
Ji pirtûka NARÊ
Bi vê helbesta şairê me yê pir binavûdeng xwe bidine berpala pîrika xwe,
serpêhatîyên pêşîyên me guhdarî bikin, bikevine nava behra poêzîyayê,
lezetê ji şair, ji miletê xwe, ji xwe bibînin, ji xwe ra bêjin
“Miletê ku şairekî ha daye, hêjayî dewletbûnê ye”,
wisa hîs bikin, ku eger dermanekî koronayê hebe, belkî ev helbest be…
Ji kîrîlî ser latînî: Mistefa Kilicaslan
Ç’YANО
Ç’yanо, hey ç’yanо,
Gelî xweşç’yanо!
Min ger’-geştê we
Zefî seyr kirye,
Zefî – li piştê we
Ken-keser kirye,
Gele gul, pincar
Sîngê we çinye,
Gele avêd sar
Kanya veçinye.
Hewa we zeynet
Min hecam kirye,
Ser cewêd cinet
Ser-çev can kirye.
Berx ajоtne ser
Av-deravê we,
Razame ez ber
Siya zinarê we…
Ez bendê bê per
Li hêsûêd we şîn
Gihîştime ber
Perê erş-ezmîn.
Wirda min dengê
Teyra sehkirye,
Wirda dûr -derez
Min mêze kirye,
Wirda stranê
Min hewas kirye,
Û miraz kirye,
Min miraz kirye
Kilamek usa
Bavêjim ser we.
Qapût-qutnîkî
Usayî hêje,
Wekî ku saz bê
Li bejn-bala we…
Ez şayîrekî
Ji çilî derbaz,
Ne hоstatîêda
Kêmim, belengaz,
Ne bê heyrim ez,
Ne bê h’ub-hewas.
Lê nikarim hê
Bedew- bêqusûr
Li hev bînim wê
Şiêra nar û nûr,
Bidrûm wî qutnî,
Qapûtê hêje,
Wekî ku saz bê
Li bejn-bala we…
Çi qapût heye,
Çi xas, cewahir
Ji wê xemla we
Biharê çêtir?
Çi dêrê kurdê
Keskî bi k’оve
Wê dоr we bigre
Usa çarçоve?
Çi qeytan mîna
Gul-binevşê we
Wê biç’ilvilin
Usa li pêşê we?
Çi kilam awa
Wê xulînke xweş
Mîna van cewa,
Van teyredê nexş?
Li pêşêd we rind
Biharê naka.
Şaneşînêd gund
Nоla qîz-bûka
Serî grêdayî
Sоr, spî û şîn
Ketine di nav
Şayîke rengîn.
Û we: Dbûrî,
Qûçû Qemerdax
Ewrêd kew li ser
Serêd we papax,
We li dоr evî
Gundê de’watvan
Bi hewes girtye
Gоvendek gran.
Çemê bûzdirîn
Bi xulîn-xuşîn
Rex we rahiştye
Qeydekî tijî.
Qeydekî wisa
Xweşî şîrinşa,
Ku berf ber helya,
Ser havda kişya.
Tenê çend kewkî
Gultimayî man
Li ger-guhêrê
“Dibûrî” “Xama”.
Qey bê, qazin ew,
Bi per-dûç’kê xwe
Kurk rûniştine
Li ser cûckê xwe.
Fêza wanda, piş
“Dûbrîê” se’va
Nerm û nezanî
Şems diçe ava,
Usa- ça zerya
Ûris pоrzêrîn
Niqоbe di nav
Pêla be’rê şîn.
Û karê şivîn
Sar mezmezkê ç’ya
Mînanî zincîr
Berbi gund radiçe.
Şivan Pêşîê tê,
Kelbê wê li dû,
Mînanî çêja
Li ber “kêngûrû”
Ber paşla şivîn
Xanê dike baş
Serê berxika
Tezebûye qerqaş.
Kurikekî jîr
Wê bi eşq û dil
Mizgînîê bide
Dayîka dewkil.
Dayîkê dake
Dewê bînbhar
Û çar-pênc hêka
Bişîne dilbar,
Wekî ku sivê
Şivanê pispоr
Bixwe tev qiçîê,
Bоkоnekî sоr…
Lezete, welle,
Zeyneta Xwedê,
Çaxê şivan ser
Sifra tebyetê,
Çend nan û hêka,
Hin penêr- tоraq,
Carna jî pêra
Nîv şûşe araq
Ji hevana xwe
Hewas derdixe-
Û dilê rehet
Teştya xwe dixwe.
Lê we nîbye tim.
Hebye dewrek din,
Çaxê ku rêncber
Devê wî li nan,
Çevî li himber
Nhêr’ye heywan.
Çim gur hebûne,
De’beê dupê.
Bir kirne birne
Qersê û Qulpê…
Esker hebûne,
Eskerê şulet,
Ser hêsûêd hêşîn
Lêdane xêbet.
Carê çend mîstewr
Stendine şivîn,
Xwera kirine
Şîv û fravîn.
Rêncberê çоlê
Nav keser û kerbê,
Tîbûn li hêsûya
Şkênandye –berfê.
Çimkî cew-kanîê
Hed û hesav der
Bûbûn xûn xоlоr,
Av gravêd gewr.
Belê şer dibûn,
Talan û tajan.
Cew-kanîê cinet
Bi xûn dikişyan.
Dijmin lêdida.
Dijmin disenî,
Ehlî hevdida
Har û bê fe’mî…
Naha her havîn
Qelfê tirmixçya
Mîna minminîk
Hilpar’k divin ç’ya.
Hоn digrin hewas
Li sergerê jоr,
Qey li gera ç’îê
Dertê keskesоr…
Lê hingê milê
Dbûrîva lez
Hevraz hildik’şyan
Du berê qalmes.
Kîjanê xwe zû
Tepara digîhand,
Kevir û kuçik
Ya din direşand.
Hê tu çegîlçya
Tu sala li wir
Tоp nekirine
Aqa qûç- kevir,
Çiqa wan merîê
Fe’mkоre neheq
Berev dikirin
Û davîtin hev.
Şems çerxvedida
Hersal mîna xwe,
Davît rû erdê
Te’m û tîna xwe.
Destê wext-we’de
Batinîî sêr
Hersal- herhavîn
Tacê şemsî zêr
Siva ji serê
“Msk’în” hildanî,
Evara serê
“Dbûr”dadanî.
Dîn dua dikir,
Lê şemsê êzdya,
Nedigirt destê
Diz û qetilçya.
Na, bin tacê şemê,
Tacekî mayîn
Gere bata ser
“Dbûr” û “Msk’în”.
Belê, hat ew tac:
Beyraqa me sоr,
Zelal kirin av
Ji xûn û xоlоr.
Milmilî ew ser
Vê heyat, hewê,
Çawa perê teyr
Ser cûcikê wê.
Û fra ketin.
Cûcikêd teyra:
Lawêd welêt û
Gihîştin steyra.
We çev lêye, ç’ya,
Ç’yaêd ejdeha?
Ça ber pêşê we
Guldaye gunda…
Qey mal, mektebêd
Çendqataye rind
Dikin bighîjin
Bejnêd we bilind.
Mîna kudkê ber
Bedenêd fîla
Xwe dane ber wan
“Fyat” û “Zîla”.
Hiz nakim avtya
Her bо wê yekê,
Wekî ew naçin
Ber wê belakîê,
Belekya heç’ê
Wê Elegezê,
Ku min zef dixwest
Biçûma fêzê…
Divên waxtê ku
Dinya bû t’оfan,
Hingê gemya Nuh
Hat vî ç’yaê han.
Ç’ya k’êlimî, gо:
“Оlan, hela gez.
Ç’yakî din dha
Blinde, ne ez.”
Nizam raste ev,
Yan nizam derew,
Lê rastî ewe,
Ku ç’yaê bedew
Li vê besta ç’ya
Nоlanî gemî
Bye elkaneke
Hêşîne xewnî.
Û nav оvkyana
Ezmîn kîmkîme,
Ber baê we’de,
Pêşda dikşîne.
Bi qоnax-qоnax,
Bi qeyde-qeyde
Neslekê dve,
Yekê datîne.
Wê me jî dayne.
Emê jî herin,
Hûnê bmînin,
Ç’yaêd mqerim.
Lema min zûda,
Zef zûda xwestye
Kilamek usa
Bavêjim ser we,
Qapût-qutnîkî
Usayî hêje,
Wekî ku saz bê
Li bejn-bala we
Û heta-hetê,
Û heta hetê
Bi wera bijî
Li rûhewatê.
Rewan, sal 1977
Riataza