirîv, hebin48. Piştî mirinê mirî dişon û bi kefen va dipêçin. Eger keç an jineke ciwan dimire, kincên here baş lê dikin û wê bi xişirên wê yên giranbuha ra tevayî binax dikin. Xwelîya ji gora Şêx Adî anî direşînine ser enî û çavên mirî. Hinek berateya ji Perestgeha Şêx Adî dikine devê kesa mirî.

Li ser riya goristanê xizmetkarên dîn, ango kesên ji mala hadîyan, di pêşî da diçin û telqînan dibêjin. Li îraqê ev merasîm dikare bi diholê û meyê be. Cinyaz bi wî awahî dadixine mezelê pêşda kolayî, ku berê kesê mirî li alîyê rohilatê be. Jin digirîn, porên serê xwe jê dikin û li sîngê xwe dixin. Nûnerên ruhanî yên taybet – qewal – telqînan dibêjin, ku tê da jîyan tenê kincên ser mirov in.

Eger Mîr an serekê ruhanî dimire, di dema binaxkirina wî ji tivingan gulleyan berdidin. Paşê peykerê darîn datînin li ser mezel û kincên kesên mirî yên herî baş li peyker dikin. Li Pişkavkazê eger kesê mirî siyarîyekî bêhempa bûye, li ser mezelê wî şiklê hespê dineqişînin. Eger kesê mirî yekî bêtirs û egît bûye, li ser mezelê wî şiklê beran datînin, ji ber ku wisa bawer in, ku beran nîşana efatîyê û mêrxasîyê ye.

Bi gotina lêkolînera demên me Birgul Açikyildizê, “sê rojan piştî binaxkirinê malbeta kesê mirî xêreke mezin dide. Di nava heftêyekê da Birê axiretê tê mala kesê mirî, ber dilê neferên malê da tê. Lê piştî çil rojan gayekî tînin ser mezel wek qurban serjê dikin û goştî wî gayî wek xêr bela dikin”49. Carina sê rojên pêşin piştî mirinê û roja 47an pereyaan di nava feqîran da bela dikin, xurek û kincan didine wan.

 

Şîn cem ”kesên ser riya rast” (ehl-î heq)

Gorî edetên ehl-î heq, kesê mirî dişon, bi kefen va dipêçin. An xelîfe – xizmetkarê ruhanî, ku alîkarî dike bona pêkanîna erefatên dînî, an jî jina kesê mirî wî dişon. Agirê, ku avê li ser dikelînin, piştî wê gerekê heft rojan pey hev bê rawestan bişuxule.

Endamên olka ehl-î heq dema çalkirinê ne ku berê wan didin Mekkayê, lê didine pîşwoyê – goristanên kesên binavûdeng – an jî berê wan didine alîyê gundê Perdîwarê, ku warekî bona kesên bi bawermendîya ehl-î heq cîyekî pîroz e. Dora cinyazê kesê mirî dîwarên bilind lê dikin, wana bi selikaan dinixêmin û di jorda xwelîyê ser da ro dikin. Di dema binaxkirinê kesên digirîn – mûrewar – hazir dibin. Heft rojan şînê dikin: her roj di mala kesê mirî da civînên binemalê – cem – çê dikin. Di nava şeş rojan da li civînê qurbana bê xwîn – nezir (gûz, fêkî, şîrnayî) – dixun, roja heftan – qurbanîyê (goştê pez an dewarê ku qurban dane) – dixun. ”Merivên heqîyê”, ku bawer dikin ku ruhê merivan piştî mirinê jî dijî, ser wê bawerîyê ne, ku ruh wê rojê dikeve nava bedena kesekî din. Jin tevaya heftêyê şîna kesê mirî dikin, lê roja heftan diçine ser mezel, bona mezel bidine hev, paqij bikin. Heft rojan di mala wî da paqijayê nakin û di ocaxa wî da çira herdem vêketî ye.

Xêra kesê mirî roja sisîyan, heftan û çilî piştî mirinê didin, lê paşê rast piştî salekê xêrê didin, ku jê ra dibêjin xêra salê.

 

* * *

Hemû kurd hewil didin çanda xwe a taybet biparêzin. Di wî karî da malbeta kurdan a tradîsyon roleke mezin dilîze, ku di wê da merivên sere gencan fêrî erf û edetên gelêrî dikin, alî wana dikin, ku dewlemendîyên çandî yên bi sedan salan ji nifşekê derbazî nifşeke din bibe. Hema di malbetê da zaro çav didine merivên xwe û fêrî çanda xwe a kevinare, bingehên dînî-bawermendîyên xwe dibin, hînî qanûnên hurmetgirtinê û qedirgirtinê dibin, ku hinkûfî kurdan e.

 

(JÊRÊNOT)

45) Баязиди, Мела Махмуд. Нравы и обычаи курдов / пер. М. Б. Руденко. М., 1963. С. 51.

46) Никитин В. Курды: Пер. с фр. М., 1964. С. 187.

47) Dîsa li wir.

48) Kirîv dikare him êzîdî be, him jî musulman be. Erkê kirîv yê herî mezin ew e, ku di dema sunetkirina kurê hevalê xwe amade be, em wê jî bêjin, ku dema sunetkirinê kurik gerekê di dawa kirîv da be. Piştî wê merasîmê wî bi nav dikin wek «kirîvê xwînê»

49) Acikyildiz, Birgul. Yezidis, The History of a Community, Culture and Religion. London, 2010. P. 103.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev