Ji zargotina me – 231

Ji zargotina me – 231

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 8 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a heyştan çap dikin.

 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Berê bi xeyir vî jî Ekradan zehf zulim û teadî li xwecihan û riayan dikirin. Û bîst û sîh siwar dihatin û dibine mêvanêd gundiyan, pez û berx û mirîşk (tûtik) serjê dikirin û ceh zehf didane hespan û eziyet dikirin. Weqtê çûnê jî, çend quriş diraf û çend cot gore jî îtayî distandin. Îcarê ji wî gundî diçûne gundekî dinê. Bi vî terzî li gundan dewr dikirin.

 

Weqtê ser bêderan dibû, îcarê dîsanê Ekrad dihatine gundan û serî gundî çend çuwal tanîn (dianîn) û diavêtine ser gundiyan, ku evana tijî genim û ceh bikin. Çarneçar ew çuwal tijî genim û ceh dikirin û dibirine malêd xwe; eger nedanayê, îcarê dewarêd wan dajotin û dibirin biel zorî. Bi van tarzan li cebir û zalimî bûn, heta van salan. Lakin di eyam xîlafeta Sultan Ebdulmecît Xan da me edl û asanî. Weku îcada Esakirî Nizamiye bûyî êdî roj bi rojê Ekrad ber teref bûyîn û zulim û tedayîya wan zail bûyî…

 

Ekserêd axayêd wanî zorbe telef bûyîn û zehfêd Ekradan îskan kirin. Xûlasa, ji quwet ketin êdî ew şewket û sewleta berê nemayîn. Niha êdî ewî tarz û etwarî qadir nînin ku îcra bikin. Lakin dîsanê carinan bi sûretine dinê dîsanê ji zulima riayan xalî nabin. Bi dizî ji boy xerez, lodêd wan dişewitînin û yaxûd agirî bi xef davêjine malêd wan û yaxûd bi şev zevî û mêrg û ziyanêd wan di çêrînin û agirî davêne bêderêd wan. Xûlasa bi her wechî riayî ji boy van nefretan ji Ekradan ditirsin û xofê dikin. Çarneçar mureeta xatirêd wan dikin.

 

Û eger şayed Ekrad bêne dizîa malêd xweciha û xweyî malê jî pê hişyar bibitin, dîsanê ji tirsan derba mirinê li wan dizan nadin û nakujin; bila ku medara û mudafayîyê dikin, lewranê ji dûmayîkê ditirsin. Eger xwecihî lê bidin û miruvekî Ekradan bikujin, êdî heta qiyametê şer û şeltexêd Ekradan xilas nabin; daim bi xef û aşkare dawa wî xwînî dikin û elbette yekûdu li wê tolê(?) (tol,guman e ku heyf be) distînin.

 

Ekrad û yerlû, kêm xisminahîyê digel yekûdu dikin  û keçan kêm didin û distînin. Lewranê Ekrad dibêjine xwecihan “Goran”, û ewan laşeyî û bê cesaret in. Weha ehd dikin û dibêjin ku her çî zarokêd ku ji jinêd goranan biwelidin, ew zarok bêwece (vac) û aware û tirsonek dibin. Sebeb vê xeberê Ekrad, keçêd xwecihan naxwazin. Û xwecihî jî dibêjin ku her çî ewladên ku ji jinêd Ekradan biwelidin, bêedeb û diz û serkeş dibin.

 

Ew her du qisim rewend û yerlû, yek bi yek xwaş nabin û ekserî ji yekûdu ne razî ne û gelek bi yekudu îhtibarê nakin. Eger mesela biqewimitin li şerekî da Ekrad û yerlû heyîn, Ekrad nabine oldaşêd yerlûyan; dibêjin ew zû direvin. Lakin filweqi’a du sê neferêd Ekradan îqtiza bikitin digel deh neferêd yerlûyan, miqawemetê dikin û ji wan narevin. Lakin yerlû weha nînin, yerlû li ber wan zebûn in. Lakin ev xebera der heq rewend û yerlûyed Wan û Muş û Beyazid û Qers û Îranî ne. Lakin rewend û xwecihî û yerlûêd Hekarî û Bohtan û Amedî, Soran weha nînin. Îcarê emir biakise li wan etrafan rewend li ber yerlûyan zebûn in.

 

Û du sê neferêd xwecihan îqtiza bikitin digel deh neferêd rewendan şerî dikin û ji wana natirsin. Û ji nik yerlûyêd Hekarîyan rewend laşeyî mexsûb dibin. Lewranê ehalî û yerlû hemû xweyî şeşxane ne.

 

Kêm caran dibitin ku yerlû keçêd Ekradan dixwazin û mar dikin. Lakin Ekrad esla ji keçêd yerlûyan naxwazin. Lewranê jinêd yerlûyan heysayî (heysiyet) perwer in. Cebra şolêd Ekradan tehemmul nakin û ehwalê goçebarî û pez û rizq û girtina hasilê nizanin. Lewranê mimkun nabitin ku Ekrad jinêd xwecihî bistînin.

 

Jinêd Ekradan îqtiza bikitin bi şev diçine şewlan û şer peyda bitin jinêd Ekradan şerî dikin û yarîkariya ji boy mêrên xwe dikin. Lakin jinêd yerlûyan zêde tirsonek dibin, ji mal bi dernakevin. Lakin filweq’ia jinêd Ekradan nadir el zeman in. Lewranê him jin û him xulam û him pawan û him di şerî da îqtiza bikitin li derê malê yar û yoldaş e. Lakin jinêd yerlûyan bi xeyr ji jinanîyê êdî kêrî tiştekî nabin.

 

Û ku fecir dibitin jinêd Ekradan ji cih radibin, hespan ditewlînin û dewar û rizqî bere garanê didin û malê û derê malê dimalin; û meşkê dikêyîn û şîrî germ dikin û havîn dikin. Xulasa eger şewate (êzing) tunebitin diçin û  şewatê ber hev dikitin û tînitin û nanî û zadî dipêjin. Hêjam mêrêd razane. Esla mêr ji şewla malê tiştekî nakin. Kullî qisawarê şewlêd malan li ser jinêd Ekradan in. Lakin jinêd Kurmancêd yerlû bi aksa (tersê) wan in. Her çî şolêd malê heyîn, hemû mêrêd wan dikin. Îlla nan û zadpatinê û cilşuştinê jin dikin. Bila ku heta taştê bêy radizin û aware ne.

 

Ekserî jinêd Ekradan feqîr el hal in; bihar û havîn û payîzan pêxwas digerin û şolan di kin. Zivistanan ew jinêd bêçare çarixê pê dikin û libasêd wan jî cawî sor û cawî reş û hêşin û çît e. Lakin dîsanê bi vî halêd xwe razî û qanî ne. Û zêde di emrêd mêrêd xwe da ne. Weku mêrêd ewan îqtiza bikitin ewan bikutin esla dest helnagirin, û xeyîdîn nizanin. Û her çî qeder libas û cilêd wê malê heyîn hemû jin didûrin û nadine xiyatê (terzî)…

 

Û mêrêd wan jî bi xwe her kesek xesîna beran û boxê û hespêd xwe yê fal dixêsînin…

 

Ji Ekradan qewî kêm diçine xurbetê. Lewranê xurbet li nik wan zêde dijwar e. Heta mesela eger Ekrad biçine leşkerekî û ew leşker tol bikêşit û derengî bibitin, zehfî ji Ekradan direvin û têne malêd xwe. Bê sebr in, di leşkerî da zehf sebrê nakin, heman mude (mudet) dirêj bûyê şevê du û sê jê direvin…

 

Ekrad bi seferêd bi dom (bi dewam) qewî zêde mûûn dibin û tabê (tewatê) naynin…

 

Û ji tifingê zêde ditirsin. Eger li cihekî tifing hebitin Ekrad yeqîna kuştinê bikin, çi qeder bilanê Ekrad zehf û dijmin hindik bin jî xwe nadine ser dijminan…

 

Ekserî camêriya wan bi fesal û bi hîle ye, ji dûr ve dinêrin ew merovê camêr û ehlê şerî nas dikin. Eger derk (seh) kirin ku ew dijmina, cesûr û ehilherb e, îcarê hîleyî digel wî dikin. Mesela, li ser rê peya dibin, oldaşêd wî jî xwe li newalekî dixine heşarê, ewî merovê ku li ser rê peya bûye gunra dikin. Weku îcarê rêwî û siwar dibînin ku belê siwarek li ser rê peya bûye ji wî hezer nakin (jê natirsin) û tên nik wî suwarî. Îcarê ew siwar dibêje wan,”Qelûnê ji bo min tê kin, titûna min xilas bûye.” Ew mirov jî rehmê bi wî dikin û qelûna wî tijî dikin. Îcarê agirî jî ji wan siwaran dixwazitin. Yek ji rêwiyan ji boy wî agirî dijinitin û ew Kurmanc jî gûya serê hespê digiritin. Êdî li navî oldaşêd dizî jî ji heşarê bi der dikevin û têne nik wan û bi vê hîleyê ewan dişilînin.

 

Weku Ekrad rêbirî dikin, du merovan qerewel datînine serêd cihêd bilind ku ew her du qerewel li rêyan nezer dikin. Eger mimkun e, şilandina wan rêwiya, îcarê ew qerewel ji dûr ve îşaretekê mesela aba û destmalekê dihejînin û ew suwarana jî ji heşarê bi der dikevin û bi rêdayî dibin û ewan rêwîyan dişilînin. Weku şilandin çavêd wan girê didin û dibine newalekî bêavahî. Îcarê li wê derê dest û piyêd wan jî girê didin; heta dibite şev, ew diz jî li wê newalê dimînin. Weku bûye şev îcarê ew siwarêd dizan, malî dibin û diçin. Lakin du sê siwarêd hespçê (xwedî hespêd beza) li ser girtiyan bekçî (notirvan) dihêlin ku venebin û neçin hewarê nekin. Ew du sê siwar jî heta berê sibehê dimînin, paşê diçine şewla xwe…

 

Lakin weku Ekrad rêbirriyê dikin, weqtê ser êvarê dikin, ku şev bi ser da bêtin. Şayed hewar jî ji kenarekî da peyda bibitin, dikevite şevê. Êdî evna ewî malî dibin û xilas dikin. Weku Ekrad mesela li talana gundekî jî bidin, dîsanê nêzûkî êvarê li talanê didin ku şev bi ser danî bêtin, evna talanê xilas bikin. Yanî daim qismê Ekrad bi îxtiyad dikin û hezerê ji dijminan dikin. Bilanê dijmin hindik û ew zehfî bibin jî…

 

Û daim meclîs û mijûliya wan, behsa şerêd borî dikin. Filan weqtê di filan şerî weha bû û filan kesî weha camêrî kir. Miqeyîm zikr û fikra wan ehwalêd çek û şerî ne…

 

Lakin dîsanê ehilselat û misilman in. Rojî digirin û zekatê didin. Her çî kesê xweyî dewlet in ji dexlê dehan yek zekat diditin û ji dirafê çel zêran û çel qirûşan yekî diditin û ji pezan ji sedî yekî diditin, û ji dewarê reş ji sihî yekî zekat didin.

 

Elbette bê zekat nabitin. Eger merovek şayed zekatê bi riza xwe neditin bi raiya hakim û qadî û melan saaî heyîn, yanî memûrê exza zekatê hene. Ew merov diçin û qederê zekatê ji wî merovî cebrî distînin û tînine enbara beytilmalê û hifz dikin. Paşê herçî kesê ku mihtac û mistebeq e ji boy zekatê deftera wan heyîn, hakim û qadî tenbiyê dikin. Ew merovê ehlîstihqaq hemû vî dikevin. Îcarê anegore eyal û ewladêd her kesekî behera wî merovî didinê û dibine mala xwe.

 

Eger ji Ekradan şayed li zomekê ku malêd bê hal û mal heyîn; dewlemendê di wan, elbette ewan malan nanî û zadî bi her rojê didinê û axayêd zomeyê elbette xweyî sifre û somet dibin. Cîran diçin û nan û zad û qehweyî wî dixwin. Axatiya Ekradan bi nan û bi kerem û bi qehweyî dibitin. Axa jî ewan cîranan suwar dikin û dişînine olam û sexreyan û şewlan bi wan didine kirin. Eger şayed mêvan hatine mala axayî û li mala axayî mesela rûn û birinc û qehwe hazir peyda nebitin û ji malêd cîranan ew tiştêd ku lazim in peyda bibin,dişînin û tînin…

 

Di nîva Ekradan da teklîf tunînin. Weku tiştek lazim bibî û li mala cîranan ew tişt peyda bibitin bilanê xweyî malê jî hazir nebitin, ew merov bi xonserî (xweserî) diçitin û ewî tiştî lazim bûyî tînitin û jin, zarok, jê nahêwişînin û didin. Weku dinê Xwedê nekirê eger mirovek qezayek bête serî û yaxûd jarek (feqîrek) dê dawatekê bikitin û yaxûd dê hespekî ji boy xwe bikiritin ev me rov diçite nîva êlê û aşîran ricûyî. Elbette mezin û piçûk her kesek anegore şanê xwe êkram dikin. Ên ku pez û dewar û diraf didinê û ji boy wî merovî xêlek mal ber hev dibitin…

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev