TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ Û ZARGOTINA KURDÎ DE -5

TEYR Û BALINDE DI MÎTOLOJÎ  Û ZARGOTINA KURDÎ DE -5

Nivîskarê me bi taybetî bo malpera me nivîseke gelekî delal nivîsîye,

me ew kir pênc beşan, her çar beşên pêşin me çar rojên buhurî çap kir.

Kerem bikin, îro pêncan çaran, ango a dawî bixwînin.

Şemoyê Memê

7. Teyrê Bêyomî û Mirinê: Teyrê Qereqûşê, Sîsarka Gurî

Heredot, di pirtûka xwe de behsa rêûresmên Îrana qedîm yên mirinê dike; Tê gotin ku gelên Pers cesedê miriyan tu caran naxin gorê, li çolê dihêlin heta ku goştê canê wan dibe xureka teyrên dirinde û kuçikan. Strabo jî behsa edetên xelkê Medyayê dike û tespîtên Heredot piştrast dike. Cesedê miriyan li çolê dibe xurê qijik û teyran. Piştî ku ev teyrên leşxur goştê canê miriyan dixwar, xilas dikirin, paşê hestîyên miriyan kom dikirin û teze gor vedikirin û vedişartin. Gelek balkêş e, ev teyr li navçeyeke Anatolyayê, “Çatalhoyukê” ku ew der wextê de bin destê Hîttiyan de bû, li şikeftan hatine neqişkirin ku di bin wan de merivên bê serî hene. Ev yek ayînên Parsiyan tînin bîra meriv. Ev teyr goştê canê miriyan dixwin û mirinê temsîl dikin. Ev teyrên dirinde hertim li serê çiyayan, li nav kevir û kuçikan de dihewirîn. Leşxurên baş bûn. Ji ber ku bi çiyayên bilind re dihatin nimandin û bawer dikirin ku ev teyr pire bûn di navbera dinya û axîretê de. Çawa goştê mirîyan dixwarin, ruhê wan jî dibirin axîretê. Li bal Parsiyên Hîndîstanê ruhê kesê mirî sê rojan terka cesedê xwe nake. Heta sê rojan dia û drozge li ser mirî dihat xwendin. Dihat bawerkirin ku piştî sê rojan, siya qijikekle reş an jî siya sîsarka gurî li ser ceset re derbas dibû. Ev yek eşkere dikir ku êdî can ji ceset diterikine û dikaribûn mirî ji malê derînin. Li vir jî baş xuya dike ku teyrê reş wek ruhstînekî canê mirovan ji wan distîne û dibe axîretê. Ev teyrê ruhstîn re gelê Kurd dibêje Melkemotê Kulê, ango milyaketê mirinê, Ezraîl.

Sîsirka gurî sembola mirinê bû lema bawermendan banga wî dikirin, bila bihata hawar û rêberîya wan ya riya axîretê, bila serwextiya pîroz bike para wan, nûra pîroz re bigihîne. Ji ber erka wan, Şaman jî wekî wan teyran, xwe re dilqên bi per û baskkirî çêkirine û wexta ayînan de xwe kirine û çawa teyr ruhê miriyan dibin dinya herheyî, ew jî bi saya per û bask û ruhên teyran hewlana firîna derûnî kirine. Em dikarin şamanan jî wek teyran bihesibînın an jî teyran Şamanên dilqguherî bihesibînin.

Ev teyr di stranên kurdî de jî teyrên neçîrê ne û serê kevokên bêguneh ku ruhê du dildara ne jê dike dibe sebeba mirina wan û sebeba bêmiraziye. Kevok keçikên bedew û ruhên pak sembolîze dike. Teyrê qereqûşî jî wek teyrê mirinê hatiye sembolzekirin. Behsa vî teyrê di strana Rizgan û Nûrê de tê kirin;

De lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, Nûrê dibê: – Rizgano, ezê qurbana serê delalê dilê xweyo,

Vê sibê bêje xewna xweye, Ez merûma xudê xewna te şirokim.

Rizgan dibê: – Nûrê, kulmalê, Minê xewneke dîtibû di xewnêda,

Dareke sipindarê hêşîn bûbû di hewşa mala bavê teda,

Du sêvê sore xelatî li sîngê darê bûn,

Birre belgê reş ser darê bûn, Sê kevotk ser serê darê bûn,

Teyrekî qereqûşî hatibû – Serê hersê kevotikê gozel lêdabû.

De lo, lo, lo, lo, De lo, lo, Rizgano qurba.

De lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo,

Go: – Ew dara sipindarê – bejina min merûma xudêye,

Sêvêd sore xelatî memikê minin,

Belgê darê-gulyê minin,

Hersê kewê gozel – yek ezim, yek tuyî,

Ya dinê berê vê biharê mirazê min û teye.

Lê ew teyrê qereqûşî – Ku hatibû serê kewê gozel lêdabû,

Ew Oçoyê kurapê mine, Wê sibê bê min bikuje, te jî pêra ( H. Cindî, 2008;149).

Encam

Teyr û balinde di nav zargotina hemî miletan, herwisa ya kurdan de jî wek sembolekî herdemî hatiye bikar anîn. Herwisa bûye mijara gelek berhemên wêjeyî jî. Gelek kesan hewldane zimanê wan fehm bikin ku tê bawerkirin ku ew xwedî zanyarî û razên do û sibê ne. Ew dizanin paşerojê ê çi biqewime. Kêm kes ev feraseta fehmkirina zimanê wan zanibûne, bi saya vê yekê jî gelek bobelatan xilas bûne. Me dît ku bi vî cureyî gelek çîrok di zargotina kurdî de hene. Herwîsa teyrê herî bi nav û deng helbet Sîmir e û Tawis, Enqer, Baz, Kevok jî zargotin û mitolojîya kurdan xemilandine. Dîsa me dît hunerên teyrê Sîmir û kevokan. Di dewrên qedîm bigre heta niha hêzeke pîroz li teyran bar kirine lema di çîrok û desranan de gelek kar û huneran rabûne. Dîsa em dikarin bibêhin ku van teytrên kum e behs kirin hemû xwedî razekî derûnî û xwedayî bûne. Per û baskên wan gelek caran bûne dermanê birinên xedar û kujer. Hema bêje xwedî wesfên baş bûne, pir kêm karên xirab kirine. Herwisa din av zargotin û baweriyên Kurdan de ji gelek çîrok û destan xemilandine.

Çavkanî

Attar, Ferîduddîn ( 2011) Mantık Al-Tayr, Türkiye İş Bankası Yayınları

Bender, Çemşîd (1996) Kürt Mitolojisi1, Berfîn Yayınları, Stenbol

Celîl, Celîlê& Celîl, Ordîxanê (1978) Zargotina K’urda I-II, Neşîrxana Naûka, Moskva

Ceylan, Ömür, Tavus, Di nav İslam Ansiklopedisiyê de,TDV Îslam Ansîklopedîsî, Ankara

Cindî, Hecîyê (2008) Kilamên Cimeta Kurda, Weşanxana Lîmûş, Yerêvan

Cindî, Hecîyê (2015) , Hikyatêd Cimeata Kurda V, Weşanên Rûpel, Stenbol

Collins, Andrew ( 2002) Meleklerin Küllerinden, Weşanên Avesta, Stenbol

Eliade, Mircea(2001)Şamanizm, Weşanên İmge, Ankara

Erdem, Sargon, Anka, Di nav İslam Ansiklopedisiyê de,TDV Îslam Ansiklopedisi, Ankara

Firdewsi, Şehname I (1994) Firdevsi, MEB Yayınları, İstanbul

Gezgin, Deniz (2014) Hayvan Mitoslari, Sel Yayınları, Stenbol

Hawar (2012) Weşanên Belkî, Stenbol

Încîl û Zebûr (2015) , Kitab-i Mukaddes Şîrketî, Stenbol

Lescot, Roger (1997) Memê Alan, Weşanên Avesta, Stenbol

Pênc Kitêbêd Mûsa (2010), Înstîtûta Welger’andina K’itêba Pîroz, Moskva

Omerxalî, Xanna (2007) Êzdîyatî, Weşanên Avesta, Stenbol

Öncü, Mehmet (2014) Çîrokên Efsaneyî Yên Kurdan, Nûbihar, Stenbol

Sadinî, M.Xalid (2009) Feqiyê Teyran, Nûbihar, Stenbol

Schipper, Mineke (2015) , Adem ile Havva Her Yerde, Ayrıntı Yayınları, Stenbol

Tolan, Kemal (2006) Nasandina Kevneşopîyên Êzdîyatîyê, Wêşanên Pêrî, Stenbol

Yıldırım, Nimet (2008) Fars Mîtoloji Sözlüğü, Kabalcı Yayınevi, Stenbol

Yîtîk, Kamûran & Çeper, Ramazan (2017), Ferhenga Mîtolojiya Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol

(dawî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev