TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -1

TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -1

Nivîskarê me bi taybetî bo lapera me nivîseke gelekî delal nivîsîye,

em wêya dikin çend beşan û çend rojan dû hev çap dikin.

Kerem bikin, îro beşa pêşin e.

Şemoyê Memê

1.Destpêk

Teyr û balinde di jiyana mirovan de sembolên giring in. Wek sembolên qenc hatine zanîn û hertim ji merivan re bûne heval û dost. Herwekî teyr di nav zargotina gel de hatîye pejirandin wek sembola ruhên merivan. Hema bêje di hemû bawerî û kevneşopîyan de, tê bawerkirin ku ruhên kesên ber mirinê, wan formê teyrekî diterikînîn û qalibê wan, derdikevin, difirin, diçin. Sembolîzma teyran pir qedîm e û li gor bermayîyên peydakirî digihîje heta panzdeh hezar sal berê niha. Dewrên qedîm ku hêj nivîs peyda nebûbû teyr li şikeftan hatine neqişandin. Dîsa li Anatolyayê, li Çatalhoyukê teyr hatine neqîşandin ku, ew resm xwedî raz û esrarê ne ku bi merivên bêserî re hatine xêz kirin. Ev teyr ruhstîn e wek di zargotina kurdan de jî jê re “melkemotê kulê” tê gotin. Melkemotê kulê herçîqasî bo Ezraîl hatibe bikaranîn jî, di zêna gel de wek şîklê teyrekê tê zanîn û mirinê dinimîne. Ew teyr dibe ku yên Çatalhoyukê hatine xêz kirin bixwe bin. X. Omerxalî destnîşan dike û dibêje; “di tradîsyonên mîtopoetîk ên cihe de, teyr, elementên esasî yên sîstemên dînî-mîtolojîk û ayînan in û gelek fonksîyonên wan ên cihe hene. Teyr sembola azadîya temamî, berziya ruh û azadiya ruhani ye. Lewma sembola teyrê, têkildar e li gel xwedayî, cawîdanî û herwiha ligel serkeftina ruhani yê (Omerxalî, 2007:69). Di vî hêlê de “verehranga” çawa xedanê hêzê herwîsa teyrekî mîtolojîk e û teyrê xûrtbûnê ye gelek caran wek dîlqê teyran de hayîye sembolîzekîrîn lê ew xwedanê ba û bahoza ye. Helbet ew xwedan dibe ku bapîrê Sîmir, Anqa û teyrê qereqûşî be.

Mircea Eliade jî destnîşan dike pêywendiya şaman û teyran. Herwiha tê zanîn ku Şaman heta niha jî cil û bergên xwe bi perên teyran dixemilînin û di hingama ayinan de maskeyên teyran li xwe dikin, bi arezûya ku bi alîkariya wan “bigihine” balatirîn qedemeyên ‘ilm û zanînê. Lewma wisa dihate sewirîn ku teyr, şikilgirtina(tecessum) ilm, aqil û mêjîyê jîr e (Omerxalî.2007:70).

Di zargotin û mîtolojiyê de teyr û balinde xwedî zanîneke kûr bûne. Herwisa dermanê gelek nexwaşî û birînan zanibûne û nojdarî jî destê wan hatîye. Di gelek efsane, çîrok û destanan de ew teyr xwedî agahiyên giranbiha ne û wan agahî û zanyariyan digihinîn lehengên çîrok û destanan. Teyr bi çavên xwe yên dûrbîn û sekna xwe ya kûr, zanînê û kûrdîtinê sembolîze dikin. Wek mînak; kund jixwe sembola zanîn û felsefeyê ye, herwisa kund teyrekê nebixêr jî hatiye qebûlkirin. Tê bawer kirin eger kundek li ser dîwar an jî banê malekê danîşe, ew dibe sebeba metirsiyê, çimkî dibe ku roja din cinyazek ji wê malê derkeve an jî belayekê li ser neferên malê biqewime. Teyrê hecheck jî bal kurdan biqîmet e, çimkî tê gotin, “dema Nemrût Hz. Îbrahîm avîtiye êgir, hecheckê xwestiye êgir bitefîne û çûye devê xwe tijî av kiriye û biriye êgir dike, xwestine hecheckê bikujin û bi kevira bi pê ketine, lê hecheck firiyaye, kevirên wan di nava dûvê hecheckê re derbas bûne û dûva hecheckê kirine wek çetelê(duşeq). Tê gotin, ku lewma îro dûva hecheckê weke çetelê ye”(Gazî&Bengîn,?;10).

Teyr, xewn û xeyalên mirovan xemilandin e. Mirov gelek caran xwaziliya xwe wan anîne ku çawa bikaribin wekî wan bi per û bask bin û bikaribin bifirin. Ketine hewldana firînê û teyr û balindeyan re ketine qayîşê. Di mîtolojî û zargotinê de em dibînin ku ew teyr û balindeyan bi xwe re gelek raz veşartine. Xwedî behreyên derasayî bûne. Gelek caran wekî mirovan xwedî zar û ziman bûne. Mirovan jî hewldane ku fêrî zimanê wan bibin. Fehmkirina zimanê heywanan, herî zêde jî yê teyran nabe nesîbê herkesî û kesên ku fêrî vê yekê dibin, xwedî feraseteke kûr û dûr dibin û vê bi vî yekî dikarin tiştên hêj neqewimî haydar bin. Tê bawerkirin ku bi xêra xwarina mar an jî ajalekî bisêhr, meriv fêrî zimanê teyran dibe. Ew teyr dikarin sir û razên paşwextê eşkere bikin. Çimkî ruhên ku can diterikînin di dilqê wan de dihewin. Ango her yek ruhê miriyekî ye ku ruhên miriyan re êdî sînora do û sibê tune ye. Fehmkirina zimanê wan, sînorên heyî ji holê radike û hin li ezmanan hin jî li dinya tarî re têkiliyê dikarin daînin. Em dikarin bibêjin ku teyr hewreyên ruhan e, ruh bi saya wan difirin. Bi per û baskên teyran xwe xemilandin an jî wek wan xeberdan wan dikare hêj saxiya xwe de derxîne ezmîn.

Mirov jî destpêkê heta îro dil kirine ku bifirin lê ev kar dane ser çîrokan û xwesteka dilên xwe mexluqetên nepenî wek teyrê Sîmir, teyrê Tawis, Enqer û yên din barkirine. Mîrcea Elîade jî destnîşan dike ku xwesteka firîn û derketina ezmanan, ji xwesteka derketina ji qalikê mirovan û derbasbûna qalikê derasayî temsîl dike.

Di zargotina kurdan de jî em rastî gelek çîrokan tên ku bi saya fehmkirina zimanê teyran lehengên çîrokan, gelek bobelatan hesiyane, neketine tora wext û neyaran an jî xwedî gelek razan bûne. Bi vî hêlê di gelek çîrok û destanan de em rastî xeberdana kevokan tên ku dengê wan hin kesan eyan dibe. Di destana Memê Alan û Mîrze Mihemed de em rastî wan kevokan tên. Helbet di vir de huner ne yê kevokan e, ev hunera lehengan e ku fêrî zimanê wan bûne. Bi vî yekî ew kesan karibûne gelek raz û bobelatan an jî cîhê xezîneyan veşartî bihesin. Di vî hêlê de, di zargotina Kurdî de navê Feqiyê Teyran eyan e.

  1. Zimanê Teyran: Feqî û Hz.Silêman

Tê bawerkirin ku Feqiyê Teyran, zimanê teyran zanibûye. Li vî derbarê de Celadet Alî Bedirxan ji Şêx Evdîrehmanê Garisî çirokekî neqil dike. “ Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keşekî hat, pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekî. Bêhna xwe didan. Du çûk hatin û venîştîn ser darê. Çûk pev re diştexilîn û Feqeh dikenî. Keşê ji Feqeh pirsî û gotê: Ma tu çi re dikenî?

Feqeh got: Ev edeta me ye, em feqeh hole dikenin.

Keşe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.

Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakî bînî serê min.

Keşe soz daye ku nebêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qîse kir û got:

  • Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yek ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîrî. Lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êşandin.

Keşe deyn nekir, herdiwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gêhîştin Cizîrê feqeh çû Medresa Sor, keşe jî çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk gîhabûn hev û wek mirovinê ko li tiştekî bigerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirin û dipeyîvin. Keşe sehitî kir û zanî ku remildarekî gotiye ko di erda Westaniyê xezîneyek heye. Lê nikaribû cihê wî şanî bida. Mîrê Cizîrî jî xezînê digere.

Vê carê keşe kenî û çû nik mîr, mesela Feqeh û çûkan jê re got. Mîr şande pey Feqeh. Feqeh gote mîr: Belê ez ê xezinê derînim. Lê para xwe jê dixwazim.

Mîr şertê Feqeh pejirand. Feqeh jî çû hinek zad anî û reşand nava Westaniyê û xwe paş kevirekî veşart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re şitexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî.

  • Mala kê ev zad reşandiye li vê derê?
  • Feqehê Teyran ev zad reşandiye seba xezînê.
  • Ma tu nizanî xezîne li ku ye?
  • Belê dizanim, sibehê wextê roj hiltêt, kevirê ko tavê berê ewilî lê didit, xezîne di bin wî keviri de ye.

Feqeh zivirî medresê nivîst. Sibê zû rabû çû Westaniyê û piştî ko kevirê xwe nas kir, berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir.

Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji Feqeh pirsî: Para te çi ye bêje…

Feqeh got: Beranberê serê keşe bidin min.

Mîr got: Serê keşe bi laşê wî ve ye, em çawa beranberî wî bidin te.

Feqeh got: Rehet e, serê keşê ji laşê wî vekin.

Anîn serê keşê jêkirin û danin şehînê/mêzînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetani ku zêr temam bûn. Zêr beranberî serê keşê nehatin.

Mîr enirî û gote feqeh: Te zanîbû ko serê keşê hindî giran e, ji lewre te ev şert bi min re kir.

Feqeh deyn nekir, zêr ji şehînê rakirin û çend kulm ax avêtine şûnê. Milê axê daket, serê keşê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

  • Mîrê min, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvanî. Mexseda min ev bû ko ez şanî we bidim ji serê insên girantir ax heye û insan bi tenê bi axê têr dibe (Hawar,hejmar 33).

Tê gotin ku Hz.Silêman jî zimanê teyran zanibûye, hemû teyr kiriye bin emrê xwe û fermandariya wan jî kiriye. Bi saya wan, artêşên xirabiyê têk birine. Le ser vê yekê gelek çîrok jî hene. Teyrê dunikil (hudhud) ku rêberîya teyran kiriye bo çûyina gel teyrê sîmir, jixwe postegerê Silêman pêxember bûye. Ji welatê S’ebayê, ji Melîke Belqizê gelek agahî gihandiye Silêman pêxember. Ji ber vê yekê jê re “teyrê silêmanî” jî tê gotin. Em dikarin bibêjin ku sebeb teyrê dunikil e ku Silêman pêxember ser Belqizê dîn û har be û seba Belqizê rabe teyr û balindeyên belengaz rût bike û pûrtên/perên wan, Belqizê re cî û balgîyan çêbike. Di vî derbarê de çîrokek heye ku serîrakirina teyrê kund, Silêman pê dihese ku rûtkirin û belengazkirina teyran bo jinekî tîşteki çiqas xirab e. Çîrok wisa ye:“Silêman pêxember xura xan-manek da çêkirin, xan-mankî çawa…Belqiz jina Silêman pêxember bû, gote Silêman pêxember, go: “Vî xan-manîda ez nikarim razêm.” Go çîqa teyrede hebû, teyr temam bin destê Silêman pêxemberda bûn, go: “Perê teyra mira xan-mankî çêke.” Silêman pêxember dey li teyreda kir go: “Werin.” Teyrede temam hatin, ç’ûkek hat, em divên ç’emç’emok hema pûrta xwe şiqitand, go: “Ç’ejkê mi mane, ezê herme ser ç’ejkê xu.” Ew lêdan çûn. Teyrede lêdan hatin, go: “kê maye?”

Go: “Kund maye.” – “Kuro, go, herin kund bînin.” Teyrik şand, kund ne hat. Teyrê be’zî şand, go: “Here kund bîne.” Teyrê be’zî hat go: “Kund xudê mala te xirav ke. Silêman pêxemberê k’a wê çi e’cêbkê serê te bike. Wê te bikuje, tu çima naêyî?” Rabû lêda hat, Silêman pêxember go: “Hela dêna xu bide serê wî.” – “Ê go serê mêrane.” Go: “Tu çima nedihatî?” go: ‘Silêman pêxember h’esabkî mi hebû. Mi he’sab dikir.” Go: “Çi hesab?” Go: “Mi hesabê mirin, jînê dikir.” Go: “Mirî ze’fin yan zêndî?” Go : “mirî ze’ffin.” “ Na – go: tu derewa dikî, zêndî go ze’fin. Go: “Silêman pêxember, mi sê h’evê sax ser mirîya h’esav kir. Yek berxê ber bizinê, şîrê bizinê bixwe, çiqa mezin bê wê axirîyê gêj be, ew yê mirinêye, yek jî go, mişkê terezînê. Go, avê baharê rabe, go, ewê hişk be, yek jî go, mêrê xebera jinê. Go, te ew teyr teyrede berev kirine, tu pûrta wan lê vekî, sibê tavê, teyrokê t’emam wê bimire, dinîya teyrede nebe go, mişk û me’rê dinê xirav kin. Go, tu xeberê Belqizê dikî, van teyr, teyreda civandîye, tu pûrtê wan lê vekî, go, hemû ji wê bimrin?” Silêman pêxember destûra teyrede da ( Celîl&Celîl. 1978:189).”

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *