Berdevkê Hikûmetê: Me daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêz bişîne ser sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê

Berdevkê Hikûmetê: Me daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêz bişîne ser sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) –  Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil piştrast kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêz bişîne ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamevanan da û mijara daxwaza cîbicîkirina hêzên Amerîkayê li ser sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê zelal kir.

Cotyar Adil di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêz bişîne ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, ji bo nîşandana niyetpakiyê ku Herêma Kurdistanê şer naxwaze û ji bo ku sînor bi awayekî baştir bên parastin.”

Roja Çarşemê 16ê Kanûnê Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku demjimêr 01:00ê şeva bihorî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê şerek di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke çekdarên PKKê de derket, ku dixwestin bi “qaçaxî û bi awayekê neyasayî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”

Serbest Lezgîn herwiha diyar kir, hêzên YPGê jî ji nav axa Rojavayê Kurdistanê ve êrîş kirin û hewl dan dest bi ser xaleke Pêşmerge de bigirin û got, “Piştî çend demjimêran diyar e hêzeke YPGê di nava Sûriyê de xwe organîze kir û di demjimêr 4ê Sibehê de êrîşî ser xaleke Pêşmerge kir li vê deverê, êrîşeke bi hemû çekên giran, BKC û 22 mm û RPG, zêdetir ji demjimêrek û nîvan şer berdewam kir.”

Peywendiya Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiyeke telefonî de rêkevtina Şingalê û aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Sêşemê 22yê Kanûna 2020an peywendiyeke telefonî pêk anîn û di wê peywendiya telefonî de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û mijara ewlehiyê sînorê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê gotûbêjkirin

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî çalak û di asteke bilind de, beşdarî hewldanên çareserkirina pirsgirêk û gihiştina rêkeftinekê ya navbera Herêm û Hikûmeta Federal de bibin.

Herdu aliyan astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê gotûbêjkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev