Wekîl Nebîyêv hate hilbijartin wek parlamentarê Meclîsa Qazaxistanê

Wekîl Nebîyêv hate hilbijartin wek parlamentarê Meclîsa Qazaxistanê

11ê çileya paşin sala 2021ê li paytextê komarê, bajarê Nûr-Sultanê li Koçika Aşîtîyê û Lihevhatinê civîna XXVIII ya Assambleya Gelên Qazaxistanê (AGK) pêk hat, li wir dengdayîna endamên Assambleyayê hate derbazkirin, ku ji alîyê Şêwra AGK da wek namzetên parlamentarîyê ya Meclîsa Komara Qazaxistanê hatibûn pêşnîyarkirin. 

Wekîlê Huseyn Nebîyêv – cîgirê serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”, endamê AGK hate hilbijartin wek parlamentarê Meclîsa Komara Qazaxistanê.

 

Di goveka civîna XXVIII ya Assambleya Gelên Qazaxistanê da Komîsyona hilbijartinê ya bajarê Nûr-Sultan encamên hlibijatinên parlamentarên Meclîsê ku ji alîyê AGK da hatibûn pêşnîyarkirin, eşkere kir. Jimara dengan, ku dane namzetê Parlamêntîyê li Meclîsê Wekîl Nebîyêv 285 bû.

 

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza Wekîl Nebîyêv bo hilbijartina parlamentîyê di Meclîsa Komara Qazaxistanê da pîroz dike. Aminaya ku bi we anîne, îzbata bilind qîmetkirina karê we ye. Em bawer in, ku profesyonalî û qabîlyeta we di hêla sitendina biryarên aqilane bo serfirazîya Komara Qazaxistanê, parastina tradîsyonên here baş, pêşketina civakê, di nav wê da herwiha diyasporaya kurdan jî, wê bibine alîkar.

Em ji we ra tundurustîya baş, xweşbextîyê, serketinê dixwezin bo pêkanîna armancên we.

 

P. S. Em xwendevanên malpera xwe agahdar bikin, ku li gelek komarên Sovyeta berê parlamentarên kurd hene: li Dûma Rûsîyayê Zelîmxanê Mûsoyêv, li Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, li Gurcistanê Îskoyê Desinî. Wekîlê Huseyn Nebîyêv ji Qazaxistanê di ser wan da zêde bû. Pîroz be!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev