Spasnameyek ji bo “XEMNAME”yê

Spasnameyek ji bo “XEMNAME”yê

Gird Elî

 

Ji bo Dublinê J. Joyce dibêje; “Ez bi tenê di heqê Dublinê da dinivîsim… heger hin kes du sed salî bi şûn da bixwazin Dublinê ji nû ve ava bikin, hingê dikarin li pirtûka min binêrin”. Xemname jî ji bo Erbanê wisa ye. Hezar salî bi şûn da ku hin kes bixwazin wê ava bikin, dikarin li Xemnameyê binêrin. Ez bawer nakim ku tiştekî xwedî bîrewerîyekê, fena kevirekî an şikêrekê li qozîyekê hatibe jibîrkirin. Erban di nameya pêşin da fena prologekê cihê xwe girtiye. Lê mijara pirtûkê ya sereke bêguman veger e. Di edebîyatê da veger mijareke xurt û hestyar e. Gelekî nêzîkî mirovan e. Referansên wê pir in. Lewra. ji bo ku em baştir fam bikin, divê ku em li van referansan vegerin.

Heger em di edebîyata cîhanê da, li nimûneyên vê mijarê bigerin, bêşik em dê rastî gelek mînakan bibin. Lê ya pêşin ku ez lê warqilîm, Ulysses bû. Hem wekî ya herî kevnar û hem jî wekî ya bi berfirehî vê mijarê vedihûne. (Ulysses 24 stran û 12000 malik in) Stranên Homerosî ji heyaman vir ve îlham daye şair û nivîskaran. Ev berhem bûye dibistaneka taybet û serkêşîya sêqolîya epîkê (şiir, drama û destan) kiriye. ”Xemname” ji 15 nameyak pêk tê. Çendî ku wekî malik nehatibe nivisîn jî bi destanî hatiye vegotin. Li vê derê, ez çendinîya berheman li mêzînê naxim û ev yek di rastîyê da, qet ne girîng e. Ez dixwazim wê yekê eşkere bikim ku di xwendina ”Xemname”yê da hişt ku ez li Ulyssesê bifikirim û ew jî mijar e. Her weha bi mijarê ve girêdayî, qehreman jî dişibin hevûdin. Ulysses 10 salan ji welatê xwe, ji Ithakayê bi dûr ketibû, yê ”Xemname”yê jî 25 salan…

Ulysses keyê Ithakayê bû, çûbû şerê Troyayê, li dû xwe, li gel maleka bijin, zarok û xulam û her weha keyetiya welatekî hiştibû. Tiştekî biyanîstanê şûna van danedigirt. Hesret û xwastina vegerê hişt ku zora hemî astengan bibe. Li vegerê dibîne ku xwazgîniyên jina wî mal dagir kiriye û her roj pezekî digurin û dozê dikin ku Penelop yekî ji wan wekî mêrê xwe hilbijêre. Lê Ulysses hêj bi taqet e. Ew deh salên bihurî ew xurttir kiriye û di hunera şerkirinê da bêtir stewîyaye. Bi hunera xwe ya şer û çekên xwe zora wan çavsoran dibe ku mala wî dagir kiriye û çav berdane jina wî. Ew wan dike feqê û li gel lawê xwe Telemakoyî, wan yeko yeko dikuje û heyfa xwe ji wan hiltîne.

Her çî ”Xemname” ye, an jî rasttir e ku em bibêjin qehremanê wê ye, welatê xwe terk kiriye, bûye penaber. Koçberîyeka nebidil e. Dema çûye, li gel xwe bi tenê çend bîrewerî û wêneyên devera xwe birine. Lê wekî ku em dizanin, bîrewerîyên zaroktîyê yên mirovî herî xurt û hestyar in. Ev li biyanîstanê jê ra dibin havênê avakirina warekî, welatekî ku yê wî bi xwe ye. Ev welat xewn û xeyalên wî ne. Hêvîya vegerê û berê wî jî her dem li vî welatî ye. Vegera wî bîst û pênc salan digire. Bêguman heta di van bîst û pênc salan da, ew vala nema ye. Wî ev havên meyandiye, bîrewerîyên xwe bi zanyarîyên nû ve xurttir kiriye. Di heqê cih û warê xwe da lêpirsîn kiriye, pirtûkên gerokên biyanî xwendine, li gotin û stranên xwe vegerîyaye, lêkolîn kirine, zimanê xwe zengîn kiriye. Mîna ku çawan mêşhingivek kewara xwe bi hingivî tijî bike, wî jî welê ev bîrewerî û wêneyên xwe xemilandine.

Ew bi hesreteka xurt û hêvîyên mezin vedigere. Lê tiştên ku ew rastî wan tê, wî xeyalşikestî dikin. Nema dizane bê çi bike, xwe bi kîjan şaxê darê ve bigire û pişta xwe bide kîjan dîwarî. Yek ji van jî li ber çavê wî dîyar nabe. Welatê wî hatiye kavilkirin. Ne bi tenê kolan û cadeyên wî hatine guhertin û wêrankirin, çand û hişmendî jî asîmîle bûne. ”Xêrnexwazan” hemû şêweyên tunekirinê û zilmê bi kar anîne. Zilma çavsoran wekî cendereyekê di ser welatî ra derbas bûye, bi hezaran ciwan -Seydoyê bira jî di nava wan da- hatine kuştin. Di vê rewşa kambax da, ew rastî dînekî dibe ku bi zimanekî nas pê ra diaxive, xêrhatinê lê dike. Ev zimanê nas ”kurdîya kurmancî” ye ku li gelek cihên din jî dibihîze û ev dibe stêra wî û rê pêş wî dike. Li şûna şûr, tîr û kevanên Ulysses ê wî ziman û zîrekîya bikaranîna wî dibe çekên wî yên herî xurt û bikêrhatî û ew jî welê dike.

Wekî ku di pirtûkên pîroz da tê gotin: Berê gotin hebû. ”Xemname” jî beşek ji vê gotinê ye ku divê di hişmendîya her miletî da hebe. Xêrnexwazên me bi bendavên mîna Ilisuyê dixwazin dîroka me noqar bikin. Lê ”Xemname” bi gotin û vegotina xwe ve, rê li ber vê digire. Her milet divê dîroka xwe zindî bihêle. Dîroka ku bi hevîrê edebîyatê neyê stirîn zindî nabe û ji bîr dibe. Berhemên nola ”Xemname”yê vê dîrokê zindî dikin.

”Xemname” paceyeka edebî ya xurt e. Bêguman ev pace dikarî firehtir jî bibûya û hemû Kurdistan himbêz bikira. Lê bi bawerîya min ev ji berhemê tiştekî kêm nake. Ji ber ku asîmîlasyon û şêweyê zilma dijminên kurdan li her xaka welatê me her yek e. Loma em di Erbanê da mînakên hemû gundên xwe dibînin. Di Dinêserê da em hemû bajarên Kurdistanê û di Zêrzewan û Heskîfê da jî hemû dîroka xwe dibînin.

XEMNAME pirtûka pêşin ya 2021ê ye ku min xwend. Min bi kêfxweşî xwend, heger ne di hilmekê da be jî di du hilm û nîvan da min ew xitim kir. ”Xemname” pirtûkeka bêhempa û di asteka berz da ye. Hêjayî pesin û teqdîrê ye. Ji ber wê jî wekî wefadarîyekê û ji bo vê keda wî, ez dostê xwe Mistefa Aydoganî pîroz dikim û vê spasnameyê pêşkêşî cenabê wî dikim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev