
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê pirs û bersîvên me taybet in. Nura Şane du pirs ji rêvebirê giştî yê malpera me kirîye û du bersîvên bêhempa sitendîye. Kerem bikin!
Pirsên Nura Şane û bersîvên Yûrayê Şamil
Pirs -1: -Êzdî bêy Kurdistanê wê di çi rewşê da bûna?
Bersîv -1: -Êzdî bêy Kurdistanê – weke gemîya bê perr û bask e di okêana sîyaseta navnetewî ya har û tevrabûyî da. Tu kes nikare bêje, ka bêy Kurdistanê wê çi bihata serê êzdîyan…
***
Pirs -2: Kurdistan bêy êzdîyan wê di çi rewşê da bûya?
Bersîv -2: Kurdistan bêy êzdîyan – mînanî merivê bê dil, bê ruh, weke xwerina bê xwê ye…
***
Pirs -3: – Tu çawa kurdên berî îslamê tînî ber çavan?
Bersîv -3: Di bin kincên kurdan yên berî îslamê da xûy-xeysetê kurdan yê berî îslamê xuya dibin… Fikirên paqij, morale qenc, mêrxasî, helwesta di hindava jinê da, erf û edetên kal û bavan, zargotina me, dilovanîya ruhanî di bin tesîra bawermendîyên
Riataza