”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 32

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 32

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: Ol û bawermendî li Kurdistanê”.

Em îro para wê a pêşin çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Î. Kolêsnîkov, Î. V. Bazîlênko, O. A. Vodnêva

Ol û bawermendî li Kurdistanê -1

 

Lêkolîner Kurdistanê bi nav dikin wek colanga olan, ew jî bi saya serê wê yekê ye, ku li wir bawermendîyên olî yên pirrengî hene. Li vira li rex kurdan nûnerên komên êtnîkîyê yên din bi awayekî aram wek cînarên qenc dijîn, her yek ji wana bi taybetmendîyên xwe yên dînî va.

 

Li Kurdistanê sê nifşên bi bawermendîyên Abrahambrahîm – cihû, xaçparêz, musulman, herwiha nûnerên olên kevinare yên Rohilata Nêzîk, bi hev ra dijîn. Xunedarê di Încîlê da Abraham (Brahîm) him ji alîyê cihûyan û xaçparêzan, him jî ji alîyê musulmanan da wekehev tê hizkirin, wek nîgara Îbrahîmê di Quranê da. Di encama pêwendîyên bi îslamê ra li Kurdistanê bawermendîyên êzdîtîyê, ehl-î heq (evdên heqîyê) û elewîyan (qizilbaşan) hatine xurtkirinê. Tesîra wan li ser rewşa civakî-sîyasî li herêmê di gelek dem û dewranên dîroka kurdan da herdem û niha jî pir mezin e.

 

Hinek derheqa Zerdeştîyê da

Di nava bawermendîyên olî yên kevinare da, ku di karê pêkanîna dinêzanebûnê, erf û edetan û kûltûra ruhanî ya kurdan da roleke mezin lîstine, berî her tiştî em dikarin Zerdûştîyê destnîşan bikin, ku oleke Îranê ye û di hezarsalîyên II û I ya Berî Zayînê xuliqîye. Zerdeştî bûye ola fermî ya sê dewletên Îranê – Hexemanîştî, Parthî û Sasanî, ku ji sedsala IV Berî Zayînê heta sedsala VII ya dewrana nû li ser axeke pir mezin ya Rohilata Nêzîk û Navîn hukumdarî kirine. Binavkirina ”Zerdeştî” bi navê reformatorê bawermendîya hindo-îranî ya kevinare pêxember Zeredûştra (di nivîsên yûnanîya qedîm da – Zerdeşt e) ra girêdayî ye. Bawermendîyeke wan deman a din jî Mazdêîzm bûye, ku ji navê Xwedayê sereke yê Zerdûştîyê Ahûra-Mazda xuliqîye. Ew zêde di nava bawermendên Rohilatê da belavbûyî ye, yên ku xwe bi nav dikin wek Mazdayî, ango kesên ku ”bawerîya xwe bi Mazda” tînin.

 

Zerdeşt Ahûra-Mazda îlan kir wek kesê tekane, ku ji hêla Xwedê va hatîye afirandin, ew afirînerê her tiştên qenc e li tevaya cihanê, û bi wê yekê va gaveke bêhempa avît ber bi parêzîya yekxwedêtîyê da.

 

Di nava bawermendîya nû da şeş ”melekên nemir” (Ameşa Spenta) – şeş nûnerên Xwedayê mezin bi navên batinî va, ku taybetmendîyên Ahûra-Mazdayê tînin ber çavan: Fikira Qenc, Rastîya Heq, Desthilata Hilbijartî, Pîrozîya Buhurtî, Tambûn û Nemirî dewsa Xwedayên hindoîranî yên pirjimar girtin. Ameşa Spenta, ku dewsa Xwedayên redkirî girtibûn, fûnksyonên piştgirîkirina evdên qenc, kirin û daxwezên wan hildane ser xwe. Lê piştî mirina pêxember di mezergeha Zerdeştîyan da Xwedayên redkirî yên kategorîya yazat (”layîqî qedirgirtinê”) dîyar bûn û di dema serokatîya Xwedayê efirîner Ahûra-Mazda da pirxwedêtî bi awayekî mehkem cîyê xwe girt. Xênji Xwedayên hindoîranî yên kevinare Mîtra, Haom, Vretragn, Vayu mezergeh bi Xwedayan va hate dagirtin, yên ku bi hêmanên xwezayî û têgînên abstraktîf ve dihatin naskirin û xwedî fûnksyonên civakî û aborî-malhebûnî yên pir giring bûn. Bawerî bi hêzên xwezayî anîn, wek: ba, agir, av, herwiha esman, tav, erd, fikir, cihan, bawermendîya Zerdeştîyê bi xwe, ruhên nemir yên hemû merivan û bi tevayî hemû karên qenc.

Cem îranîyên qedîm warekî taybet tunebû bona pêkanîna dua û dirozgeyên olî. Bona dua li Xwedê bikin li rex kanîyekê warekî vekirî, bilindcî û paqij hildibijartin. Di dema Hexemanîştîyan da (sedsalên VI-III B.Z.) qubeyên agir parastinê yên arkîtêktûrî peyda bûn, ku bi cûrê qubeyên Hattîtîyan dihatine çêkirinê. Di dewrana Sasanîyan da (sedsalên III-VII Berî Zayînê) dewsa wana qubeyên agir parastinê yên siviktir hatine çêkirinê, ku dihatine binavkirinê ”çexertek” (ji gotina farisî “çar arîkên kemerî”). Kelefeyên wan avahîyên bi cûrê kumeytê, bi arîkên kemerî çêkirî heta niha jî li ser axa Îrana îroyîn xuya dibin.

Bi hilweşîna binemala Sasanîyan ra di sala 651ê di rûyê zevtkarîyên ereban dawî li medenîtîya Îranê a wê demê hat. Û bi wê ra tevayî Zerdeştî jî statuya xwe ya ola dewletê winda kir û cîyê xwe da îslama ku di wan deman da bi lez belav dibû. Serokatîya musulmanîyê bi her awahî hewil dida bi lez li ser axên zevtkirî îslamê belav bike. Di sedsalên VII-VIII da hemû kar û barên dewletê ji zimanê farisîya navîn guhartin, destpê kirin bi erebî nivîsîn, reforma pereyan hate derbazkirin, nîşanên li ser pereyan, ku ne hinkûfî ruhê îslamê bûn, guhartin û sembolên îslamî li ser neqişandin. Di her dereceyan da, xwesma di karê aborî da, mafên kesên ne musulman pêpes dikirin, berî hemûyan jî mafên zerdûştîyan (desthilata nû di hindava cihûyan û xaçparêzan da milahîmtir bû, wek “evdên xwedî Kitêba Pîroz”). Piştî wê yekê, dema zerdûştî di sedsala VIII da bi qelfeyan Îran terk kirin û berê xwe dane Hindistanê, nûnerên ola Zerdeştîyê wek kesên kêmjimar hatin naskirin, lê em wê jî bêjin, ku hela di sedsala X da li herêmên Îranê yên navendî jimara musulmanan û zerdûştîyan hema bêje wekehev bû. Lê çavkanîyên dîrokî didine xuyakirin, ku hela di sedsala XI da jî li Kurdistanê zerdûştî hebûne.

Nivîsarên herî hêja yên li ser dîroka Xirîstiyantiya Berê li deverên ku Kurd lê dijîn kronîkên dêrê yên Sûrî ne, jiyana asîstanên pîroz û ji bo baweriyê bi şehîdan, û her weha biryarên katolîkên herêmî.

 

Xaçparêzî (Xirîstiyanî)

Nivîsên herî hêja yên li ser dîroka Xaçparêzîya kevinare li deverên ku kurd lê diman, nivîsên dêrê yên Sûrî, jîyana milyaketan û xizmetkarên dînî, herwiha biryarên Ziyaretgehên herêmî ne.

 

Gorî ”Dîroka Dêra Adîabênan ya di dema desthilatdarîya Parthîyan û Sasanîyan da” ya nivîskarê Sûrî yê sedsala VI Meşîhazehî, olka xaçparêzan ya pêşin di Mîrîtîya Parthîyan ya Adîabênê da, bi paytextê Arbelê (Erbîla îroyîn, ku kurd jê ra Hewlêr dibêjin) di destpêka sedsala II ya Berî Zayînê da peyda bûn. Di vê pirtûka zanyarî da navên metranên pêşin yên Adîabênê û dem û rojên qulixkirina wan têne bîranînê. Xudanê berhemê mohrkirina parêzgerê Parthiyan yê Adîabênê bi dema karkirina metranê sisîyan Îsahak (salên 135-148) va girê dide. Derheqa belakirina xaçparêzîyê li herêmên bakur û başûr yên Mesopotamîyayê di berhema zanyarî ya bi sernavê ”Şuxulkarîya Mar Marî” da bi awayekî hûrgilî tê gotinê. Marî, ku şagirtê ostandî (apostle) Adday e, piştî mirina mamostayê xwe berê xwe da Nîsîbînê, li wir ziyaret û qube dane çêkirin. Marî, ku Fîlîpp îlan kir wek metranê herêma Kardû (“Kurd”), bi şagirtên din ra tevayî bi riya herikîna Dicleyê bi rê ket, berê xwe da başûr. Di rê da yek ji şagirtan – Foma, ji komê veqetîya û berê xwe da rohilatê, “li çiyayên Kurdistanê û Mîdîyayê”. Li wir li rex çemê Ûrmîyê ew şehîd bû. Lê dîsa jî Marîyê rêwîtîya xwe ya serketî ber bi Babîlonê, Xûzîstanê û Parsê qedand.

Di destpêka hukumdarîya Sasanîyan da (ji sala 224an Berî Zayînê) jimara olkên xaçparêzan yên mezin li welêt zêde bû û gihîşte bîstî, ji wana şeş xaçparêzên Mesopotamîya Bakur û navçeyên kurdan yên cînar bûn. Ew olkana li van herêman diman: Bet-Zebdayê (Zabdîsenê), Karke-de-Bet-Selox (Kerkûkê), Arzanenê (Arzonê), Şahrkardê, Hûlvanê û Şîgarê (Sincarê).

 

Nîveka pêşin a sedsala V di dîroka xaçparêzîyê da hatîye kivşkirin wek dewrana guftûgoyên Xwedêzanan (teologan) ser helwesta Îsa da, ku bawermendên Rohilatê kire du beşan – nestorîanan û monofizitan (yaqûbîyan)

 

Keşîşê Antiochê  Nestoriy, ku sala 428an hatibû hilbijartinê wek metranê paytextê Bîzansîyê, dijî formûlekirina Sembola bawerîyê derket, ku sala 325an li Ziyareta Nîkêyê hatibû qebûlkirin. Nestoriy ser wê bawerîyê bû, ku Îsayê Xwedêhebîn weke ku du kesên cuda ne, ango wek evdekî Xwedayî û wek evdekî meriv. Wî Marîyayê, dayka Îsa, ne ku wek bakîre didît, lê wek dayka Xwedê didît. Di sala 431ê da li Parêstgeha Êfêsê (Ephesus) metranîya Nestoriy ji dêst hat girtin û ew sirgûnî Konstantînopolê kirin. Gelek bawermendên li ser riya wî, nestorîyan, di rûyê zordestîyan da ji Bîzansê revîn û sitara xwe li Îrana Sasanîyan da dîtin, ku ji berê da reqîba Romayê û peyhatîya wê Bîzansê bû.

Îdêya derheqa du Îsayên xwedî du helwestan ji alîyê metranê Konstantînopolê Eutychius da jî hate înkarkirin. Wî bi bawerî digot, ku Îsayê Xweda zora Îsayê meriv bir. Ulmê monofizitan (ji gotina yûnanî monos – “yek” û physis – “xwezayî”) sala 451ê li Ziyareta Halkîdonê hate rexnekirin, hema wê demê jî fikir-doktrîna yekxwedêtîyê û Îsa Mesîhê xwedî du helwestan hate qebûlkirin. Hatina monofizitan cara pêşin li ser axa dewleta Sasanîyan di nîveka duduyan ya sedsala VI qewimî, dema împêrator Yustinian ew ji Bîzansê raqetand. Di paşdemê da bawermendîya monofizitan bi nav kirin wek ya Yaqûbîyan – bi navê metran Îakov Baradey, yê ku di sedsala VI monofizitizm li Rohilatê da belakirin.

Li civîna bawermendên ola Yaqûbîyan, ku li Perestgeha alîgirên Matfeyê Buhurtî, li rex Nînovayê hate pêkanîn, li Takrîtê kafedra û li Bet-Arbayê, Şîgarê (Sincarê), Bet-Nûhadrê, Arzonê, Şahrîzûrê, Gîzerta-de-Kardûyê metran hate testîqkirin. Olkên Yaqûbîyan piranî cînarên cînarên Nestorîyanan bûn. Hinek kesên ji herdu dînan ji dînê xwe derketine, dînê din qebûl kirine. Mesele, di destpêka sedsala VII bizîşkê dîwanxaneyê Gavrîîl Şîgarskîy, ku qedirê wî di nava der û dorên şahinşahê Sasanîyan Xosrovê II da pir bû, piştî ku di minaqeşeya ser pirsên olî da zora wî hate birin, dest ji dînê nestorîyanî kişand û bû monofizit. Lê minaqeşeyên Xwedênasan ne ku pêşî li belabûna xaçparêzîyê li ser axa ku “pûtperest” ser diman girtin, lê eksî wê, dane lezkirinê. Mîsyonêrên xaçparêzîyê di nîveka pêşin û nîveka duduyan ya sedsala V karê xwe li herêmên Îranê yên çiyayî û li navçeyên kurdan karê xwe dane aktîvkirinê.

Pirtûka ku li Sûrîyê çap bûye ya bi sernavê ”Cûrê jîyana şehîd û milyaketan” malûmatîyên balkêş dide derheqa wê yekê da ka çawa binecîyên kurd xaçparêzî qebûl kirine.

Di nava kar û barên Perestgehên nestorîyanan yên di sedsalên V-VII, ku metranan pir caran li beşa bakurê a paytextê Sasanîyan – Selevkîyê (Veh Erdeşerê) dihatin derbazkirin û ji alîyê serokatîya dêrên herêman bi îmzeyan û mohran dihatine testîqkirin, pir caran navên nûnerên ruhanîya bilind yên herêmî derbaz dibûn, ku kurd lê diman. Mesele, navên metranên deverên Kardû (Bet-Kardû) – herêma li dora Dicleyê; Kartavayê (Kardavayê) berbi rohilata çemê Zaba biçûk, bakurê Erbîlê; Maşkêna-de-Kurdû. Nûnerên metranên Adîabênê û yên herêma Bet-Germayê bi navbenda Karka-de-Bet-Selox (Kerkûka îroyîn) di dêrên nestorîyanan da olkên xaçparêzan yên Sûrîyê û îranîyên êtnîkî bûn, di nav wan da kurd jî hebûn.

Sincar, herêma li bakurê Mûsila îroyîn, ku li wir êzdî dimînin, di sedsalên V-VII bi hebûna hejmareke pir perestgehan va deng dabû. Di wan deman da navê wê Şîgar bû. Nivîsa ku nûnerê metranê nestorîyanan Sabrîşo I ji bo merebî û xizmetkarên dêrên Şîgarê nivîsîye, hatine parastin û ew belge ya sala 598an e.

Nimûneyên mohrkirina kurdan di sedsalên VI-VII di berhema nivîskarekî bê nav “Dîroka nestorîyanan” (“Serpêhatîya Seertê”) da hene, ku kesekî ji Sûrî di sedsalên VIII-IX bi zimanê erebî nivîsîye, dema ku di nivîsên dêran da zimanê erebî zora zimanê sûrîyan dibir. Mohrkirina niştecîyên wira pir caran di dema çêkirina dêrên nû da dihate kirinê.

Dibistanên ku li rex dêran dihatin çêkirin, alî wê yekê kirin, ku xaçparêzî li Mesopotamîya Jorîn û herêmên cînar hate belakirin. Nivîskarê Sûrîyê Îşodenah (sedsala IX) di berhema xwe ya bi sernavê “Kitêba aqilmendîyê” da navên wan herêman, bajaran û dêran dide rêzê, ku di wan da dayîreyên xwendinê yên wisa hebûn. Weke deh dibistanên dêrê di wan herêman da hebûn, ku kurd lê diman, di nav wan da herwiha li Bet-Kardûyê (herêmeke Kordûêna ya dîrokî), Adîabenê, li devera Bet-Germayê û di navbenda desthilatdarîya wê Karka-de-Bet-Seloxê da.

Proseya xaçparêzîkirina navçeyên kurdan bi wê yekê va dihate hêsakirinê, ku, wek di edebîyetê da jî xuya dibe, helandarên dînê nû yên serketî nûnerên îranîyên êtnîkî bûn, ku ziman û erf-edetên niştecîyên wira baş zanibûn. Jimara xaçparêzên aktîv yên bi nav û nîşanên îranî (xizmetkarên olî, bingehdarên çêkirina dêran, qulixdarên derecebilind yên kilîseyê û keniştan), ku di çavkanîyên berhemên Sûrîyê da têne destnîşankirinê, digihîşte çend hezar kesan.

 

* * *

Di rûyê tunebûna destnivîsên kurdî yên berî îslamê, zehmet e bêjin ka kîjan para gelê kurd kirine xaçparêz (û kîjan beş bawermendîya xwe ya Zerdûştîyê parastîye) û ew dînê nû çiqas bi kûrayî rehê xwe avêtiye nava ruh û giyanê gelê kurd. Lê sê sedsalên hukumdarîya leşkerî-sîyasî ya Xelîfata ereban li Rohilata Nêzîk têr kir, ku piranîya kurdan îslam qebûl kirin.

Piştî zevtkarîyên ereban yên sedsala VII metranê nestorîyanan vegerîya dîwanxaneya xwe ya li Selevkîyê (Veh-Ardaşîrê) û ji wir serokatîya olka xaçparêzan ya Îranê heta nîveka sedsala VIII berdewam kir. Piştî wê navbenda jîyana ruhanî ya nestorîyanan cîguhastî bakur, herêma Mesopotamîya Jorîn bû.

Di Kurdistana îslamkirî da bawermendên dînên cihûtîyê, zerdûştîyê, xaçparêzîyê û bawermendîyên din yên nû xuliqî ketine nava kategorîya kêmjimaran. Ji wana yên bi jimara xwe va herî pir xaçparêz bûn. Derheqa kurdên xaçparêz da nivîskarê ereb yê sedsala X el-Mesûdî dinivîse û destnîşan dike, ku ew pareveyî li ser Yaqûbîyan û Cûrkan (xuya ye qesta wî nestorîyan in) dibûn. Derheqa kurdên çiyayî da, ku bawermendên du çiqilên xaçparêzîyê bûn, rêwîyekî ji Venedigê Marko Polo nivîsîye, ku di dawîya sedsala XIII seredana Asîyayê kirîye.

Derengtir, di sedsalên navîn da navbendên nestorîyanan yên giring li herêma di navbera çemê Dicleyê û behrên Ûrmîyayê û Wanê hatine bicîkirinê. Di sedsala XVI dîwanxaneya metranê nestorîyanan li Erbîlê bû, di sedsala XVII – li bajarê Bakardayê (niha ew bajarê Cizîrê ye li ser axa Tirkîyê) bû. Di sedsala XIX navbenda serokatîya metranê nestorîyanan bajarê Kucanê hate hilbijartin.

Niha nûnertîya çiqilê rohilatê yê nestorîyanên xaçparêz li Kurdistanê piranî aşûrî dikin – aşûrîyên nûdemê, ku zimanê wan yê sûrîyanan (zaravê aramî) bû zimanê îbadetê yê fermî. Olkên nestorîyanan li devera gola Ûrmîyayê, li bakur-roavayê Îranê, li bajarên Kerkûkê, Erbîlê, Enkawayê û Şeqleweyê li Kurdistana Îraqê, heriha li Kurdistana Sûrîyê dijîn. Yaqûbî (monofizit) li derûdorên çiyayê Tur-Abdînê, li bakurê Nisêbînê û devera Cizîrê li Tirkîyê dijîn, herwiha li çiyayên din yên Kurdistana Bakur jî hene.

Li Kurdistana Îraqê (li Suleymanîyê û Koy-Senceqê) xaçparêzên wisa hene, ku xwe kurd dihesibînin û bi kurdî xweş xeber didin, lê zimanê wan yê zikmakî û zimanê rojane zaravekî aramî ye. Pir caran aşûrîyên di nava kurdan da dijîn jî xwe kurd dihesibînin. Bi bawerîya zanyarên kurd, di vir da rola sereke ya xwefemdarîya êtnîkîyê ye, ka filan meriv xwe ji kîjan miletî dihesibîne.

Di Kurdistana Bakur da olkên Yaqûbîyan yên navdar hebûn, ku ji ermenîyên êtnîk bûn. Li hinek navçeyan ew bi jimara xwe va ser hemû miletên din ra bûn. Lê dîsa jî gelek ermenî û yaqûbî zimanê kurdî zimanê xwe yê dayîkê dihesibandin û eva yeka me bi fikiran dibe ser pirsa ka bo çi beşeke milet dînê xwe diguhêze. Li devera Dêrsimê gelek ermenî dînê elewîtîyê qebûl kirine, lê dema mîsyonerên biyanî behsa parastina xaçparêzan dikirin, wê demê gelekan dest ji dînê elewîtîyê kişandin û bûne xaçparêz.

Hatina mîsyonerên dêra Romayê ya katolîkan, lê ji sedsala XIX destpêkirî hatina çend çiqilên dînê protestantîyê li Kurdistanê bûne sebebê wê yekê, ku li herêmê olkên nû peyda bûn, û pirawazîya olî hê rengîn bû. Di encama yekbûna olkên rohilata Sûrîyê bi dêra Romayê ya katolîkan ra dêra Xaldêyan saz bû. Li rex ermenîyên katolîk û ermenîyên protestant bawermendên dînê Grîgoryanîyê peyda bûn, lê li rex Yaqûbîyan – katolîk û protestantên sûryanî dîyar bûn.

Xurtbûna karê mîsyonerîyê hukumê dewletên Awropayê li ser herêmê da xurtkirinê. Ev yek him xaçparêz, him jî musulman fêm dikirin. Xaçparêzên wira texmîn kirin, ku êdî dem hatîye bi halê xwe yê bindestîyê di nava civakê da razî nebin. Pêwendîyên di navbera musulmanan û xaçparêzan da her diçû xirabtir dibû. Di ser da jî şika musulmanan hebû, ku xaçperest bi dewletên biyanî ra di nava hevkarîyê da nin. Ev bêhntengîya di navbera olan da gîhande wê yekê, ku sala 1915an di hindava ermenîyan da gelkujî pêk hat, ew kokbir kirin, bi jimareke mezin ermenî ji axa Kurdistana Tirkîyê hatine raqetandin. Hema di eynî salê da aşûrîyên nestorîyan kelehên xwe yên çiyayî li Kurdistana navbendî terk kirin û mihacirî Îranê bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev