Xwezȋ sala 2021 bibe despȇka dewraneke nû

Xwezȋ sala 2021 bibe despȇka dewraneke nû

Sala nû pîroz be!

Eskerê Boyîk

 

Sala 2020 giran-giran, bûyarȇn salȇn dawîyȇ pey xwe dikșȋne û diҫe… Salȇn giran bûn, dijwer bûn, bi ȇș û janȇ dagirtȋ bûn. Ҫekȇ xezebȇ û zulmȇ ser serȇ evda da teqiyan. Gund û bajar wȇran bûn… Komkujȋ: Șengal, Kobanȋ, Efrîn… Komkujiya gelȇ bȇ sûc, bê pișt pey hev ҫȇ bûn, mala bi seda mȋlyonan evdan wêran bû, penaber, malwêran bûn… Șûrȇ „qehremanȇn“ xezebȇ li ser serȇ evdan, di nav esmanȇ cihanȇ da birq vedan, xûn bû ҫem kișîya. Xwedȇ bela wan bidȇ…

 

Ziyana here mezin gîhȋște gelê Kurd…

Di dawîyȇ da jî ev nexweșiya bê îlac derȇ cihanȇ girt…

Salȇn 2014-2020ȋ, dijwar ji bîra evdên cihanê herin…

 

Mezinên me timê behsa dijwarîyȇn salȇn 1914-1920 ȋ dikirin… Șerȇ cihanȋ yȇ ewlin, șorișa bolșȇvȋka û șerȇn bajarvanȋyȇ, komkujiyȇn gelȇ Ermenî û Kurdȇn Ȇzdȋ, komkujiya Ezdiyȇn Axbaranȇ… Serhed û Bașûrȇ Kovkasȇ bûbûn gola xûnȇ… Cȋnarȇ sedsalan li hev bûbûn neyar. Xelkȇ milk û malȇ xwe, gund û warȇ xwe dihȋștin, direvîyan… Penaberȋ, xelayȋ, xolor, malwêranî… Derba here mezin gelȇ Kurd ket… Serhed ji Êzdîyan vala bû. Jiyana Kurdên Serhedê ser û binȋ hev bû. Bi alȋkarîya hȇzȇn Kurdan, erdȇ ku ji bin hukumȇ Osmanîyê rizgar bûbû: Qers. Îxdir… dȋsa ketin destȇ Tirkan… Kurd bûne ҫar perҫa, hȇsȋrȇ ҫar dagerkirȇn zalim…

 

Ji pey sala 1920 î dewleta Sovêtê hate demezirandin…

Bi damezirandina welatȇ Sovȇtȇ ra terezûya giranîya zulm û xezebȇ cihanȇ rast bû… Hȇzeke cihanî li ber hȇza din bû bersȋv… Cihan hevkȋ rehet bû heta hilweșȋna Welatȇ Sovêtȇ…

 

Xwezil ji sala 2021 ҫerxa edlayȇ li cihanȇ dȋsa rast bibe… bûyarȇn dȋrokȋ biwekilin… Hȇzeke xurt ber vȇ zulm û xezeba cihanȇ da dibe bigire…

 

Bira 2021 bibe despȇka dewraneke nû ya edlayȇ, wekehevîyȇ, rehmȇ û xȇrxwezîyȇ.

Qedera Kurd û Kurdistanȇ jȋ rast bibe.

Ala serxwebûn û dewletbûnê Kurdistanê da jî bilind be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev