Berhemên kurdzanên me – 231

Berhemên kurdzanên me – 231

Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da -3 

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da”. Em îro beşa sisîyan raberî we dikin, heftêya bê beşa çaran, ango ya dawî bixwînin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Ji dawîya sala 1941ê – destpêka sala 1942an da ji beşên navbendî û bakur yên Kurdistana Îranê dest pê kirin deng û behsên nebixêrîyê hatin. Beşeke pir ji 60 eşîretên kurdên Îranê52, ku ji zordestîya desthilata Şah xilaz bûbûn, gotin, ku tu erkên wan di hindava dewletê da tune; li hinek deveran serekeşîr bi serê xwe bûn, zordestî li milet dikirin, ew talan dikirin û binecîyên am û tam ji wê yekê zirar didîtin. Femdarî ye, ku xweserîtîyên ha yên serekên kurdan gelekî ji tevgera miletîyê dûr bûn, ji ber ku di hêla sosîalîyê da ew ne di berjewendîyên eşîretan da bûn. Lê zordestîyên serekên kurdan ji zordestîyên desthilata Şah pir kêmtir bûn. Bi wê ra tevayî beşeke zaneyên kurdan, wek me li jorê jî got, bi esilê xwe va derebeg bûn jî, lê îdêayên nû qebûl kirin û ketine ser riya hevgirtina hemû kurdan, bona bigihîjine xweîdarekirina miletîyê. Ewana piranî li Mehebadê û herêmên din yên Kurdistana Mukrîyê bûn û di nav wan da dewlemndên kurdan jî hebûn, ku kesên xwendî bûn. Lê di hêla erdnîgarîyê da tesîra wan sînorkirî bû, xwesma di destpêkê da. Serokatîya gelê kurd serekeşîrên berê dikirin û axa ji çemê Rizayê destpêkirî heta bakurê welêt di bin destê wan da bû. Ocaxên sereke yên tevrabûnên dijî hukumetê yên eşîretên kurdan di salên 1941-1942an da li wir bûn. Ew tevrabûn tirseke mezin kiribûn dilê Tehranê.

Ji bo nimûne, li dêpartamênta dewletê ya Amêrîkayê ji bo vê meseleyê tevlihev bûn. Wek ku di mêmorandûma serekê beşa Rohilata Nêzîk W. Murrer ya 10ê çileya paşin sala 1942an da dihate gotin, kurdên Îranê û eşîretên din yên Îranê gelek çek û sîlih zevt kirine, ku dema leşkerên Brîtanîyayê û Rûsîyayê ketine wî welatî, leşkerên Îranê ew bi cî hîştibûn. Bi wan çekan pevçûnan saz dikin, ku pir xeter e. Gerekê wana bi lez bikine bin kontrolê, bona transport bikaribin bê problêm ji wir derbaz bin, xwesma bi riya xeta hesin ya Transîranîyê53. Piştî çend rojan ji nûnerê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Îranê L. G. Dreyfus behsek hat, ku kurd êrîş birine ser bajarê Rizayê, welî ji kar avîtine û çend polîs kuştine. Li Tehranê ser wê bawerîyê ne,- nûner got,- ku sûc yê Sovyet e, ku nahêle leşkerên hukumetê gema kurdan bikişînin54. Hema wan deman rojnameya Misirê “El-Ehram“ nivîsî, ku bextîyar jî serî hildane, ku îngilîs çek dane wan55.

Eva rêaksyona eşîretan ya pêşin bû di hindava rewşa li Îranê sazbûyî ya piştî leşkerên Îngilîs û Sovyet ketine wî welatî. Piştî bêhnvedana zivistanê, dema li çiyan şer nakin, di nîsana sala 1942an da li Rizayê dîsa tevlihevî saz bûn. Kurd êrîş birine ser qereqolên cendirmeyan û ev de`wekarîyên xwe raber kirin: 1) bi wan ra bikevine nava hevraxeberdanan; 2) destûrê bidin li bajêr çekên wan hebin; 3) qereqolên cendirmeyan bidine hilanînê. Bi bawerîya konsûlê Amêrîkayê li Tebrîzê Kenîholm, eger rewşa rûsan li Kavkazê xirab bibe, wê demê êrîşên kurdan wê xurttir bibin. Tenê rûs dikarin ji heq û hesabên kurdan bêne der, eger zor li wan bikin. Serekwezîrê Îranê Elî Soheylî gazinê xwe li baylozxaneya Sovyet kir, ku ew nahêle leşkerên Îranê ji heq-hesabên kurdan bêne der û hîvî ji L. G. Dreyfus kir alî wî bike bona Rûsîyayê û Îngilîs qane bikin wê yekê bikin. Baylozê Sovyet ev yek qebûl ne kir û got, ku peymana Sovyet-Îranê ya 29ê çileya paşin sala 1942an heye, lê baylozê Brîtanîyayê temî da hukumeta Îranê komîsyonê saz bikin bona çareserkirina pirsa derheqa eşîretan da. Rasthatina konsûlê Sovyet yê sereke li Tebrîzê bi nûnerên Îranê û kurdên nêzîkî Rizayê ra hate derbazkirin, ku tu encam ne da. Kurdan daxwazên xwe raber kirin, lê konsûlê Sovyet bangî wan kir herine malên xwe56.

Lê Tehran ji ya xwe danediket û hevalbend digerîyan bona zor li Moskvayê bikin. Baylozê Îranê li Enqereyê berbirî Tirkîyê bû, ew da tirsandinê, ku dibe di bin tesîra kurdên Îranê da di nav kurdên Tirkîyê da jî tevlihevî bixuliqin, û hîvî kir, ku baylozê Amêrîkayê li Enqereyê bê hewara wan. Baylozê Îranê gazinê xwe li baylozê Amêrîkayê kir, ku 20 hezar leşkerên Sovyet, ku li herêma çemê Rizayê ne, tu tiştî nakin bona derkevine dijî 3 hezar kurdan û nahêlin, ku leşkerên Îranê bikevine wê herêmê. Behs bela bû, ku baylozê Îranê li Yekîtîya Sovyet (wê demê ew bi dîplomatên xwe ra tevayî li bajarê Kûybîşêvê bû) gihîştîye wê yekê, ku Î. V. Stalîn wê ji bo wê pirsê wî qebûl bike57.

Balkêş e, ku emirkanan giringîyeke mezin didane wê problêmê, ku ji bo Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî problêmeke lokal bû. Îzbata wê yekê înstrûksyona sêkrêtarê dewletê yê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî Kordêlla Hêll ya ji bo baylozê Amêrîkayê li Yekîtîya Sovyet ya 6ê gulanê sala 1942an e, ku destxweda pey sitendina bûyerên jorê kivşkirî ra hatîye şandin. Girêdayî bi bûyerên li Kurdistana Bakur ra,- Hêll nivîsî,- gerekê “firsendê bibînin“ bi hukumeta Sovyet ra wê pirsê guftûgo bikin û van argûmêntan raber bikin: 1) propaganda dewletên faşîstîyê dikare ji tevlihevîyên kurdan “perekî mezin“ qazanc bike û Sovyet di wê rewşê da dikare beşeke axa Îranê zevt bike. Ew propaganda dijî Tirkîyê û Îraqê ye (Îranê jî) û eva dikare “li wê herêma pir giring“ zirarê bide Koma Miletan; 2) “jîyan û milkê“ emirkanan li Îranê di bin xeterê da ye (jina nûçegihanekî Amêrîkayê hatîye kuştin); 3) radyoya hevalbendên welatên piştgirên faşîzmê elam kir, ku hêzên Reşîd Elî el-Geylanî bi kurdên Îranê ra bûne yek. Eger ew ne rast e, serhildana kurdan dikare ji alîyê dijmin da bê bikaranînê û dikare “ji bo riya ku ji Rûsîyayê diçe Îranê“ dijwarîyan saz bike. Sêkrêtarê dewletê nivîsî, ku hukumeta Îranê rewş aram kirîye. Derheqa wê bûyerê da hukumeta Îranê hayadar ne kirine, û ne hewce ye hukumeta Sovyet bizanibe, ku tevbûna Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî bi hîvîkirina Îranê pêk hatîye58.

Gorî salixên L. G. Dreyfûs, serekwezîr Elî Soheylî ji V. M. Molotov bersîvek sitend, ku bi dilê îranîyan bû û tê da dihate gotin, ku serleşkerîya Sovyet ra hatîye gotin bi desthilata Îranê ra hevkarîyê bike û destûrê bide leşkerên Îranê herine “herêmên ne rehet“. Wezîrê leşkerîyê Amanolle Cehenbanî û çend zabitên derece bilind hatine Azirbêcana Îranê. Lê di destpêkê da hevkarîya Sovyet-Îranê ne zêde xurt bû. Kurd wek berê êrîşên xwe berdewam dikirin. Paşê di navbera Rizayê û Xoyê da qereqolên tevayî yên Sovyet-Îranê hatine sazkirinê, bi razîbûna serleşkerîya Sovyet alayeke Îranê ji Tebrîzê şandine Rizayê. Lê tevrabûnên kurdan li her deran berdewam bûn û digihîştine heta sînorên Îraqê59.

Zûtirekê serleşkerîya Sovyet çend berdaxwerin kir. Pêşî destûr da 500 leşkerên Îranê bikevine Rizayê, paşê destûra 1500 leşkeran dan, lê bi kêmanî sê caran zêdetir lazim bû. Serleşkerîya Sovyet dixwest bi her awahî di pirsa kurdan da piştgirîya farisan bike, wek dibêjin, di her sehetekê da bi kevçîyê çayê va, ne zêde. Ji bo nimûne, ew ne dij bû, ku çekan ji kurdan berev bikin, lê de`w dikir, ku ew pêvajo bi “aştî“ bibe. Lê dîsa jî jimara leşkerên Sovyet li herêmên kurdan û azirîyan yên Îranê ji berê va kêmtir bû, lê ya îranîyan her diçû zêdetir dibû60.

Di encamê da li payîza sala 1942an pêwendîyên Sovyet-Îranê ber bi başîyê çûn. Tu şik tune, ku ji alîyê Î. V. Stalîn da qebûlkirina baylozê Îranê alî wê yekê kir. Bi bawerîya baylozê Amêrîkayê li Îranê ew yek di dema xirabbûna pêwendîyên Îranê-Brîtanîyayê qewimî, dema Îran bi serî xwe tevî karên hundur yên Îranê bû. “Îngilîs me talan dikin“,- wezîrê karên der yê Îranê ji emirkanekî ra got61. Rewşeke wisa ji Moskvayê ra gelek dest dida, û herwiha hinekî jî ji Waşîngtonê ra dest dida, ku hewil dida kîsî îngilîsan hêza xwe ya li Îranê bide qewînkirinê.

Nûçeya ji çavkanîya Amêrîkayê – ji baylozxaneya Tehranê – û rêaksyona dêpartamênta dewletê li ser wê, ne tenê wê pirsê ronahî dike, ku Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî dest pê kirin bal kişandine ser pirsa kurdan li Îranê di dema sertbûna wê ya di salên 1941-1942an da, lê herwiha bal kişande li ser çend taybetmendîyên giring yên helwêst û taktîka hevalbendan derheqa wê pirsê da. Amêrîka bona tesîra xwe li ser hukumeta Îranê bide mehkemkirinê, pêşnîyar kir di navbera wê û hevalbendên mayîn da bibe navçîgar, lê qet jî ne dixwest bi îngilîsan ra bikeve nava hevkarîyê, ji ber ku helwêsta îngilîsan ne bi dilê wê bû.

Brîtanîyan wek berê li Îranê û herwiha li Kurdistanê wek dagîrkar karê xwe dimeşandin, lê ne wisa eşkere, wek ku berê bû. Wana pêşî bi hêza çekan zor li wan eşîretên krudan kirin, ku dijî wan bûn, lê di hêleke din va jî hewil didan bi destî bertîlan û tewlebazîyan ji nav wan ji xwe ra terefdaran peyda bikin. Wana li zona xwe kêm-zêde aramî saz kirin, paşê hewil dan hukumê xwe li ser bakur jî bela bikin, ku leşkerên Sovyet li wir bûn. Ji bo wê yekê cesûsên xwe dişandine nava serekên eşîretan. Xwesma Muhemmed Sadiqê kurê serekê kurdan yê bi nav û deng û serekê ruhanî yê kurdên ser sînorên Îraqê-Îranê Seyid Taha pir aktîv bû, ku hewil dida li Rizayê “Komîtêya azadîyê“ saz bike, lê bi ser ne ket62. Ew yek, bê şik, dijî berjewendîyên Yekîtîya Sovyet bû. Û îngilîsan berjewendîyên Îranê jî bendî tiştekî ne dihesibandin, her caran serbestîya wê pêpes dikirin û wek me li jorê got, Tehran ji wê yekê pir aciz dibû.

Sîyaseta Yekîtîya Sovyet li Îrana Bakur, ku leşkerên wê li wir bûn, ne xwedî armancên zelal bûn. Pirsdanînên wê yên stratêgî zelal bûn û hema di heftêyên pêşin yên dagîrkarîyê da ew hatine pêkanînê: sengereke xurt hatibû danînê li ber xetera, ku dikaribû ji alîyê agrêsorên faşîstîyê û cesûsîya wê da bihata serê sînorên Yekîtîya Sovyet yên Kavkazê. Parastina sînorên başûr yên pêşenîyên şerê hemcihanê yê mezin roleke giring lîst, xwesma di nîveka dudan ya sala 1942an da, dema faşîst êrîşî li ser Kavkazê kirin û alaya wan ser demekê li ser çiyayê Êlbrûsê milmilî. Lê tevgera kurdan (herwiha ya azirîayn jî) ya miletîyê, ku piştî tebaxa sala 1941ê bi hêzeke nû va li Bakur-Roava Îranê tevrabû, pirsdanînên nû, ku berê ne dihatine texmînkirinê, danîne ber hukumeta Sovyet û dayîreyên wê yên leşkerî-dîplomatîyê.

Navçeyên sereke yên tevgera kurdan, wek me got, ew ax in, ku dikevine başûr, roava û bakurê çemê Rizayê. Di zona îngilîsan da çend tevgerên serekên kurdan (Hema Reşîd, Qaşkanîyan, bextîyarîyan û yên din) di nav demeke kurt da hatine têkbirinê, lê li bakur-rohilata Îranê, li Xorasanê di bihara sala 1942an da kurdan her tenê carekê serî hildane, ew jî li bakur û başûrê Meşhedê bûye. Kurdistana Mukrîyê û Azirbêcana Îranê bûne erafên sereke yên tevgerên kurdan, him yên derebegîyê-sêparatîstîyê, him jî yên dêmokratîyê.

Li welatên neyarên Yekîtîya Sovyet, piranî yên piştgirên faşîstan û li Îranê, behsên vir û derew dihatine belakirinê, ku xudêgiravî ew serhildan ji Moskvayê têne helandayîn û rêvebirinê, bona bikaribin Kurdistanê û Ermenîstana Tirkîyê zevt bikin63. Wek ku emê paşê bidine xuyakirin, ew yek ji rastîyê gelekî dûr e. Di wê dema şêr ya here giran da serokatîya Sovyet bi dil û can dixwest, ku rewşa hundurîn ya cînarên Yekîtîya Sovyet – Îranê û Tirkîyê aram be, ewê bi her awahî hewil dida, ku pêşî li perçekirina wan welatan bê girtin, nehêle, ku di nav koalîsyona dijîhîtlêrîyê da dubendî saz bibe. Di wan şertan da, dema destpêka şêr ji bo Ordîya Sor pir ne baş bû, her cûre helandayîna tevgerên miletîyê nêzîkî sînorên Yekîtîya Sovyet yên başûr wê gaveke pir şaş bûya. Hukumeta Sovyet di sîyaseta xwe ya di hindava kurdan da ev yek dabû ber çavan. Rast e, ewê xwe berk li wê prînsîpê ne girtibû, lê bala xwe dida rewşê û gorî wê jî rastkirin dikire di nava sîyaseta xwe da. Wek ku li dêpartamênta dewletê ya Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî da texmîn kiribûn, rûsan hey piştgirîya tevgera kurdan dikir, hey gema “kurdên xwebawer” dikişand64.

Yekîtîya Sovyet û Îngilîs di êtapa tevgera kurdan ya em li ser disekinin da hewil didan di pirsa kurdan da bi hev ra kar bikin. Di dawîya sala 1941ê an jî di destpêka sala 1942an da baylozê Îngilîs li Îranê R. Bûllard seredana Moskvayê kir bi taybetî bona bi V. M. Molotov ra ewê problêmê guftûgo bike. Dema ew vegerîya Tehranê, notayek şande baylozê Sovyet yê li Îranê A. A. Smîrnov ra û tê da bi kurtî encamên hevraxeberdanan raber kir. Tê da herwiha dihate gotin: ”Gorî sîyaseta me, em dixwezin hukumeta Îranê hişyar bikin bona ew desthilata xwe li Kurdistanê li xwe vegerîne û pirsgirêkên kurdan çareser bike”. Di sohbeta bi V. M. Molotov ra ewî ew gotin derew derxistin, ku xudêgiravî îngilîs piştgirîya ”kesekî bi navê Mohemmed Reşîd” (xuye ye, Mohemmed Hema Reşîd e) dike. V. M. Molotov bal kişande ser gotinên R. Bûllard, lê wisa xuya ye, ku ne xwestîye helwêsta Yekîtîya Sovyet di wê pirsê da eşkere bike65.

Dibe, ku Moskva yekser biryar nekiribû ka ewê di hindava kurdên Îranê û pirsa kurdan da tevayî xwe li kîjan xetê bigire. Û wisa xuya ye, ku ew pirs wê demê ji bo xwe ne gelek giring dîtîye, ji ber ku wan deman qedera Moskvayê, û dibe qedera tevaya şêr, dihate biryarkirinê. Ne dûr e, ku karmendên leşkerî û sîyasî ser wê bawerîyê bûne, ku gerekê çend tevgerên kurdên Îranê yên dijî hukumetê bi kar bînin bona qewînkirina zoraya Yekîtîya Sovyet li bakur-roavayê Îranê. Lema jî qumandarîya leşkerên Sovyet di destpêkê da pêşî li çend xweserîtîyên serekên kurdan ne girtîye.

Li Tehranê ji bo vê yekê xemgînîya xwe dîyar kirin, şik dibirine ser Sovyet, ku daxwazên wê yên agrêsîv hene. Çapemenîya Îranê ya bi mêlgirtina hukumetê bêy ku bi awayekî rastene qedirê Yekîtîya Sovyet keve, bi awayekî sergirtî ewê gunehkar kir, ku ew rê li ber daxwazkarîyên kurdan yên dijî Îranê vedike, kapmanîyake dijî wê tevrakirîye. Hemû tevgerên kurdan bi nav dikirin wek yên talankarîyê û qaçaxîyê, behs bela dibûn, ku kurd di hindava binecîyên am û tam da zordestîyan dikin û h.w.d. Ji bo nimûne, rojnameya bi zimanê fransî ”Journal de Tehran” di hejmara xwe ya 5ê gulanê sala 1942an, di gotara bi sernavê ”Derheqa Kurdistanê û kurdan da” nivîsî: ”Ev ne serhildan e, ev şêlandina binecîyên am û tam û xebatkar, transporta merivbir û barbir e (di têkstê da hema wisa jî hatîye nivîsar.- M.L.). Li her deran dizî, talankirin e û gerekê bi awayekî berk pêşî li van yekan bê girtin”. Hemû kurd dihatine binavkirinê wek talankar û qaçax, dihate gotinê, ku li Rizayê di nava 13 rojan da weke 300 gund hatine şêlandin û h.w.d. Rojnameya ”Ettelaat” bi awayekî zêdekirî-werimandî zordestîyên ”cerdên kurdan” li Rizayê dida rêzê û daxwazkarîyên binecîyan yên ber bi hukumetê çap kir, ku bê hewara wan, lê leşkerên Sovyet, ku li vir bûn, her tenê gef dixwerin, ku wê dijî desteyên Nûrî beg û Reşîd beg hêzê bi kar bînin, ku dor li bajêr girtine, lê dîsa jî tev ne bûn û hêz bi kar ne anîn. Rojnameyan herwiha derheqa şerê dijî ”bandîtîzma” kurdan ya li navçeya Şahpûrê û cîyên din da jî dinivîsandin66.

(dûmayîk heye)

 

Çavkanî:

52 Ji wana yên mezin ev bûn: Kelhor (120 hezar), Celalî (25 hezar), Şikakî (40 hezar), Xerkî (20 hezar tenê li Îranê), Millî (10 hezar), Begzade (5 hezar), Zerza (4 hezar), Mameş ji konfêdêrasyona berê ya Bîlbas (12 hezar), Debokrî – yek ji eşîretên herêma Mukrîyê bi jimara xwe va pir û yên din. Serekên wan ji binemalên Kurdistanê yên bi nav û deng bûn, di nav wan da sûfîyên navdar hebûn, ku rêvebirîya Neqişbendîyan dikirin û serekên wan Şêx Ubeydulle, seyid Taha û yên din bûn (Eagleton (Jr.) W. The Kurdish Republic, rûpel 16-23; herwiha binihêre: Jîgalîna O. Î. Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê, rûpel 99-116).

53 FR. 1942. Vol. 4, rûpel 223. Mêmorandûma serekê beşa Rohilata Nêzîk ya dêpartamênta dewletê W. Murrer – ji bo komekdarê sêkrêtarê dewletê Berli 10.01.1942.

54 Dîsa li wir, rûpel 264. Nivîsa nûnerê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Îranê L. G. Dreyfus ji bo sêkrêtarê dewletê 15.01.1942.

55 OM. 1941, hejmar 12, rûpel 638.

56 FR. 1942, vol. 4, rûpel 318-320. Nivîsa L. G. Dreyfus ji bo sêkrêtarê dewletê 01 û 03.05.1942.

57 Dîsa li wir, rûpel 320-321. Baylozê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Tirkîyê ji bo sêkrêtarê dewletê 04.05.1942.

58 Dîsa li wir, rûpel 321-322.

59 Dîsa li wir, rûpel 322, 323. Nivîsa L. G. Dreyfus ji bo K Hêll 08 û 15.05.1942.

60 Dîsa li wir, rûpel 323, 324. Nivîsa L. G. Dreyfus ji bo K Hêll 15, 16.05, 28.09.1942.

61 Dîsa li wir, rûpel 324-325. Nivîsa L. G. Dreyfus ji bo K. Hêll 07.10.1942.

62 Balayan B. P. Problêmên miletîyê li başûrê Îranê (1917-1979). Yêr., 1981, rûpel 113-114.

63 OM. 1941, hejmar 9, rûpel 446; 1942, hejmar 5, rûpel 202.

64 FR. 1943, vol. IV, rûpel 333. Mêmorandûma C. D. Cêrnêgên ji beşa Rohilata Nêzîk 23.01.1943.

65 AVPRF, fonda ”Sêkrêtarîya V. M. Molotov”, çenteya 4, 1942, dexle 188, defter 18, belge 1; fonda 094, sal 1942, çente 27, belge 7, defter 70, belge 1. Nota R. Bûllard ji bo A. A. Smîrnov 03.01.1942.

66 AVPRF, fonda 094, 1942, çenteya 27, dexle 15, defter 70, belge 91, 93-94, 119, 210, 235; çente 27, dexle 18, defter 71, belge 114. Dosyeya çapemenîya Îranê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev