
SERSALA WE Û KITÊBA SERSALÊ LI WE PÎROZ BE!
Navdarên Kurd
Nivîskar: Baba Merdoxê Rûhanî
Wergera ji Farisî: M. Reşîd Irgat & İsmet Kılıçarslan
***
Baba Merdox, dîroka şexsiyetên Kurd ên wek alim, arif, edîb, şair, nivîskar, mîr, xanedan û siyasetmedar ên li her devera dinyayê bi awayekî rêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr li ber çavê xwendevan û vekoleran raxistiye.
Baba Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîvê temenê xwe di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de gorî kiriye û di vî warî de gaveke muhîm avêtiye û berhemeke mayende bi awayê sêcildî li pey xwe hiştiye.
Her du cildên pêşîn jînameya arif, alim, edîb, şair û nivîskarên Kurd, cildê sêyem jî jînameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de dihewîne…
Riataza