TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -3

TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -3

Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me nivîseke gelekî delal nivîsîye,

me ew kir pênc beşan, beşên pêşin û duduyan me duh û duh na pêr çap kir.

Kerem bikin, îro beşa sisîyan bixwînin.

Şemoyê Memê

4.1. Zal, Rostem û Parêzvanê wan, Teyrê Sîmir

Firdwesî di Şahnameyê de herî zêde behsa Sam, Zal û Rostem û serpêhatiyên wan dike. Em dikarin bibêjin ku lehengekî giring yê serpêhatiyên wan jî teyrê Sîmir e. Çimkî ev teyr nîn bûya Zalê bibûya xûrê heywanên dirinde û bi vî yekî destana Rostem jî peyda nedibû. Herwiha Sîmir nîn bûya, Rûdabe nikaribû Rostem bi silametî bianîya dinyayê, ji ber êşan ew jî, Rostemê jî bimirana. Dîsa bi saya Sîmir Rostem û hespê wî Rexşê Belek gelek caran birînên xedar aza bûne.

Tê gotin ku, pelewanê dinyayê Sam, ji ber ku kurê wî Zal wek pitikekî por spî tê dinê, vî yekî nîşana xirabiyê û karê Ehrîmen dihesibîne û pitika porspî, dibe, li çolê quntara çiyayê Elburzê ku ev der dûrî mirovan, nêzî tavê ye, bêxwedî dihêle ku ev nîşana Ehrîmen ku ji bo wî rûreşî ye, bibe para guran. Hêlîna Sîmir li wir bû, çimkî wî jî dixwast dûrî mirovan be. Rojekî teyrê Sîmir bona neçîrê hêlîna xwe derdikeve, nişkeva li ser Elburzê, pitika belengaz û hêj berşîr e û zare zara wi ye, bala wê dikişîne. Landika wî kevir, dadoka wi ax û bê pîne û paç bû. Fîrdewsî dibêje; Xwedê rehm kire dilê wî teyrê ku vî pitikê neke xûrê çêlikên xwe. Dadikeve newalê û baskên xwe Zal re dike star û wî dibe hêlîna xwe. “Wê wextê dengek Sîmir tesele bû, (got) lo teyrê bimbarek û pak, vî pitika berşîr miqate be, bisitirîne. Çimki ji neslê wî pelewanên dinyayê yên wek şêr ên bên dinyayê. Bextê çê, huba Zal niqitî dilê wi teyr û çûcikên wî” (Fîrdewsî,1994:291). Êdî Zal bin sîya wî de mezin dibe û fêrî hemû huner û behreyên Sîmir dibe. Cûcikên wî çawa bi goşt mezin dibin, Zal jî wek wan mezin dibe û roj bi roj xurttir û geştir dibe. Helbet Sîmir xeberdanê jî fêrî wî dike.

Heta vegera Sam, Zal rastî tu bendeyan nehatibû. Piştî gelek salan Sam xewnekî dibîne; jê re tê gotin ku “ Lo zilamê dilkevir, tirsa xwedê dilê te da nemaye, eyb û şerma te tûne. Teyrek rabûye kurê te ra bûye dadok, qey tu jî mêr î, pelewan î!. Piştî van xewnan, Sam kirina xwe ya xirab poşman dibe û pey kurê xwe dikeve û bextê çê dîsa diçe quntara Elburzê û teyrê Sîmir, Zal bi silametî radesti Sam dike û perên xwe dide Zal ku çi gavî ketibe tengasiyê, teyrê sîmir ê xwe bigîhandayê û ê derd û birînên wî derman bikira. Perên Sîmir xwedî raz û qudretekê mezin bûne. Li gor Mantık Al-Tayrê, perên Sîmir de gelek huner û pîşe hebûne, “nîvê şevekê Sîmir li ser welatê Çînê xuya bû, perek ji perên wî ket erdê Çînê û hemû bajar hev qelibîn. Herkesî ji wî perê, xwe re nexşek peyda kir. Ji wan nexşan karek, hunerek, sinetek peyda kirin”(Attar; 51).

Di Şahnameyê de erka Sîmir her dem berbiçav e. “Ev teyr di bûyina Zal û pelewan Rostem de derdikeve pêş. Ev mexluqetê derasayî bona bendeyan car caran dibe mamoste, carcaran jî perester (hemşire). Destê wî dihat, dibû dixtorê qralên camêr. Ji bo jinên ducanî dibû pîrek û bi xêra dermanên êşbir wan diwelidand. Birînên xedar derman dikir û dipêça. Dîsa teyrê Sîmir pitikên qerase ku êş û azara wan dê nikaribûn biwelidin bi şêweya ku tê gotin “Sezeryan” bi rênîşana wî zarok dihatin dinê( Collins,2001:154).

Gelo teyrek çawa dikare ewqas huneran bizanibe û bike, gelo ev motîva teyr ne merivekî dilqguherî be? Merivekî bi per û baskan xemilandî. Merivekî xwedî per û bask, an jî ew Ahûra Mazda bixwe nîn be ku herdem bendeyên xwe bin baskên xwe de star dike. Jixwe Ahûra Mazda, merivekî kal, wek rûspî, li ser herdu pîlên wî du baskên mezin hatîye sembolîzekirin, wek teyrekî. Çawa Ahûra Mazda li ezmîn e û bendeyên xwe disitirîne, Sîmir jî wek parezvanek bendeyên xwe yên belengaz, bêderman diparêze, disitirîne û wan digihîne silametiyê. Helbet ev motîveke gelekî xurt e, ku di nav zargotinê de gelek caran hatiye bikar anîn. Bi vî warî de em dikarin milyaketan jî bihesibînin wek teyr û balinde, çimkî ew jî wek mexlûqetên bi per û bask hatine teswîr kirin û mala wan li ezmîn e. Herwisa pêrî û ruhên mirovên mirî jî wek teyr û balindeyan li ezmîn her tim ber firê ne. Çi tiştên ku ezmîn tên xwedayî ne û pîroz in. Lema her demê li nav gel de teyr û balinde heyînên pîroz hatine hesibîn. Loma em dikarin bibêjin ku her tîştên xwedî per û bask jî wek xwedayî hatine temsîl kirin. Ruhên mirovên mirî jî êdî bûne xwedî per û bask, ango bûne teyrên ezmanan, loma ew jî pîroz in.

Li gor Şahnameyê Sîmir, pelewanê mezin Zal bi salan xwedî kirîye û wekî bavekî ew hebandîye. Wî xwe gihandîye hemû tengasiyên Zal û Rostem. Wexta ku Sam, Zal vedigerine malê teyrê Sîmir perekî xwe dide Zal. Teyrê Sîmir soz didê, gava ku kete tengasiyê divê agir bide per, wê gavê, Sîmirê xwe bigihînê û ji tengasiyê derxîne. Tengasiya herî giran ya Zal rastî hatê, bûyîna Rostem ku, ji ber ku pitikekî pir mezin û qerase bû, diya wî Rûdabe kiribû halekî çetin ku ketibû ber sekaretê. Zarok bi asayî zikê dayê dernediket ku wê gavê teyrê Sîmir xwe digihîne hewara Zal û Rûdabeyê. Teyrê Sîmir wek hekîmekî û şeweyekî nû Rûdabeyê diwelidîne. Berê ewil dermanekî lê dide vexwarinê û Rûdabe xwe diçe û êşên xwe nahese. Paşê zikê wê diqelêşe û Rostemê pelewan bi wî şêweyê ku îro jê re “sezeryan” tê gotinê tê dinê. Li vir baş xûyaye Sîmir, dermanan çêdike û nojdarîyê jî dike, ango hin hekîm e, him jî Loqman e. Bi saya dermanê ku “îksîr” jî tê gotinê, wisa xûyaye cara ewil teyrê Sîmir ku şikilgirtina hekîmekî ye hatiye bikar anîn. Dibe ku Sîmir Şamanek be jî ku ew jî hekîmîyê dikin û îksîran amade dikin. Di gelek çîrokan de tê gotin ku Sîmir parêzvanê nebata “Haoma” yê ye ku dermanê hemû kul, birîn û derdan e. Herwisa kesên ku xwedî wê dermanê bin mirin nade dû wan. “ Di rîwayetên gelên Hînd-Îranîyan de haomaya (derman) ku cihê veşartî bi destê teyrekî hatiye derxistin û ew teyr, ev dermana bexşandiye xwedanan û mirovan. Di Avestayê de navê vî teyrê Seana ye ku bixwe Tayrê Sîmir e” (Collins, 2001:159) û ew teyr ser dara “dermanê hemî derdan” e.

Perên Sîmir çawa sihhetê dide merivan, her wisa dewletê jî dide gelek kesan. Balkêş e, meriv bala xwe bidê dibîne ku gelek dewlet, dugel, împaratorî ji xwe re wek al an jî sembol teyrek hilbijartine û kirine sembola xwe. Wexta Darîus navê Ahûra Mazda hildide, gotina “di bin baskên te de” tu car bîrnake. Baş xuya dike ku ew şiklê teyrekî baskfireh hatîye sembolîzekirin. Di bin baskên xwe de hêzê û desthilatdarîyê belav dike. Ew padîşahê, padîşahan e.

Li gor Şahnameyê Sîmir carekî jî Rostem û hespê wî Rexşê Belek ji birînên kujer ku Efrasîyab gîhandibû wan, rizgar dike. Di tengasiyê de dîsa şîretên Sîmir tên bîra Zal û, perên ku Sîmir dabûnê dide êgir û tavilê teyrê nûwaza li vir peyda dibe. Teyr Zal re dibêje bila qey şayişa nekişîne, çimkî ew ê Rostem û Rexşê Belek derman bike. Dest bi dermankirina Rexş dike û bi nikilên xwe yên tûj şeş tîrên bijehr û kujer ku derba Efrasyab bûn derdixe û perên xwe yên bi derman birîna dide, herwisa heşt tîrên gîhane canê Rostem jî derdixe, xwina ku jehrdadayî dimije û perên xwe ser birînan digerîne û tavilê birîn dikewin.

Sîmir gelek caran şîretan dide Zal û Rostem wek rûspîyekî tê pejirandin, wek mamosteyek. Rostem jê dixwaze hîn be gelo çawa bikaribe Efrasyab têk bibe. Sîmir dibe rêberê Rostem û bi piştî rêwîtîyekî çetin û dirêj xwe digihînin newalekî ber û bereket ku dara Kazûyê lê şîn dibe. Ev dar, dareke bi sêhr e. Helbet ev cîh ketibû xewna Sîmir ku dikare her tiştî bizanibe û bibîne. Bi rênîşandana Sîmir, Rostem fêrî çêkirina tîrên kujer dibe ku pê bikaribe Efrasyab bikuje. Baş xûyaye teyrê Sîmir di gelek karan de şareza ye. Çawa dermançêker e, cihê nebatan dizane û ew dizane çi cure nebat bona çi nexwaşiyê, birînê baş in, her wisa wan dermana bikar tîne û nojdarîyê jî dike ango hekîm e jî. Sîmir dîsa erkê hostatiya tîr û kevan çêkirinê jî radibe. Ew hemû huner û sinetên Sîmir me dike şikê ku ev teyr sembola merivekî, şamanekî an jî xwedanekî be. Axir em dikarin bibêjin ku emrê Sîmir û Rostem hev ve girêdayî bûye. Ewqasî di berhevokên kurdî de emrê Rostem wek 1700 sal derbas dibe ku, li gor efsaneyê ev beranberî emrekî Sîmir e.

4.2. Teyrê Sîmir û Mîrze Mihemed

Yek jî lehengê navdar yê çîrokên kurdan helbet Mîrze Mihemed e. Ew jî wekî Rostemê Zal, pelewanekî bi nav û deng e di zargotina Kurdan de. Ji bo xebata me ya giring ew e ku pêywendiya Mîrze Mihemed û teyrê Sîmir e. Di çîrokan de em gelek caran rastî serpêhatiyên wî û teyrê Sîmir tên. Li gor çirokên li ser Mîrze Mihemed, Sîmir li bin heft tebeqê erdê de li ser darekê dijî û herçîqasî barekî pir çetin û metirsîdar be jî, bi tenê ew dizane û dikare rîya dinya ronik here. Di vî riyê de dest daye Mîrze Mihemed. Tê gotin ku rojekê Mîrze Mihemed ku piçûkê birayan e, karê birayên wî, ji ber newêrekîya xwe ber ranebûne, dide pey dêwê zîyankar û axir çela ku dinya bin erdê bû, wî dêwê peyda dike û dikuje. Lê belê birayên din yê bêkêr çevreşîyê pê re dikin, wi bin çelê de dernaxin. Mîrze Mihemed bin erdê gelekî digere lê rêyekî nabîne ku derkeve dinya ronik. Paşê dîsa Mîrze Mihemed dikeve tengasiye û dîsa dikeve bin heft tebeqê erdê. Ji pîrekê avê dixwaze lê belê zîyayek li wî bajarê peyda bûye û rê nade ku kesek avê vexwe. Merc eve ku her hefte, keçîkekê û sê sîtil birinc pêşkêşa wi bikin ancax dikarin hinek av dagirin. Mîrze Mihemed vî zîyayî jî dikuje. Padşayê bajêr Mîrze Mihemed re dibêje çi dixwazî bêje. Mirze Mihemed derketina rûyê dinyayê dixwaze. Ev yeka ji ber ku qewata padşa derbû, Mirze Mihemed dişine bal teyrê Sîmir ku ew jî di dinya binerd de ser darekî bi cûcikên xwe dijiya. Telebexta re ziyayek (ejdeha) jî cûcikên teyrê Sîmir bûbû bela, her sal cûcikên Simir dixwar. Mîrze Mihemed wî dêwê jî dikuje, lema teyrê Sîmir lê dipirse,

“ – Ha, xortê qenc, çi dixazî bêje. Qirar be, ez ê te bigihînim mirazê te.

Mîrze Memûd divê: -Welle ez tîştekî naxwazim, tenê dixwazim tu min derxî dinya ronik.

Teyrê sîmir dike qîrîn, şaş dimîne divê:

  • Xazla şeş-heft salê dinê jî zîya cûcikên min bixarana, tek te usa negota. Lê hema min qirar kirîye, ez ê qirara xwe bînim sêrî.

Teyrê sîmir divê; – De here heft dûvê berana û heft meşk av bîne, ez ê te derxim dinya ronik (Cindî, 2015:126)”. Bi vî teherê Mîrze Mihemed heft dûvê berana û heft meşk av ser pîşta Sîmir bar dike û sîwar dibe. Sîmir perwazê dide xwe û Mîrze Mihemed dûvekî û meşkek av berdide qirikê. Sîmir derdikeve tebeqa şeşa, lê telebexta re dûva dawî ser pîşta teyrê Sîmir dişiqite dikeve. Mîrze Mihemed, goştê hêta xwe jê dike, dewsa dûvê beran davêje devê wê. Teyrê Sîmir dîna xwe didê, wekî ew goştê şor e, divê: “Welle, ev goştê merivan e ha şor e.” Bin zimanê xwe da dihêle û dertê dinya ronik. Teyr divê; “Mîrze Memûd:

  • De here.

Teyrê Sîmir bala xwe didê Mîrze Memûd dikule, divê:

  • Mîrze Memûd were vira.

Mîrze Memûd tê cem teyrê Sîmir. Ser hêta wî hiltîne, dîna xwe didê, wê goştê hêta wî hatîye jêkirinê. Goştê bin zimanê xwe derdixe, dide ser cîyê birîndar, tû dike ser, qenc dike( Cindî, 2015:128).” Bi xêra teyrê Sîmir Mîrze Mihemed(di berhevokê de Memûd e) derdikeve rû dinyayê û heyfa xwe birayên xwe derdixe û digihîje mirazê xwe jî.

Teyrê sîmir rêberê Mîrze Mihemed e, herwisa rêberê Rostem e. Wan digihîne mirazan, wan mirinê derbas dike û wan diedîlîne, wan digihîne rîya nemiriyê. Çimkî wî rîyê tenê ew dizane û nabe nesîbe her kesî ew rê derbas kirin. Helbet li vir de çîroka sîmurgên Attar tê bîra meriv. Çawa heft newalan derbas bûn û bi sedan ji wan rê derketin û winda bûn kêm kes ji wan gihîştin dinya herheyî ango kamilbûnê. Pir bi eşkereye ku, teyrê Sîmir, Enqer, Tawis, hemû nefsa mirov bixwe ne.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *