
Eskerê Boyîk
Van roja pirtûkxana min bi du pirtûkên balkêș va dewlemend bû. Sipas ji bo mamosta Ronî Stêrk, ku ev herd berhemên xwe min ra șand:
-Ma tiștek bi Șengalê Hatiye /kurteҫȋrok, weșenên ”LÎS”
-Serenada Êșên Tazȋ /helbest, weșenên ”SerSera”
Min herd berhem jȋ bi hewaskarȋke mezin xwendin.
Kurmancîke zelal, șȋrin, sivik, delal hatine nivȋsar.
Berevoka kurteҫȋroka jiyana Êzdiyên Șengalê yê; zulma DAȊȘ a îslamê, malwêranȋ, penaberî, bêwelatî û bawarî berbi jiyanê, berbi pêșȋrojê… Ji zulm û xezeba der-doran evdên Êzdȋ nașkên, dȋsa bawarîya xwe ji axa xwe, ji welatê xwe, ji ola xwe nabirin.
Berevoka Helbestan êșa evȋnê ye. Dibêje „Ez ji gezgezokên ҫavê te dișewitim“…
Helbestek biҫûk ji pirtûka helbesta:
GAVA TU ҪȖ
Gava tu ҫû
Stiran qediyan
Helbest giriyan
Govend negeriyan
Di șevbuhirkên min de
Êș û xem bûn mêvan
Di hundirê min de
Bahoz geriyan
Baran bariyan
Ȗ ez Xayînê
Ez bi êșa te kûr kûr giryam…
Berevok bi hewaskarȋ tên xwendin. Temîya min bi xwendevanê Kurd heye, wan berevoka dest bînin û bixwȋnin, hûn poșman nabin.
Riataza