
Serhildana gelê me nayê jibîrkirin
Ilker Abdurrahim
Mîrê… min rabû ji bajarê mîra ji Bedlîsê
Li gorî Ayetên Qur’anê, tefsîra Hedîsê
Le şêwr û mişêwre kir, ji me ra destanê dinivîse
Go: de rabin…
Berxê bavê mino bidin destê xwe darê modoliya û pênûsê
Emê lezbikin bilezînin, wek şêran çêkin.. Meclîsê
Îhsan Nûrî Paşa mîrê binavûdeng e, ew Reîs e
Roma reş dora wan pêçaye, wek werîs e
Mêrkujên di destê wan de mêran dikuje, di teyîse
Çavê dayika we birije, cebilxaneya we tune bi telîs e!
Rebbê alemê ji we ra lihevnanî!
Ji bo we ‘Egît û Mêrxasan dilê min peritî bû helîse
Ferman e…
Mîrê min birîna serê me Kurmanca ne!..
* * *
Wan Şêrên… Çiyayê Serhedê zîrekin zehf kubarin
Ne çavê wan li malê Dinyayê, ne li Yarin!
Canbêzarê di destê wan de ji zêr û zîvin, qevdik darin
Sîstemê cengawera dengvedan e, zarezarin…
Dengê Modoliyê wan çû ‘erşê ‘ezîm, dayê bê hewarin!
Qebûl nakin koletiyê, qenûna Misto Kemal, tobedarin
Wan xweşmêra rakirine Ala Komarê, bendewarin
Ferzende û Seyîdxan di cengê da zehf dijwarin
Hemî canfîdayê Welatin, dayê nobedarin
Li dijî zilma Romê rabûne bêhedarin
Çavê min birije hinek Cangorî ne
Hinek Xazî ne, birîndarin…
Herçi yên ku sax mane
Ew jî li bin Xetê qaçaxin, dayê tev fîrarin
Ferman e…
Mîrê min li Geliyê Zîlan agir dibare!..
* * *
Mêrxasên… Ez ji we ra pesnê wan didim pirr navdarin
Seyîdxanê Kerr mêrê bi sed mêra payebilind e, payedar e
Ferzende Begê Reîsê eşîra, qehremanê serdar e
‘Evdilhemîd pehlewanê egîta fermandar e
Şêx Zahir serekê lehenga, çeleng e, pirr kubar e
Ji Şîşxana Xalis Begê Sîpkî, Tewfîq û ‘Elîcan agir dibar e
Biroyê Hesikê Têlî payebilind e, namlîdar e
Reşoyê Silo, kilê çavê Zeyno mêrxasê bîdar e
Remezanê Xerzo wek şêr e, sawa di dilê neyar e
Çima Zivistana me Serhedê dawî lê nayê, nabe bihar e!
Çavê dayika we birije!
Li pêşiya we ne havîn e, zivistan e, rojên sar e!
Mîrê… Mixabin Felek xayîn e, li pişta nayar e!..
* * *
Bira ya ya… Eva rastiye ne ku ez didim pesn û medhê mêra
Li qada meydanê şer xweşkirin wekî şêra
Ez çi bikim hinek dibên!
Yado Axayê Dimilî, mîrê mi ne pêra!
Van ‘Egîta hemî Çargurçikin, cergê wan hesin e wekî pola
Ez çûm Bazîdê hinek geriyam li dewsa cenga dîlawêra
Ordiyên leşkera ji ber wan revî bûn wek newêra
Dayê bi bêbextî xwîna Geliyê Zîlan rijandin wek newêla…
Hinek bûn Cangorî, hinek bûn Xazî bi destê neyêra
Wele derd û kulê wan Şehîd û Xaziyan,
Lê lê dayê rebenê cergê min peritand, dilê min jî hêra…
Bê oy li min… wez birîndarim Xwedêyo…
Le kelekela dilê dayika we rabûye wek pêlê behra
Dayika we bûye pepûka biharê, wek hirça dehla
Birano dayika we dimre ji derdê Mêran, ji kul û qehra…
Dayê çima tu nizanî! Dinya xayîn e, li pişta neyêra!..
Gotin û Awaz: Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
DESTANA ÎHSAN NÛRÎ PAŞA
Çûm Agirî wê Bazîda xerabe
Min go: Mîrê min Îhsan de tu rabe
Vê rewşa koletî ji me ra nabe!
Divê dîsa Ala Komar li ba be
Rehmet li te ey Rêberê Serhedê
Ji bîr nakin em tu wextê wê kedê!
Divê her roj ziyaret kin merqedê
Bibîrbînin Padîşahê Serhedê
Kurdawa Paytextê Komra Kurdan
Serîhildan wan şêrê me wek merdan
Bes! Birano êdî ji kul û derda!
Heta kengê di bin zilma nemerdan!
Ala Komar îro maye li erdê!
Divê rabin şêrê Welat hûn berdê
Derxin zalim ji hêlîna me Kurdan
Rabin bira hemî şêrên Serhedê
Di xaka te binax kirin bi hezar
Wêran kirin bi sedan Gund û Bajar
Bi hezaran sêwî hiştin, em bêwar!
Xirab kirin wê Komara kurdewar
Agirî tu bû nîşana serhildan
Şêrên me ji bo te kirin berxwedan
Cengawera Ala Komarê hildan
Wan egîtê parêzvan serê xwe dan
Serokwezîr Biroyê Hes’kê Têlî
Gel’yê Zîlan sorbû ji xûn wek xêlî
Ji ber zilmê hîn digirî Agirî…
Ji derdê xweşmêran dilêm bi kêlî
Reşoyê Silo bêguman pakrewan
Serê wî jêkir gerandin li Gundan
Dilperitîn helyan mînanî findan
Êdî bes e! Zilma zalim nemerdan
Seyîdxanê Kerr mêrê bi sed mêran
‘Elîcan wek şêr ji bo cenga giran
Tewfîqê zîrek bi kefîl û deman
Ferzende serekê mêra qehreman
Îhsan Nûrî Mîr e, Mîrê dîwan e
Tu Serwerê Komara me Kurdan e
Mor lêxistin li Dîroka Cîhanê
Min nivîsand îro çîroka wan e
‘Evdilhemîd mêrekî wekî şêran
Seyîdxanê Kerr xofa dil neyêran
Ne ditirsyan ji firok û teyêran
Xalis Begê Sîpkî Reîs eşîran
Ferzende mêrê dozê rabe ji wir
Dîsa dest bavêje Keleşa gawir
Şêrê kurdan awirek bide hawir
Revê pêxe ey Siwarê Eznawir
Deng bi boriyê xe li çar aliyan
Bes e! Gelê me ji zilmê naliyan
Razan li te nayê rabe Begê min!
Dîsa findek vêxe tu di tariyan
Şêrên çiyayê Agirî serhildêr
Wan lehengan rabûn li dijî neyêr
Çibikim Yado yê Dimilî ne pêr!
Agirî tu dil û cergê min dihêr!
‘Egîtê kurdan rabûn kir serhildan
Mîna şêra wan bi hev ra berxwedan
Cenga xweşmêra kir deng çû asîman
Rabûn xweşkir wan ewê cenga giran
Zaliman li Agirî rakir ferman
Hemî birîndarê me man bêderman
Li Geliyê Zîlan bû axirdewran
Şêrê Welat dûxan rakir ji çerman
Zîlan qetil kir zalimên bêîman
Dengê Selawata zeft kir asîman
Zîlan Cangorî, Şehîd e bê guman
Li me qeladin koka Gel’yê Zîlan
Agirî tu Destanek bêhempa ye
Ji Qiyama Şêx Seîd ra hemta ye
Derdê te li dil û cergan peyda ye
Te Mor kirî Dîroka Kurmanca ye
Serîhildabûn wan şêrê qehreman
Agirî kirin Kelha berxwedan
Xwîna Zîlan kişya mînanî çeman
Wax bêxwedî mabû Geliyê Zîlan!
Zîlan sor kirin wek gula ji xwînê
Ji derdê we ketim derya evînê
Dimrim birano ji derdê vê jînê
Divê ji bîr mekin em wê evînê!
Şêra berxwedan li dijî Firokê
Bombe di barîn wek tav’ya teyrokê
Teqez ketin nava pelên Dîrokê
Divê em ji bîra nekin Çîrokê!
Wan mêrxasa cangorî, canfîda ne
Şer xweşkirin bo azad’ya Kurdan e
Wan serê xwe di riya Welat dan e
Ji bîr mekin ta Axirê Zeman e !
Agirî Destanek zehf nav giran e
Nayê kirîn tu bi zêr û peran e
Lê ji cenga we ra ez mam heyran e
Fermandarên Nûrî box û beran e
Agirî Destan e, Destana Welat
Çi bikim ji zilmê tu nebû felat !
Vê Destana min jî, ji we ra xelat
Min Navên we kola li Birc û Kelat
Hezar Nehsid û Bîst û Heft dengveda
Hezar û Nehsed û Sî, mar pê veda
Bila serê me jî di riya we da
Wek lehenga serî ji we ra feda
Ji bo ku em bibin paşayê demê
Divê em bigrin pênûs û qelemê
Xwe rizgar kin em ji êş û elemê
Bi pêçin birîna gişt bi melhemê
Ta ku Zîlan hêlîna kul, xeman be
Van kul û birînê me bêderman be
Heta zalim li serê me ferman be
Biratî ya me û Romê çê nabe.!!.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
DESTANA KOMARA AGIRÎ
Îhsan Nûrî Paşa welatperwer bû
Mîrê Bedlîsê ji me ra serwer bû
Biroyê Hesikê li pey wî rêber bû
Ordiya mêra niştimanperwer bû
Hemî mêrxasin, binavûdengin
Şervanê şerin, ji bona cengin
Di şer û cengê da hemî lehengin
Tev qehremanin mêrê çelengin
Mêrxasên kurdan hemî pilingin
Awazê wan xweşin, mîna qulingin
Şervana dengda, li war û gundin
Hemî navdarin, berz û bilindin
Hinek reîs bûn, reîsê eşîra
Ji bona cengê dîtin tevdîra
Li Romê xistin wan bi kevgîra
Serhed Dîrok e, hêlîna mîra
Ez çûm Bazîdê ji bo xweşmêra
Min temaşe kir li cenga mêra
Ji bo azadî, şer kirin şêra
Destan nivisîn mêr û camêra
‘Efrît û Nadir herdu bira ne
Her mêrekî bi sed mêra ne
Wan mêrxasa canê xwe dan e
Ne tewiyan wekî çiya ne
Lewma tev bûn destana şêra
Ji bîra mekin mêrxas û mêra!..
Hemî lehengin wan cengawera
Pehlewan, Şêxin wan dîlawêra
Agirî war e, meskenê merda
Destanek mezin e ji bo comerda
Biro de rabe wek ciwanmerda
Laşê me xwarî van kul û derda
Agirî tu îro ma yî bêxwedî!
Ketiye destê Roma bêfedî !
Rabe Ferzende Begê ebedî
Cardin li Welat tu bibî xwedî
Lê wan jinmîran hemî kurdperwer
Di cenga giran de, canfîda, rehber
Em ji we razî ne, keçmîrên perwer
Ji doza giran ra dotmîrin serwer
Dîrokê mor kir, Şepal Jinmîra
Di herb û cengê da wekî lawmîra
Hildan destê xwe wan keleşmîra
Wan şerek xweş kir wekî ‘eşîra
Dilêran şer kir, şerê rizgarî
Serîhildabûn, mîrên ramyarî
L’ Geliyê Zîlan agir di barî
Agirî kirin wek şeva tarî…
Li Gerdûn nîne wekî wan şervan
Agirî kirin destana merdan
Ji bo Komarê gişt bûn parêzvan
Qehreman ewin ên ku berxwedan
Mêrxasên Agirî şêrên serhildêr
Bi hev ra rabûn pîrek, ciwanmêr
Ararat kirin qada berxwedan…
Rabûn raperîn ciwan, pîremêr…
Wan Cangoriyan zêde berxwedan
Lê mercên giran li wan rê nedan!
Hemî canfîda, bûnin Pakrewan
Gişta Yad dikim bi Rehma Yezdan.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
PORTRE YA HINEK MÊRXASÊN KOMARA AGIRÎ
Îhsan Nûrî Paşa: Serokkomar
Biroyê Hesikê Têlî: Serokwezîr
Xalis Begê Sîpkî: Waliyê Ramyar
Ferzende Beg: Qehremanê Payedar
Dengbêj Reso: Destanbêjê Komar
Seyîdxanê Kerr: Qehremanê navdar
Remezanê Xerzo: Gelek Namîdar
‘Elîcan: Mêrê bi sed mêra, şêwirdar
Seyîd Resûl Berzencî: Fermandar
Sêvdîn Beg: Reîsê eşîra Hesena, sîdar
Têlo Beg: Fermandarê ahengdar
Şex Zahir: Mêrxasê Ronakbîr
Şêx Tahir û Şêx Hebîb, cîhangîr
Şêx Ûsiv û Şêx ‘Evdilbarî, mîr
Hedê: Qehremana Keçmîr
Şêx ‘Evdirehman: Fermandarê Serwer
Şêx ‘Elî: Şêxê me Rêber
Şêx Mehdî: Mîrê Rewşenbîr
Şêx ‘Elî Riza Efendî: Pêşeng
Mihemed Xalit, ‘Evdilhemîd û Emer
Qulîxan û Biroyê Qadê: Kurdperwer
Şêx ‘Evdilqadir: Serekê Eşîra Sekan
Şêx ‘Elo, Şêx Yasîn, Şêx Salih: Pakrewan
Çavreş, Têlo û ‘Eloyê Besê: Zîrekên Qehreman
Mûsayê Berkî: Endamê Xoybûnê
Îlhamî, Dawo, Ehmed, Eyûb, Birahîm û Sezgîn
Reşoyê Silo: Mêrê mêrxas kilê çavê Zeyno
Cangîrê Reşê: Efsaneyê bêhempa
Sezgîn û Tewfîq, Cemîlê Seyda û Menduh Selîm Beg
Ehmed, Îlhamî, Eloyê Besê û Feyzulah
Temir Axa, Adil Beg, Kemal, Fewzî, Êxtî û Fûad
CANFÎDA Û QEHREMANÊN JINMÎR
Yaşar, Zeyno, Asîya û Besê Xanim
Rabîa, Mirdesî, Şekir û Hedê Xanim.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
EY ÇIYAYÊ AGIRÎ
Ey ..Çiyayê.. Agirî
Bes e! êdî megirî
Te kir bêriya Îhsan
Doza te venamirî
Tu bû piştmêryê mêran
Te hewand gelek şêran
Mêrxasan li berxwedan
Wan leheng û xweşmêran
Ey …hêlîna.. mêrxasan
Ji min re bike behsan
Te qe kê û kî dîtin?
Wan teyrên li berkaşan
E wan Teyrên Azadî
Ji bîr nabin ebadî
Ji dozê re serkêşin
Wekî mînaka Qadî
Mêrê mêrxas Seyîdxan
Xweşmêr, leheng ‘Elîcan
Dîrok nivisîn, Destan
Behsa wan dike Cîhan
Berxwedana wan şêra
Bûye Destana mêra
Ji wan ra li hev nehat!
Dilê min helya jê ra
Her dibêjim Ferzende
Çi mêrxasekî merd e
Azadî ya Kurdistan
Li ser me tevan Ferz e.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
RAPERÎNA AGIRÎ
Serî rakir wan lehenga
Li Agirî kirin cenga
Di Gerdûnê dane deng e
Wan mêrxasa b’navûdenga
Rabûn hemî şêrên çiya
Şêwir kirin li pirr ciya
Serhed rakirin serpiya
Wan Rêbera, efendiya
Hemî cengawerê leheng
Mîna şêra dikirin ceng
Qehremanên binavûdeng
Li Gerdûnê we daye deng
Her mêrek bi hezar mêra
Tifingê wan bi sed zêra
Temaşe kin li xweşmêra
Şer xweşkirin wekî şêra
Cenga lehengê kurd kirin
Canê xwe wan fîda kirin
Li ser dilê Dîroka Kurd
Navê mêra çixêz kirin
Wê Raperîna Agirî
Zîlan hîna tu digirî
Kuştin ji me, wan şêst hezar
Zîlan ti wext tu namirî
Sor kirin Geliyê Zîlan
Li ber girt govend, dîlan
Wan pêtekî berda dilan
Dil peritîn j’ derd û kulan
Derdê giran tu nekêşî!
Rabe Mîrê-m bide pêşî
Hildin wê Ala kesk û sor
Xwe rizgar kin b’ xêr û xweşî.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
DESTANA MÊRXASAN
Mêrê mêrxas Seyîdxan
Xweşmêr, leheng ‘Elîcan
Dîrok nivîsand, destan
Behsa wan dike Cîhan
Seyîdxanê Kalemêr
Tewfîqê mêrxas û mêr
Wan li dijî Ordîyan
Berxwedidan wekî şêr
Van lehengên cengawer
Tim û daîm dikir şer
Hinekê wan bûn Şehîd
Hinek Xazîyên serwer
Tu xweşmêrî, mêrxasî
Li Gerdûnê gernasî
Şêrê Kurmanca Yado
Serbilindî, xwenasî
Zilma neyar ne hewand
Pişt li neyaran tewand
Bûn bersiva zordestan
Birîna Kurdan kewand
Hemî Şêrê Çîyanin
Lehengê me Kurdanin
Van mêr û mêrxasên me
Bo Welat Canfîdanin
Her dibêjim Ferzende
Çi mêrxasekî merd e
Azadî ya Kurdistan !
Li ser me tevan Ferz e.
Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
AGAHDARÎ
Gelî Dîrokzan û Lêkolînerên xoşewîst û Malbatên Leheng û Mêrxasên Cangorî:
Ji kerema xwe; Leheng û Mêrxasê me yên ku mane hûn ji min ra Navê tevekên wan bişînin. Berîya ku Çap bibe, ezê Navê tevan li Portreya Mêrxasan zêde bikim. An jî eger ku ez bikaribim ezê Helbestekî nû li ser wan jî binivisînim.
Birastî ti nîyetekî Min a xirab nîne. Mixabin min li gorî Derfeta xwe ya qit û bi qasî zanîna xwe van Helbestan ji bo ji bîr nekirin û bîranîna wan nivîsandî ye.
Ji niha de mala cenabê we ava be.
Riataza