Festîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê

Festîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê

DERHEQA FESTÎVALÊ DA

 

Festîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê ya navnetewî ye û wê cara pêşin li paytextê Rûsîyayê bê derbazkirin. Temaşevan wê bi saya festîvalê dîna xwe bidine fîlmên derheqa çanda kurdan da, dîroka gel, jîyana rojane û pirsgirêkên wê da.

 

Kurd – yek ji gelên cihanê yên kevinare ye, xwedîya dîroka dewlemend û çanda bêhempa ye, lê têkoşîna wan ya bo serxwebûnê êdî çendik çend sedsal in berdewam e. Ev hemû di kînematografa kurdî a nûjen da tê ber çavan. Festîval bi saya nîşandayîna fîlmên Rûsîyayê û yên welatên biyanî yên derheqa kurdan da, wê alî pêşketina pevguhastina çandî, hevdufemkirina di navbera miletan û hevkarîya di navbera kînêmatografîstên tevaya cihanê da bike.

 

​ Festîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê dervayî sîyasetê û bawermendîya olî ye û propaganda sînemayê wekî rengekî hunerî ya bingehîn û amûreke giring ji bo guhêrîna civakê pêş dixe.

 

Sînemaya kurdî bi lez pêş dikeve û ne tenê di nava diyasporayên miletîyê da navdar dibe û deng dide. Festîvalên sînemaya kurdî di paytextên welatên Awropayê bi awayekî serketî hatine nîşandan, û Moskva yek ji wan e.

 

Fîlmên bedewetîyê, belgefîlm û kurtefîlm, ku tevî festîvalê dibin, ji alîyê rejîsorên ji Îraqê, Îranê, Sûrîyê, Tirkîyê û welatên din hatine kişandinê, wê bi zimanê orîgînal, ango zikmakî, bi wergera nivîsî ya bi zimanê rûsî bêne nîşandan.

 

Di rojên kînofestîvalê da her roj wê sê film bêne nîşandan, di nav wan da fîlmên bedewetîyê yên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm.

21ê tîrmehê sala 2021 – Çarşem

Xalîçeya sor û kombûna mêvanan

Merasîma bi heytehol ya vekirina festîvala fîlman

 

Nîşandana Fîlma №1 (Festîvala fîlman bi wê destpê dibe)​

22 tîrmehê sala 2021 Pêncşem

Nîşandana Fîlma bedewetîyê ya dirêj №2;

Nîşandana Fîlma bedewetîyê ya dirêj №3;

Nîşandana Fîlma bedewetîyê ya dirêj №4;

 

23 tîrmehê sala 2021 – Înî

 

Nîşandana Fîlma bedewetîyê ya dirêj №5;

Nîşandana pênc kurtefîlm: Fîlma №6, Fîlma №7, Fîlma №8, Fîlma №9, Fîlma №10;

Nîşandana belgefîlmê Fîlma №11;

 

24 tîrmehê sala 2021 – Şemî

 

Nîşandana belgefîlmê Fîlma №12;

Nîşandana belgefîlmê Fîlma №13;

Nîşandana belgefîlmê Fîlma №14;

 

25 tîrmehê sala 2021 – Yekşem

 

Nîşandana belgefîlmê Fîlma №15;

Nîşandana pênc kurtefîlm: Fîlma №16, Fîlma №17, Fîlma №18, Fîlma №19, Fîlma №20;

 

Axaftina dawî û nîşandana Fîlma № 21 (Fîlma dadana Kînofestîvalê);

Bernameya Festîvala fîlman di qonaxa damezirandinê da ne.

Xebata Jurîyê di Festîvala fîlman da nayê dabînkirin.

 

Wêne: https://sinemayaserbixwe.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev