PKK celebek diyardeyê ye

PKK celebek diyardeyê ye

xaîl kolayêvskîy, zanyarê serbixwe

PKK fenomeneke ecêb e. Wextê bê û wê hela demeke dirêj bi ciddî ser rawestin, lêkolînan bikin. Wek rêxistin, ku di destpêkê da daxweza wê parastina mafên netewî bû, dû ra bû hêzek, ku miletê xwe ji bo berjewendîyên hinek dewletan dişîne kuştinê, yek ji wan armancan wê yên sereke ew e, ku pêşî li gelê xwe bigire, ew perçe bike.

Ne hemû milet xwedî dewleta xwe ne, lê ne hemû milet hewil didin pêşî li ber azadîya miletê xwe bigirin û ew perçe bikin. Û dema milet dixweze azad bijî, wê demê gerekê bi her awahî hewil bide dewleta xwe ya serbixwe bide damezirandinê, bona bikaribe mafên gelê xwe biparêze û berjewendîyên wê ser her tiştî ra bigire.

Serkirdeyatî û îdêologên PKK xuya ye naxwezin bi awayekî eşkere ji kurdan ra wê îzbata sade bêjin, ku dewlet jî eynî tişt e, çi ku hûn herdem hiz dikin behsa cûrê jîyana ”demokratîk” û “konfederatîv” bikin. Lê ferq tenê ew e, ku dewlet mêkanîzmeke xweparastina gel e, ku di nava sedsalan da hatîye cêribandin.

Pêşî li kurdan bigirin, ku  di nava dorgirtina dijminan da nin û şerê dijî zordestîyê dikin, nehêlin ew bibe xwedî dewleta serbixwe – tê maneya ku nehêlin ew xwe biparêze. Bihêlin ew bê qirkirinê. Nehêlin ku gelê wî di paşerojê da xwedî mafên xwe be.

Eger em ji derva mêze bikin, zelal xuya dibe, ku ew fenomena PKKê bi awayekî eşkere ji alîyê strûktûrayên dijî kurdan va hatîye çêkirin û hinartin.

Di şertên ku bi dijminan va hatî dorgirtin, anternatîva dewletbûnê tuneye. Di şertên ku hawîrdorên te dijmin in, tenê organîzekirina gel bo damezirandina dewletê dikare paşerojeke geş ji milet ra bîne.

Eger kesek ji kurdan ra bêje, ku xudêgiravî “şertên îroyîn dest nadin bona serxwebûnê”, bira kurd bawerî jê neynin – ew derew e. JI SERKETINA DI ŞÊR DA BAŞTIR ŞERT TUNENE, û kurd di şêr da bi ser ketin, û hema bi saya wê yekê bi ser ketin, ku wek dewletbûnê organîze bûn û hereket kirin, bi saya rêberên ku dikarin serokatîyê li dewletê bikin.

Ewana dibêjin qaşo dewlet li Kurdistanê “wê nemeşe” – ev derew e, ew dewlet heye û dimeşe jî, ji gelek dewletan ne kêmtir jî, û eger em dijwarîyên niha bidine ber çavan, dikarin bêjin ku ji gelek dewletan çêtir jî. Di rastîyê da, ew hêz û rêxistinên ku dixwezin kurdan ji fikira dewletbûnê bi dûr bixin, dixwezin ew miletê ku di şerê sed salan da bi ser ketîye, bi xwe têk bide.

Lema jî PKK ew fenomeneke dijîmiletîyê ye, ya ku wê yekê dixweze bi kar bîne, ku kurd dikarin şerê mêrxasîyê bikin, lema jî hewil didin hêza wan pûç bikin û bi wê yekê va milet ber dijminên der bide sistkirinê.

Dijminên der wê ji sistbûna gel milahîmtir û dilovantir nebin – temamîya dîroka Kurdistanê vê yekê ji me ra dibêje. Ji me dibêjin – sist bin, wê demê wê aşîtî were – bawer nekin. Bi hêztir bibin û tenê wî çaxî wê aşîtîya rasteqîn bê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev