ÇÎROKEKE ZIVISTANÊ

ÇÎROKEKE ZIVISTANÊ

Gird Elî

 

Apê Qijo şîva xwe xwaribû. Wekî hercar bi dû xwarinê ra qelûna xwe vêxist, hilmek, dudo lê dan û pala xwe da balgiha ber dîwêr, lingên xwe ber bi sobê ve dirêj kirin. Çavên me hemî zarokên malê li liva wî bû. Me zû zûka û bi gepên mezin şîva xwe xwar û welê dîsa bi wê lezê em hatin li dor wî kom bûn. Heta wê çaxê çend zarokên cîranan jî li me zêde bûbûn. Ji ber ku hayê wan ji mizgîniya şevê hebû, dê îşev Apê Qijo ji me ra çîrokek bigota.

 

Apê Qijo

– Ê zarokên delal, ka hinekî din nêzîkî min bibin, da ez vê nîşana li ser ruyê xwe şanî we bidim û serpêhatiya wê roja kambax ji we ra kad bikim; bê wî cinawirî çi li serê min kir û çi nekir!

 

Apê Qijo êzdîyekî ji kurdên Başûr bû. Salê carekê, çaxê zivistanan dihat gundê me û li ba kalikê min dibû mêvan, temenê wî li dor heftê salî bû, yekî bejnbilind, milfireh, enîvekirî û simbêlboq bû. Ji Kalikê min re pismam digot, ji ber ku niştecihên gund jî tev merivên heveûdin bûn, hemîyan jê re pismam digotin. Mezinan qal dikir digotin di heyamekî de kalikên me birayên yekûdin bûn. Di dema hikumdarîya dewleta Ali Osman de fermanî dibin û ber bi vê hêlê ve direvin. Kalikê me dibe misilman û li berîya Mêrdînê sitara xwe dibîne lê birayê din ber bi başûr ve direve û li ser dînê xwe dimîne. Lê têkilîyên wan heta rojên me jî her dom kirine. Di heqîqetê de jî, diruvê wî gelekî bi yê bapîrê min ve diçû.

 

Apê Qijo:

– Erê zarokên delal, ev nişanên ku hûn li ser ruwê min dibînin şûna pencên wî cinawirî ne.

Alîyekî ruwê xwe ber bi rohnîya lempeya gazê û tîrêjên wê ên lerzok va kirin, şûna sê birînên kûr li ser ruwê wî xuyanî dikirin. Mîna sê terîşan, ji binê çavê wî heta bi jêr dadiketin û di nav simbêlên wî ên girs de winda dibûn.

 

– Eve bêguman ji mêj da qewimîye, belkî ji pêncî salan zêdetir e, ez wê demê xortekî jêhatî bûm, hivdeh an hîjdeh salî bûm. Rojekê wekî nuha ji ên dawîya meha kanûnê bû. Bavê min bi şûlekî çû bû bajêr û vegerîyabû. Ji bo jinbira xwe, (ango amojna min) dermanek li gel xwe ji bajarî hanîbû. Lê apanên min li gundekî çiyayî bi navê Mezrê dijiyan û ji yê me bi qandî dan û nîvekî dûr bû. Ji ber ku gundê em lê diman nêzîkî bajêr bû, gelek caran gundên çiyayî di ser gundê me ra pêwistiyên xwe ên li bajêr temîn dikirin.

 

Babo ji êvarî ve gazî min kir û tembîhatên xwe li min kirin, da sibê bi wext rabim û rêya gundê apanên xwe bigrim û wê şevê li wir bimînim û rojtira din vegerim. Ji ber ku berf barîbû û çûnûhatin derengtir dixist û bi şev jî talûke hebûn. Mauzera şeşfîşek û rextê bi dîwêr va dardekirî şanî min da ku li gel xwe bibim. Diya min jî tûrikek tijî xwarin ji min ra amade kir.

Ez serê we neêşînim, sibê zû bi berbangê ra ez ji xew rabûm. Min xwe girêda û ketim rê. Şensê min hebû, wê rojê dinya çiksayî bû, berê min li Mezrê û tav li paş min bû, ronîya tavê rêya min dûz û xweş nîşan dida. Dîsa jî ji tirsa aşîtê di newalên kûr ra nediçûm û min rêya xwe parîkî dûr xist, lê berya ku dinya tarî bibe min xwe gihand gund û mala Efoyê ap. Malî bi hatina min gelekî kêfxweş bûn, agir ji nû ve gur kirin , gore û lepikên min ên hinekî şilbûyî bi benekî, nêzî sobê va daliqandin da zuwa bibin û ez jî li tenişt ap û pismamên xwe rûniştim û ketim galegalan. Me şîv û paşîva xwe li gel yekûdin xwar, şevhêrka xwe kir û paşê ketin nav nivînên xwe û pix li xewê kir.

 

Sibehê zû dema ku malî rabûn da ajalan êm bikin ez jî li gel wan ji xewê rabûm, min xurîniya xwe xwe şikand û dest bi hazîrîya vegera xwe kir. Apê min Efo çendî daxwaz kir ku ez çend rojekî li ba wan bimînim jî min qebûl nekir û sipasîya wî kir. Amojna min, tûrikê min yê vala bi benîyên guza, bastêq û gezo tijî kiribû. Min xatir ji malîyan xwest û ez ketim rê.

Weke di hatina min de, di vegerê de jî dinya sayî û xweş xuyanî dikir. Bêguman hewa sar bû, lê min xwe li hember sermayê baş rapêça bû. Lê min dizanîbû bawerî li hewaya meha Kanûnê nabe, xapînok bû û dikanîbû ji nişka va veguhere, lewra min lezand û xwest xwe berya bahozekê bighînim malê.

 

Belê zarokên delal, fena ku hûn gavê, çawa benî û bastêqa xwe dixwun, min jî ji tûrikê xwe qetik bastêq û benîyekî guza derxistibû û him dixwar û him jî bi rêya xwe da diçûm. Lê, li dûrayê, di ser çiyayên bilind ra, çend ewrên tarî ku li hev digerîyan bala min kişandibûn û ne nîşaneyên xêrê bûn, bi rastî hinekî xof jî xistibûn dilê min. Lê çi bikim ji taqeta xwe zêdetir nikarîbûm bimeşîyama. Li her derê, belbî ji du qaman zêdetir berf barî bû. Her cara min gavek davêt, çîpên min hemî di berfê da noq dibûn û vê jî ez diwestandim.

 

Na min av bi xwe ra neanîbû, ji bo ku têhna xwe bişkênim her car min hinek berf davêt devê xwe.

 

Ez serê we neêşînim, ji bo ku meşa xwe hêsantir bikim, min da qontara çiyê, lewra ku bilind, bi devî dar û zinar bû, erda wê kêmberf bû.

 

Belê ez welê çend saetan bi rê va çûbûm û ji nişka va li ser berfê rastî hin şopan hatim. Min ev zû nas kiribûn, ji ber ku li gel bav û apanên xwe gelek caran me şopên van lawirên dirinde li van çîyayan gerandibûn. Ev gurên devbixwîn gelek zîyan didan me û her sal çend mîh û bizinên me ji xwe ra dikirin firavîn û şîv. Bêguman ev ne elameteke baş bû. Dema ku nêçîr peyda nedikirin dadiketin nêzî gund û cihê bi war û gelekî ji dûrayê jî pêjna mirovî dikirin, pê dihesîyan. Min dizanîbû ku hayê wan ji min heye, lê ez jî bi çek bûm û dê welê rolinîvroyê, eşkere newêrîbana êrîşekê bînin ser min. Lê ji guran jî xetertir ba û bager bû.

 

Ber bi nivroyê va berfê dest pê kiribû bi kulîyan dibarîya. Lê min pêşîya xwe baş ditefsiland û bergeha min qewî vekirî bû, lê demekê bi şûn da bayî dest pê kir û hewa veguherî bû pûk. Piştî wê min pêşiya xwe bi sê gavan jî nema dikanîbû bitefsilanda. Ji hêla sermaya va xema min nebû, min xwe baş rapêçabû, ser û çavên xwe jî bi şareke kurdewarî nixumandibû. Di gel wê jî, pirîskên berfê, di cihên vekirî da, fena derzîyan li rûçik û çavên min didan. Piştî ku pûkê lê da, zû ne dereng, zûrîniya guran di guhên min de olan da, hema bêhemd destê min çû ser şeşderba li milên min û min hazîrîya xwe kir.

 

Êdî min nema ber xwe ditefsiland û nema dizanîbû ez bi kîjan hêle ve diçim. Tenê min dixwest xwe ji hêla ku dengê zûrîniya guran dihat bi dûr bixim. Wext diborî û dinya tarî dibû, min hêvî dikir ku berqefekê, taldekê an zinarekî bibînim ku ji xwe re bikim pişt û sitar ta ku pûk raweste û dinya haş bibe. Lê heyhat, pûk û bager li min şidîya û her ku wext diçu zûrîniya guran jî nêzîkî min dibû.

 

Dema ku ji nişka va min dît reşayek di ber min re bihurî, min çok berdan ser berfê û nîşan girt. Heman reşayê hinekî şûn da dîsan xuyanî bû, vê carê êrîşî ser min dikir, devê wî ji hev, zimanê wî kişyayî bû. Gurekî reş î mezin bû. Bi derba pêşin ra min hişt ku kazînî pê bikeve, hinekî ji min dûr, min ew li ser berfê gevizand. Bi heman şêweyî min yekî din jî welê li ser berfê dirêj kir. Nexwe, dengê tifinga min dê ew tirsandibin, lewra ku xwe hinekî paşde xistin û revîn. Lê min dizanîbû ku dê dîsan êrîş bikin û welê dê min rehet nehêlin. Ez ji cihê xwe rabûm û min ber bi lûtkeya çiyê ve lezand.

 

Gurên min û we jî, zû li hev kom bûn û ji nû va êrîşek din hanîn ser min, min derbek din jî ber bi wan ve teqand û ez bi taya canê xwe bazdam. Min fam kiribû ku êdî li min kom dibin û ber bi min va tên da êrîşkê dawîn bînin ser min û paşê bikevin ser cendekê min. Bi taya canê xwe min cara dawîn xwe çemd kir û ji nişka va min dît ez di bêsûdekê da werbûm. Ez bibêm deh metir hûn bibêjin bist metir hebû. Ji wê bilindahîyê ne mimkin bû ku mirovek zindî bifilitîya!

 

Lê mîna ku ez ketibûm ser doşeka xwe ya ji hirîyê, ez welê ketibûm ser tiştekî nerm. Min hêj welê destê xwe li wê pirça ku ez li ser ketibûm dipelikand bê ka çi ye û ji nişka va agir ji binguhê min çû. Hûn çima nabên ez di wê bêsûdê ra ketibûm gindora hirçekê, yeka ku ketibû xewa zivistanê û ez bi ser ûrê wê da ketibûm. Hirçê lepek li min dabû ez firîyabûm li binguhê dîwarê şikeftê ketibûm. Ez dibêm sê metro, hûn bibêjin şeş metro hebû. Ez dibêm du parsû, hûn bibêjin çar parsûwên min şikestibûn. Ez li wir ji ser hişê xwe va çûm û bi saetan welê mam. Dema ez bi ser hişê xwe va hatim, min êşeke dijwar di hemû canê xwe da hîs kir û nikanîbû xwe bilebitanda. Min çavê xwe yê çepê jî nikanîbû vekira. Tenê ji dengê xirîniya hirçê min fam kir ku dîsan ketiye xewê û di dilê xwe de şikirîya xwe anî.

 

Demekê dirêj di wî halê xirab de ez mam. Çirûskên ronîya ku di derîyê şikeftê ra ketibûn hindur hinekî ruh bi min hanî û min bi zikişkê xwe ber bi ronîyê va bir. Wa xuya bû ku ez ji guran xelas bûbûm, tu pêjna wan nema dihat, lê ku ev cinawira hişyar biba dê ez bikirama gepûnîvek! Tifinga min hat bîra min û min destê xwe lêgerand û ew li nêzîkî xwe dît, vê jî hinekî qidûm bi min ve hanî, lewra ku ew hêj saxlem û fîşek li ber bû.

 

Bavê min, dema dibîne ez wê êvarê negihiştime malê endîşeyek lê peyda dibe û dixwaze di heman şevê de komekê derxîne û bide pey şopa min, lê bagerê rê nedabû wan û naçar mabûn ku heta berê sibehê li hêviya rawestina wê bimînin. Bi sara serê sibehê va ji Mezrê jî komek derdikeve, wan jî ji gundên cîran bihistibûn ku dengê çend tifingan li çiyê bihîstine û apê min Efo gotibû ”hebe nebe Qijoyê me ye”. Welê ez hêj bi qandî du latan ji gindora hirçê bi dûr neketibûm û rastî koma hawarê hatim. Tev şopgerên jêhatî bûn û zû şopa min dîtibûn.

Bi lez birînên min girêdan, çend dar jêkirin û ji min re kirin darbestek ez li ser dirêj kirim, du zilam ketin ber û ez bi dû xwe da kaş kirim. Bavê min nêzîkî min bû xwe bi ser min da tewand û bi ken got:

 

– Eferim Qijoyê min, te lingên du deqên guran tot kiriye, wa xuya ye yek jî bîrîndar revîya ye!

Wê zivistanê êdî ez derneketim serê çîyan û tu rêwîtiyan, li mal, li hêvîya cebirandina parsuwên xwe ên şikestî û bîrînên xwe mam.

 

Wê şeva kanûnê xewnên me bi gur û hirçan va tijî bûn. Geh geh perê wan çêdibûn, em li wan siwar dibûn û difirîyan, car car jî devbixwîn dibûn û me şere heveûdin dikir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *