Pirsa we û bersîva me – 175

Pirsa we û bersîva me – 175

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê ev beşa malpera me taybet e. Nivîskarê navdar Serdar Roşan bi xwe çend pirsên derbarê Neteweperwerîyê da kirîye û bi xwe bersiva wan pirsan amade kirîye. Me biryar da sê heftêyan dû hev 2 pirs û 2 bersîvên wî raberî we bikin.

Du heftêyên buhurî me di her heftêyekê da du pirs û du bersiv raberî we kiribûn. Kerem bikin, 2 pirs û 2 bersivên dawî!

 

Pirsa Serdar Roşan û bersîva Serdar Roşan -3

 

Pirs: Baş e xalên ku ew ji hev cuda difikirin çi ye?

 

Bersîv: Ev hersê xetên siyasî hima bêje di hemî meseleyên din yên siyaseta hundir welêt de ji hev cuda difikirin. Heryek ji wan bi fikir û siyaseta xwe dixwazin formekê bidin civakê û bi siyaseta xwe ya îktîsadî, bi dabeşkirina dahatên welat bi pêşniyarên xwe yên ji hev cuda dertên pêş û siyasetê dikin…

 

Pirs: Gelo mirov kare bêje ku dewletên heyî hemî dewletên milî ne?

 

Bersîv:Belê mirov bi hêsanî kare vê yekê bêje. Lê divê mirov ji bîr neke ku tarîxa danîna van dewletan ji hev cuda ye û mirov nikare bi hertiştî ve wan biêxe kîsekî. Lê nuxteya mişterek ev e ku hemî bi navê neteweyekî (form ji hev guhertî) li meydana siyaseta nêvdewletî hene û miletan temsîl dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev