Ji bo civakeke hişyar

Ji bo civakeke hişyar

Mem Med 

 

Pêdiviya felsefeyê elzem e. Ji berku, her çiqas hin pirsên wê sereke bin jî, pirs û bersivên felsefeyê bê dawî ne. Ji wê ye, ew tiştê mirov û civakê, xetereya axaftin û fikrên şablonî dikare biparêze felsefe ye. Ji bo mirovan ‘bendetiya amûran’ rizgar bike jî hewcedariya felsefeyê heye.

 

Têgihiştiya û kûrahiya felsefê ne be mirov û civak nabin xwediyê ramanên kûr û nabin xwediyê dezgehên demokratik ên mayînde jî. Mirov nikarin giranî deynin li ser rêxistin, partî, komel, komar, serok û rêber û hwd. Dewsa wê ya mirov dibin koleyên wan. Wê çaxê mêjiyên mirovan de û tevgeran de bi tenê du unsûr hene; Bende û Efendî. Desthilatdar û Bindest. Dînê me û dînê wan. Mezhebê me û mezhebê wan. Em û ew hwd.

 

Yanê divê yek bindest be. Felsefe tune be tenê rol têne guherîn. Guherînên pêşketî û mayînde çênabin. Bê felsefe jiyana bi hev re a wekhevî jî qels e. Her tim, hin kes, hebûna xwe dikin qurbana hebûna hineke din. Hebûna mirovan, civakê, komarê bi tenê hebûna hin partiyan, serokan û rêberan mimkûn e.

 

Bi tenê meraqa zanînê, têgihîştineke kûr, zanebûne ke bi metodî, nihêrîneke bedew, destxistinên bi sincî mirov dikare têbigêje ku mirovan re ne efendî ne jî bende pêwîst in. Mirov encax wê çaxê dikare pê bihese ku azadî ne tenê bê efendîbûn e, hem bê efendîtî hem jî bê bendetî ye.

 

Ji bo civakeke hişyar, ferdên wê ên bi menfee’tên kirêt neyên xapandin, dewsa menfeetên şexsî û piçûk menfeetên mezin ên însanî û gerdûnî re serê xwe diêşînin. Ji bo kesayeteyeke destxistin û menfeetên ne bi rantî ên bi hilberandinî re hewl didin.

 

Ji bo civateke bo menfee’tin dinê birakujiyê nekin, wê çaxê hewcedariyeke pir girîng jî a felsefeyê ye. Felsefe, alîkarê holê rakirina xetereya duberekirinê, şibandina texlîdî ye jî. Gotin, bingehîn û nihêrîneke felsefîk berhemeke hunerî û edebî a din cuda dike û digihêne asteke din.

 

Ew hewcedarî, ferqê dike nava berheman û dîsa ew ferq tehmeke cuda dide xwendin, temaşekirin, guhdarî kirinên din. Bê felsefe di nav civakê de axaftin û gengeşiya li ser dîn, bi gotina sume haşa, estefxulla destpêdike û dimire. Bê felsefe hiqûq jî tenê bi qanûnan tên zanîn. Halbûki hiqûq bi desthilatdar û rêvebira nayê guhertin.

 

Hiqûq yekane ye û gerdûnî ye li pey pirsa ‘çawa edalet dikare were cî’ ye. Lê qanûn bi destê demokratan jî, monarkan jî, dîktetoran jî tên çêkirin. Heger tu bi fikra azad ne hatibî tehmijandin, tu nikarî tehma civateke azad jî xeyal bikî. Felsefe ewqas pêwiste û elzeme ku xêncî felsefevanên wê divê hemî civat jî felsefezan be.

 

Çavkanî: Malpera Felsefevan 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev