Mijara me ya bingehîn

Mijara me ya bingehîn

Sultan Arslan

Reşkirin hêsantirîn metod e. Gava meriv bixwaze, dikare di nava demekî pir kurt de dest bi reşkirinê bike û ji bo reşkirinê metodên kirêt peyda bike. Reşkirin ne rexne ye, bo rûxandinê tê kirin. Di nav reşkirinê de başî tine û tenê bo tiştan tevlîhev bike da ku meriv peşiya xwe nebîne û ji rastîyê dûr bikeve, metoda reşkirin pêk tê.

Rexne têgihîştinek din e. Rexne piranî caran wekî peyvek negatîf tê fêhm kirin, lê di heman demê de divê hûn bikaribin ji bo çareserkirina pirsgirêkan tiştan ji hev re bibêjin. Rexneya avaker li beramberî rexneya hilweşîner e. Rexneyên avaker armanc dike ku pêbawerî ya netêgihîştinê ji holê rake û diyaloga di navbera aliyan de peyda bike. Di nav rexneyên avaker de du tiştên rexne hebe, sê û çar tiştên erênî jî divê hebe. Rexne divê bo başbûna min û te bê kirin. Rexne bo çêtirkirinê û baştirkirinê tê kirin. Bi rexnekirinê re heye ku ez û tu pêşiya xwe baştir bibînin û rîya rastir helbijirin. Kesn ku bikaribe rîya baştir nîşanê min û te bike, divê ez û tû guhdarîya wan kesan bikin.

Li ser vê bingehê ez dixwazim werim li ser mijara me ya Kurdistanê. Eniya min li gel Kurdistanîyan e. Ên ku dixwazin di têkoşîna Kurdistanê de dewleta kurdî ava biken, ez bi wan re me. Di heman demê de sîstema wan û jîyana wan ê rojane çewqasî mirovî be, demokratîk be û li ser heq û hiqûq biçe baştir e. Bo min ya herî girîng û pêşîya hemû tiştan garantîkirina hebûna min e û hebûna min ya netewî ye.

Gava ez behsa hebûna xwe dikim ne ya şexsî ye, lê hebûna min ya bi miletê min re jîyana min a dewletbûyînê ye. Hebûna min di nav avakirina dewleta kurdî de dikare pêşve biçe û geş bibe. Hin kes dibêjin xeyal e, ne realîst e. Ez jî dibêjim rast e xeyal e. Heta ez xeyal nekim ez ê çawa bikaribim ava bikim. Bi her armancê re xeyal heye û xeyala bingehîn dibe sedemê serkeftinê. Cihê ku xeyal tinebe, tiştek ava nabe.

Ez hebûna xwe dixwazim û hebûna min jî dewleta kurdî ye, da ku ez bikaribim di nav welatê xwe de şerê demokrasîyê bikim û mafê mirovan biparêzim. Ez tiştê xweser û meser naxwazim, lê belê dizanim ji nebûnê, xwestina xweserîyê helbet çêtir e. Ew jî babetek din e û ne mijara min e.

Îcar ew ên ku naxwazin û ne li gel enîya dewleta kurdî ne ji min re dibêjin; ên ku dewlet dixwazin ne cidî ne, bi rastî ew naxwazin dewleta kurdî ava bikin û ewana taktîkan dikin. Bi taktîkan dixwazin nîşan bidin ku tekoşîna wan bo dewleta kurdî ye. Ew kurdan dixapînin.

Ez ji wan re dibêjim, heyran baş e, tiştê ku hûn dibêjin bila rast be. Derew be jî ewana dewleta kurdî dixwazin. Lê belê ez dixwazim ji we bawer bikim. Hûn bo min çi dikin û çi dixwazin. Divê hûn daxwazîyên xwe bi vî milî wî milî ve nedin. Teqtîqên we jî û stratejîyên we jî divê bo ala kurdî û avakirina dewleta kurdî re biçe da ku ez bawer bikim. Bo bawerkirinê hûn neçar in ku dewleta kurdî bixwazin û divê hûn bo dewleta kurdî şer bikin û nîşanê dunya alemê bikin ku şerê we û daxwazê we bo dewleta Kurdî ye. Bo dewleta kurdî divê ala kurdî hebe, divê zimanê we hemû bê şert û bê sînor kurdî be û tekoşîna we bi alavên Kurdîstanê re bixemile. Rihê we bo Kurdistanê bişewite. Piştê hingê ez ê bikaribim li ser bifikirim ku yên din derewan dikin û teqtîkan dikin û min dixapînin.

Lê bira can ya ku ez dizanim û dunya alem pê haydar e. Kurdistan tenê li cihekî ava bûye ku ala wan, rêvebirê wan, hikûmeta wan heye û hemû bi Kurdistanê re dest pê dike û bi Kurdistanê re bi dawî dibe. Îcar dunya alem jî dizane li wir Kurdistanek heye, biçûk an mezin, lê navê wê Kurdistan e. Ew navê xwe kirine Herêma Kurdistanê.

Ê qûrban divê navê we jî hebe ha! Ger hûn navê welatê xwe li xwe nekin, wateya wê bo min dibe tiştekî din. Hûn pêşiya min digirin û min neçar dihêlin da ku ez navek din ji we re bibînim. Hingê ez ê bi hêsanî bikarim bêjim, hûn ajawetî dikin. Hûn dixwazin kurd li hev bikevin û hûn naxwazin kurd tiştekî berbiçav bo welatê xwe peyda bikin. Yanî heyran hay ji xwe hebin ez naxwazim bêjim, lê hûn zorê didin min da ku ez bêjim;

Hûn rasterast karê “casûsî” dikin û hûn weke merivên dewletên dagirker tevdigerin. Hûn bi vê tevdanê xwe nakokiyê dixin nav gelê me. Hûn dixwazim miletê me li hev bikevin û berdewam bibin dijminê hevûdu.

Di dawiyê de ez dîsa dixwazim bêjim. Li seranserê Kurdistanê du enî hene. Eniya ku dixwaze dewletek Kurdî ava bike û eniya din a ku naxwaze Kurdistanê ava bike. Li ser vê babetê gotinên din zêde maneya xwe tine.

Lê belê li ser mijarên din yên civakî, hezar pirsgirêkên me yên cuda û gelek esasî hene. Weke mînak; dizî, gendelî, rêveberî, ziman, demokrasî, malbat û bi hezar mijarên din li ser hev bûne. Divê her mijar were axaftin, rexnekirin û nirxandin.

Lê belê dîsa heyran divê bo hemû kurdan, kesayetîyên kurd û bo hemû endamên civata Kurdistanê mijara yekem avakirina dewletekê be.

Ji ber ku bo miletek jîyana bê xanî, bê mal bêwate ye. Het milet di mala xwe de ye û her neteweyekî dunyayê ji bilî kurdan Dewleta xwe heye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev