JUL BAŞ!

JUL BAŞ!

Kurdên Sovyet ji Kalê Pîroz ra dibêjin Kalê Simêlpûs,

ji Dara Noelê ra dibêjin Dara Merxê.

Xetên stiraneke me:

Teşîya min ji dara bîyê

Lê dirêsim hirîya mîyê

Teşîya min ji dara merxê

Lê dirêsim hirîya berxê (liva).

Husên Duzen

Ez dizanim, gava çavên we bi sernivîsa vê gotarê ket we ji xwe pirsî, gelo ev çi ye.

Peyva „Jul“ tê wateya “teker”, ku di Swêdî de “Hjul” tê nivîsandin. Lê dibe ku niha jî hûn bibêjin, ev çi ye gidî, “Teker baş!”?

Îca ku we destûr hebe, ez dixwazim ji we re vebêjim bê çawa ez hatim ser vê fikrê, ku silaveke wisa bidim we.

Hûn dizanin ku gelek hemwelatiyên me li Swêdê dijîn. Bi salan e, qala modela Swêdê dibe. Bi alîkariya Swêdiyan gelek berhemên kurdî hatin afirandin. Ji ber ku îro cêjna Xirîstiyanan dest pê kir, min xwest ez bi Swêdî vê cêjnê pîroz bikim. Swêdî bi xwe ji dêvla ku bibêjin “Noel pîroz be!” dibêjin, “God Jul!“, ev ne tiştekî seyr e, bê çawa Ereb dibêjin “Îd Mîlad Saîd!“, Tirk dibêjin “İyi Noeller!“, Ingilîz “Merry Christmas!“, Lîtawî dibêjin “Linksmu Kaledu!“ Swêdî jî dibêjin “God Jul!“. Dibe ku hûn niha bibêjin, ku mebesta te ev bûya, te dikarîbû bi Esperanto bigota “Gajan Kristnaskon!“, hingê me yê hemiyan fam bikira.

Dema min biryar da, ku ez li ser vê babetê binivîsim, min dît ku gelek peyvên di ferhengên bin destên me de tune ne, pêwist in; gelo merov bi Kurdî ji cêjna “Christmas” a bi Ingilîzî re, an ji fîgurê bi Almanî “Weihnachtsmann” re, dibêje çi? Piştî ku ferhengên di refika min de alîkariya min nekirin, û navê çu nivîskarên kurd ku li ser jiyana Xirîstiyanan, an ya Ewropiyan nivîsandibin nehat bîra min, min xwe berda nav malperên internetê. Di ber re wek ku di rewşên wisa de ez gelek caran dikim, min telefonî çend dostên xwe kir û alîkarî ji wan xwest. Qet nebe ez di malpereke înternetê de fêrbûm ku mirov ji bo “Merry Christmas” a îngilîzî dibêje “Şeva pîroz şahîbe!”. Û li gor agahdariyên ku Tengezarê Marînî dan min Suryaniyên Kurdîstanê ji “Weihnachtsmann” ê almanî re, “Kalê Pîroz” dibêjin.

 

* * *

Her sal roja 24´ê Çileyê Pêşîn cêjna Xirîstiyanan a mezintirîn dest pê dike. Li hemû dewletên Ewropa û gelekên din sê roj li ser hev tatîl in. Mirovên welatên Ewropa du mehan berê dest bi amadekariyên ji bo Noelê dikin; diyariyan ji hev re dikirin, çîrokan ji zarokên xwe re dibêjin. Li gor vê çandê îşev bi dizî Kalê Pîroz li malan geriya û diyariyên zarokan belav kirin. Gelo ew kalê bi ebeyeke sor û rîha sipî wek berfê nayê xewna kîjan zarokê/î?

Herçiqas Noel wek cêjna bûyîna Hz. Îsa tê pîroz kirin jî rehên vê cejnê hîn kûrtir in.

Şeva 21´ê bo 22´ê Çileyê Pêşîn şeva salê ya herî dirêj e û ro li ezmên li cihê herî nêzîk e. Ev bûyer wek çerxbûna zivistanûroyê di gelek çandan de wek cêjn dihat pîroz kirin. Mirina sala derbasbûyî û bûyina ya nuh dihat pîroz kirin. Piştî roja kurttirîn a salê hêza rojê dîsa bêtir dibe û roj dirêjtir dibin. Germanan, ev roj pîroz dikirin û wek sembola royê jî, teker bikar tanîn, lewra di vê cêjnê de agir bi tekeran dixistin û digindirandin.

Wer xuya ye ku ne tenê Kurd in ên ku di pîrozkirina cejnên xwe de tekeran dişewitînin.

Hemû agahdarî diyar dikin ku Xirîstiyan li ser cêjna Jul a çerxbûna zivistanûroyê ku temenê wê ji yê Noelê zaf kevintir e, rûniştine; ji dêvla ku ew li dijî wê şer bikin, ew ji bo cêjna xwe bikaranîne. Ji xwe dîrokzan li ser hemfikir in, ku ne gengaz e, ku roja bûyina Hz. Îsa di vê mehê de be. Ji ber ku di dema bûyîna wî de qala berxan jî tê kirin, divê ew di mehên buharê de hatibe dunyayê.

 

* * *

Gelek caran ez pêdiviyeke mezin his dikim ku ez çend peyvan bi keseke/î ku li welêt dijî re biaxivim. Bi Kurdiya li erdê xwe, ya kok vedayî. Di rewşên wisa de, ez radihêjim telefonê û bi merivine xwe, an bi hevaline xwe re, çend deqe bin jî, diaxivim, da ku ew roj karibe dest pê bike, an jî ku êvar be, biqede.

Çu demê zimanê ku ez bikar tînim û yê ku hemwelatiyên min ên li welêt bikartînin ewqas ji hev dûr nakevin; gelek caran, di vân rojên dawiya Çileyê Pêşîn de, em çu tiştî ji hev fam nakin. Bi min wisa tê çu şopên vê melankoliya ku bi nêzîkbûna Noelê re min digre, li ba wan tune ye. Ne kes ji wan qala kirîna diyariyan dike, ne jî ya qazên ku di 24´ê vê mehê de tên heşandin. Carekê duduwan min qala qaza heşandî kir, gotin ew tiştê tu qal dikî wêneyekî çîrokî ye. Ev bûyera ku ez hersal li vî welatê ku bi hezaran km ji welêt dûr e dijîm ji bo wan çîrok e.

Gelo Kurdên li welatên Ewropa çidikin, ji zarokên xwe re qala Kalê Pîroz dikin, dara çamê li malên xwe dixemilînin? Ew kalikê di fenteziyên zerokên hevalên wan de dijî ji bo zarokên Kurdan î li van welatan tê çi wateyê?

Nizanim çima, lê di çend rojên berî Noelê de ew pêdiviya xeberdana bi Kurdî kêm bi min re çêdibe. Di van rojan de bêtir li pirtûkfiroşên bajêr digerim. Li wan pirtûkên ku van mehên dawî derketine û li ser maseyan hatine raxistin yek bi yek mêze dikim, wek ku ez li xwediyekî xwe bigerim. Gelek caran dibêjim ezê mêze bikim heta ku ez yeke hevaleke/î xwe ya ku van rojan hatiye wergerandin bo Almanî bibînim. Carnan jî ez li romaneke ku min berî bi çend mehan dest bi xwendina wê kiribû û neqedandibû, rast têm. Ez kêliyeke dirêj li ser lingan radiwestim û rûpelên wê tev didim heta ku ez wî cihê ku min dev ji xwendina wê berhemê berdabû dibînim. Di cîh de dixwazim xwendina ku min nêvcî hiştibû dom bikim. Carnan jî rûwên nivîskarên pirtûkan di nav rûpelên wan de dibînim, sohbetên min bi wan re yên di nevbera xwendineke wêjeyî de tên ber çavên min.

 

* * *

Hevalekî min li Stenbolê heye. Wek malbat em û malbata wî heval in. Lewra her ku riya min bi Stenbolê dikeve ez wan dibînim. Hem hevalê min hem jina wî ji dê û bavên musulman in, lê ji ber girêdana wan a bi modernîzmê ve hemû kirinên xwe li gor nirxên ewropî dipîvin. Ku em hevdû dibînin gelek caran nîqaşên me li ser welat, jiyana li Ewropa û ya li Stenbolê ne. Berî bi çend salan ez sersalê cardî mêvanê wan bûm. Bala min dareke çamê ya plastîk kişand. Qederê ez ji helwesta wan têgihiştim, wan ew ji bo sersalê peyda kiribûn û wek semboleke medeniyeta ewropî dihesibandin. Gava min got ku ew li Ewropayê wek sembola cêjna Xirîstiyanan û roja bûyîna Hz. Îsa tê bikaranîn, mazûbanên min dîn bûn. Li gor wan çu pêwendiya dara çamê û bi bûyîna Hz. Îsa re tune bû.

Bêguman li welatên ku hejmareke kêm Xirîstiyan li wan dijîn, agahdariyên li ser Noelê jî kêmtir in. Lê li welatên Ewropayê ku gelek Kurd jî tevî zarokên xwe li wan dijîn cêjneke zaf girîng e Noel. Qederê ku ez dibînîm hîn helwesteke eşkere ya dê û bavên zarokên Kurdan di derheqa vê cêjnê de tune ye. Bi hefteyan li dibistanan, an cihê zarokan î din, di televizyonan de, her babet li ser Noelê, Kalê Pîroz û hwd. e. Lê li malên Kurdan bêdengiyek, an jî helwesteke nediyar heye. Gelo em li ser fikirîne bê ev ji bo zarokan tê wateya çi?

 

* * *

Çizanim, çirayên bajêr, ronahiya findên di şibakeyên cîranan de, bêdengiya vê rojê, ev rêz bi min dan nivîsandin.

Bi hêviya ku Şeva Pîroz ya hemû Xirîstiyanan şahî be!

Yan jî wek hemwelatiyên me yî Suryanî dibêjin:

“Îdo Birîxo Aleyxo!”

Jul Baş!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev