Hewraman

Hewraman

Yaqûb Kurmanc

 

Hewraman Text bajarekî ser bi navçeya Sewlavayê a girêdayî parêzgeha Sinê ye.

Ev bajar yek ji girîngtirîn bajarên Herêma Hewramanê ye. Ji ber ku hem mîmariya wê mîmariyek taybet e û hem jî gelek cejin û rêûresmên dînî û neteweyî di vî bajarî de tên lidarxistin.

Ev bajar ji aliyê rojava bi Başûrê Kurdistanê re û ji aliyê bakur bi bajarê Sewlavayê û ji aliyê başûr jî bi bajarê Ciwanroyê re cîran e.

Hewraman Text di geliyekî kûr, bi evrazên tûj li hember Çiyayê Text hatiye avakirin.

Bajarê Hewraman Textê bajarekî çiyayî ye û xaniyên wê bi awayekî pêlekanî û serhev in û bi giştî ji keviran hatiye jenîn û ji bilî keviran ti tiştekî din bi kar neanîne. Yek ji taybetmendiyên mîmariya bajêr ew e ku banê her malê hewşa mala jorîn tê hesibandin.

Piraniya avahiyan duqatî ne û her avahiyek li gor dahata xelkê bajêr cudahiya wan heye. Xaniyên kesên baxvan, cotkar û sewalvan hinekî ferqa wan li gel hevdu heye. Piranî qatê jêrîn yê avahiyê ji bo xwedîkirina sewalan û her wiha wekî kulîn bi kar tînin.

Cihê bingehîn a malê qatê jorîn e ku ji beşên cuda cuda pêk hatiye.

Xelkê Hewraman Textê bi bawer in ku Hewraman Text demekê bajarekî mezin û navendeke girîng bûye, ji ber wê bi navê Text an navenda hikûmeta Hewramaniyan navdar e.

Hin kes jî dibêjin ji ber ku ev bajar li hember Çiyayê Text hatiye avakirin loma navê bajêr bûye Hewraman Text.

Xelkê Hewraman Text misilman in û ser bi mezheba şafiî ne û bi zaravayê Hewramî diaxivin û di serdemên berê de Hewramî zimanê nivîskî û fermî bûye.

Zaravayê Hewramî ji van çend devokan pêk hatiye:

Lihonî, Textî, Bîsaranî, Helebceyî û Şêxanî.

Texmîn dikin ku hejmara kurdên Hewramî heya 30 hezar kesan e.

Derheqê navê Hewramanê de nêrînên cuda hene ku tu yek jî ji aliyê lêkolîneran ve sedased û bi misogerî nehatine pejirandin.

Di zaravayê Hewramî de Hewr bi wateya ewr e û Ama jî bi wateya hatinê ye. Maneya giştî ya wê ev e ku yanî cihê ku ewr jê derdikevin û gelek caran bi mij û ewrahî ye.

Nêrîneke din jî heye û tê gotin ku navê Hewramanê ji du peyvan pêk tê.

Ahûra û Man bi wateya wargehê Ahûramezda dizanin.

Hûr di pirtûka Avestayê de bi wateya Roj e. Dibe ku Hewraman bi wateya wargehê rojê jî be.

Hin dîrokzan jî dibêjin Hewraman berê beşek ji axa hikûmeta Huriyan bûye û loma egera wê heye ku navê Hewramanê ji gelê Hurî hatibe wergirtin ku hezareya sêyemîn a berî Zayînê li vê herêmê dijiyan.

Herêma Hewramanê berê herêmeke pêşketî bûye. Hebûna agirgeh û perestgehên curbicur û her wiha peydabûna hestiyên mirovan vê yekê îsbat dikin ku 40 hezar salan berê niha Hewraman jîngeha mirovan bûye.

Hewraman Text bi çiyayên bilind û berfîn hatiye dorpêçkirin û li quntara wan çiyayan daristanên mezin û biçûk çêbûne ku ji darên berû, hirmî, guhîj û gelek darên din pêk hatine. Li nêzîkî bajarê Hewraman Text du çemên mezin bi navên Sîrwan û Leylê diherikin ku sirûşt û xweşikbûna vî bajarî dupate kiriye.

Çand û kultûr, huner, rêûresm û cilûberg li Hewramanê bi gelemperî Kurdewarî ne û bi hezaran sal e ji aliyê Hewramaniyan ve tê parastin. Navê cilûbergên jin û mêran ev in: 

Jin: Cafî, Kolêce, Kewa, Kiras, Klaw, Laçik, Piştîn û Kuleke.

Mêr: Kewa, Patol, Piştîn, Klaw (kum), Camane, Kiras, Kilaş (pêlava kurdî), Şal, Ferencî û Kulebal. 

Yek ji merasimên taybetî ya Hewraman Textê merasima Pîrê Şaliyar e ku her sal di nîveka demsalên zivistan û biharê de tê lidarxistin.

Di vê merasimê de cejna daweta Pîrê Şaliyar tê lidarxistin û ev cejna dînî û manewî heya sê rojan berdewam dike. Mezargeha Pîrê Şaliyar di kêleka riya sereke ya Hewramanê de ye û ji bilî vê mezargehê, mizgeft û mêvanxaneya kevirîn ya Hewraman Textê jî cihên herî taybet ên bajêr in. Di merasima Pîrê Şaliyar de qurbandan, deflêxistin, sema û xwarineke taybetî wê merasimê bi navê girara heloşîn heye.

Her wiha şevbêrk û helbestxwendin û duakirin jî di merasimê de tên lidarxistin.

Dîroka lidarxistina vê rêûresmê vedigere 1000 salî berî niha. Ev rêûresm gelekî nêzîkî rêûresmên Kurdên Zerdeştî ye. Ji ber ku berê xelkê Hewramanê Zerdeştî bûne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *