Çapa duduyan ya ”Gramera Kirdkî” derket

Çapa duduyan ya ”Gramera Kirdkî” derket

Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî) ronahî dît

Roşan Lezgîn

 

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket.

 

Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt cih digirin û di rûpela li hember jî wergera wan a bi kurmancî heye.

 

Dîsa, di beşa “Di Lêkeran de Rawe” de tabloyên ku têde hemî cihnav hatine bikaranîn û demên Kirdkî-Kurmancî hatine muqayesekirin hene. Li dawîya kitêbê jî, ferhengokek ku têde qasî hezar heb lêkerên xwerû yên Kirdkî-Kurmancî û tabloya li hemî deman bikaranîna lêkerên xwerû heye.

 

Di kitêbê de bêhtir ji muqayesekirina Kirdkî û Kurmanckî, esas bi alîkarîya muqayeseyê avanî, sîstem û qaydeyên gramera Kirdkî (Zazakî) bi tevahî ji bo kurmancan têê nasandin.

____________________

Hemî kitêbên Weşanxaneyê Roşna li PirtukaKurdi têne firotin. Hûn dikarin ji her dera cîhanê online sipariş bidin.

https://www.pirtukakurdi.com/rosna-yayinlari-tr

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev