Beşek ji romana “Çiyayê Şengalê”

Beşek ji romana “Çiyayê Şengalê”

Ezîzê Gerdenzerî

 

Êvar kete erdê. Şev li ser Çiyayê Şengalê û deşta Eynxezalê de girt. Êzîdî  jî, osmanî jî, haya wan ji hevdu, ji hêz û qewata xwe hebûn. Herdu alî jî bi tedbîr û tedarek bûn. Armanca êzîdiyan xwe û birayên xwe yên ermenî parastin bû. Armanca osmaniyan girtin û kuştina êzîdiyan û ermeniyan bû. Êzîdiyan fenûfûtên osmaniyan baş zanibûn. Osmaniyan hindava xwe de, xasma piştî binketina yekemîn, mêrxasî û dilsoziya êzîdiyan li ber çavên xwe dîtibûn. Şev xew nediket çavên  osmaniyan; qerewiltiya  şevê zêde kiribûn, niqitkên nobedaran li ser her rêke ku dikete çiyê û ji çiyê derdiket danîbûn, li ber her çadir û konekê esker û fermandaran nobedar hebûn, osmaniyan topxanên xwe rind diparastin, osmaniyan cesûs û ajanên xwe dişandin cem rêberên eşîr û malbetên êzîdiyan, ji bo ku dilsoziya wan, dilpakiya wan têkin xayîntî û zû bigihîjin armancan. Şev xew nediket çavên êzîdiyan  jî.

Rêzan û beledên şengaliyan dîsa derbazî li ser kar û xebata xwe bûn. Ewan şêrên şevê bûn. Her derê çav û guhên wan li ser dijmin bû.

Mirad û sêzdeh hogirên wî, berê xwe dane Eynxezalê.

Ciwanên Çiyayê Şengalê bi zêna xwe û bê deng û his diçûn. Ewan nêzîkî kampa neyar bûn. Wan dît ku dijmin pişt her tilmekî xwe telandiye. Ewan gihîştin li ber devê çemê Solaxê. Ewan guhêra hespan dît. Guherê de, pişta bi hezaran hespan hata xuyakirinê. Guher sûr û çeper kirî bû. Du dergehên guhêrê hebûn, yek çemê Solaxê dinihêrî, yê din berê xwe dabû jor, Çiyayê Şengalê dinihêrî. Li ber her dergehekî guherê du-sê nobedar sekinî bûn.

Zilaman derûdor baş mêze kir, paşê vekişiyan, ketine kendalê li rex çêm û şêwra xwe kirin. Her yek amadebûna xwe îlan kir, ji bo ku mebesta fermandarê xwe cîhbicîh bîne.

Şev nîveka şevê, di guhera hespên osmaniyan de, bû hîrrîniya hezaran hespan. Bû holehola Mirad û sêzdeh hogirên wî. Bû barana pirîskên agir, gule û barîtan. Hespên xewixî veciniqîn. Hespê xewixî stukura hev asê bûn. Hespên xewixî riya xwe dixwestin bidîtana, ku li nav cehnim û dojeha agir û alavê zûtirekê derkevin. Ber derê guherê yê jêrin, yê ser milê çemê Solaxê agir dibarî. Ber dergehê guherê yê jêrin teqîniya gulan  bû. Ber dergehê guherê yê jêrin hocehoca lawên êzîdiyan bû. Sê hezar hespên cehxwir berê xwe dane dergehê guherê yê jorin. Qerewilên osmaniyan çav hespên dîn û cinûh bûyî ketin, herekî ji wan di alîkî de revî. Çelengiya Gurgan vir kêr hat. Ew, Gavrîl û Temo berbi derê guherê yê jorin lezandin. Dergehê du beşî, fireh û bilind, li ser piştê hate vekirinê. Ber sêlava hezaran hespan rexderî hûrxweşi bûn, sûr û çeperên li ser herdu milên dergehî şikestin. Hersê zilam; Gurgan, Gavrîl û Temo vî alî, wî alî bazdan, ku nebine xwirê qarxwîn û sêlava hespan.

Hespê cehxwir û xewixî hir bibûn. Hespên erebî yên revo pifî asîmana dikirin. Hespên osmaniyan çi ku diket li ber wan dipelixwendin û dihincirandin.

Miradê Nemir bazdabû li ser pişta hespekî. Mirad siwarê kehêla erebî bû. Mirad xwe ji birê xwe re, xwarziyê xwe re û hevalê xwe re gîhand. Kehêl li bin siwarê xwe de direqisî. Kehêl  li bin siwarê xwe de bazdida. Kehêlê serê xwe li nav pîlê xwe dernedixist. Mirad pê herdu lingan navkêlka kehêlê qepece kir. Mirad herdu destên xwe dirêjî birê xwe, xwarziyê xwe û hevalê xwe kir. Çiqa qewata wî hebû qîriya:

– Destê xwe bidine min! De, zû!

Gavrîl nêzîkî Mirad bu, ewî pê re gîhand destê hevalê xwe bigire û xwe bavêje pişt wî. Hespa Mirad serî lê hilda, pekiya. Gurgan û Temo navbera hespan de û bi tenê man. Yaqûb xwe ji wan re gîhand. Yaqûb siwarî bû. Yaqûb wek gelek hevalên xwe kehêla osmaniya siwar bibû. Kehêla li bin wî jî bê zîn û hefsar bû. Kehêla Yaqûb jî ketibû li nav lehî û lêhmişta hespan. Yaqûb dît ku Gurgan û Temo bê hespin. Yaqûb çakêtê xwe êxist û çakêt avêt li ser serê hespa li bin xwe. Hespê serê xwe bir-anî, demeke kurt hespê meşa xwe kêm kir. Yaqûb kûz bû, destê xwe dirêj kir û qayîşa li ser navkêlka Gurgan ket li ber destê wî, ewî hogirê xwe quloz kir û li ser zik danî pêşiya xwe.

Temo navbera hespan de bi tenê ma. Temo berxwedida. Berê Temo û hezaran hespên tirkmanan ketibû hevdu. Hole hola Temo bû. Hoce hoca Temo bû. Hesp ji Temo ditirsiyan. Hespan hevdu def didan. Firrefir û hîrrehîra hespan bû. Hespên cehxwir, wek gulên ji devê tivingan dertên, dipekiyan. Temo pir wext nikarbû berxwebida. Serê Temo gêj bû. Ber çavên Temo reşvehat. Temo deverû ket li ser xaka xwe. Temo axa xwe hembêz kir. Egîtekî êzîdiyan serê xwe danî li ax û berên sar.

Gule û barûtên osmaniyan, hespên wan dîn û har dikirin, berê hespan hevraz de dikirin. Zilamên li ser pişta hespan xwe kiribûn girê, ji gule û barûtên dijmin xwe veşartibûn.

Hezaran hespên ba pê ketî, ji sîngê Çiyayê Şengalê ve hildikişyan. Bin simê hespan de erd dilerizî. Hîrrîniya  hespan  her kes hişyar kir. Teyrûtû dane xwe firîn, meşa hespan wan xweş hat, li ser serê hespan re çît girtin. Ewtaewta se û kûçikan bûn…

Hezaran hespên erebî yên cehxûr hildikişyan jor. Te yê bigota perê hespan şîn bibûn, te yê  bigota pêgasên çîrokî ne, difirin û li deşta şêr, ji qetlê, ji kuştinê dûr dikevin.

Tariyê mala xwe bar dikir. Şems nedîr dida. Ronahî; şemala Şems,“destên” xwe ji hevdu  dixist. Tîrêja pişta hespan tîmar dikir. Şewqê dêl û bijiyên hespan şe dikir. Pêlê hespan, elkana hespan, ya hevtrengî, diteyîsî, diçirûsî; rengek dihatê, rengek diçû. Çilmêranê hembêza xwe li ber hespan û lawên xwe yên qehreman vekiribû. Çilmêran çavnihêriya lawên xwe bû. Lawên wê yên çê, berê hespên neyaran dabûn gaza Çilmêranê.

Gaza Çilmêranê de hesp û siyarên wan sekinîn.

Mirad û hogirên wî hêja xwe û derûdorê xwe nihêrîn. Sitar  li ser zilaman nemabû. Çekê wan li ser can û cendekên rûtûtazî ve darda bibûn. Ewan, pêde, reş û şin bibûn, deremeke sax di canê wan de nemabû. Ewan xwe li ser hespan avêtin û axa xwe ya ziyaretî hembêz kirin. Mirad dît Temo tune, da li nav serê xwe, biraobirao got û pê re giriya. Hogirên wî jî giriyan. Mirazê zilamekî çavan de ma.

Gurgan vê carê jî bi sivikayî birîndar bibû. Birînên Gurgan hêja êşiyan. Dest jana birînan Gurgan kûr dinaliya. Mirad û hogirên wî yên din hatin li rex Gurgan rûniştin.

– Xwarziya, vê carê jî ez hindava te de gunehkar derketim. Min felika birîndarbûna te vekir. Min ji te re got neyê. Te xebera min nekir. Bersiva bavê te ezê çawa bidim?

– Birîna vê carê sivik e. Birîna berê daha zehf min dêşîne.

Hogiran teseliya birîna Gurgan kirin. Rastî jî birîn sivik bû. Bêhna Mirad û hevalan hate li ber wan.

– Xalo, – Gurgan deyl Mirad kir, xwest wî bide xeberdanê, ji bo ku kul û derdê Temo bîra wî here. – Hespxwir kê ne?

– Gurgan can! Hespxwir zanî kê ne? Ji wan mangol û tataran re hespxwir tê gotin, yên sedsala 12-an de wî berî behra Kaspiyê(Qezwîn) û gola Aralê man, nehatin û negihîştine li vir. Zanî çima? Ewan, di berrî û qûmistanan de birçî bibûn û bi mecbûrî hespên li bin xwe xwaribûn. Mongolên gihîştine welatê me, wisa jî xaka ermeniyan, aşûriyan, yûnanan, xwedî hesp bûne û dilovan bûne, ciyê belesebet xelk nedikuştin.  Kal û bavên me jî wan ji xwe re kirin cînar.

– Kal û bavê me dive di roja roj de berê wan bida berrî û qûmistanan .

Gurgan ne şerûd bû, ew ji vî şerî, ji vê dozê aciz bibû. Hesp bibûn manî û behane ku ji cîhê  dûr û derez hinek bikarbin bên, bigihîjin cîh û warên wan. Kê zane, yên ku rûyê hespan de rêva man, diqewime yên gihîştin vir baştir bûna, cînartîke helal tavî kal û bavên wan bikirana, îro jî wan re bibûna pişt.”Ma ew ê hatin gihîştin vir çima nezivirîn, çima man, çima gelek ol û netew li nav xwe de helandin???”. Gurgan gênc bû. Gurgan xişîm bû. Ewî pirsên ku bersiva wan tunebû dida xwe. Bersiva wan pirsa dibe ku hebû, Ew tişt jî ewî nikarbû bizanbiya. Ewî tik û tenê dikaribû  bigota, ku kal û bavên van jî, mirov û însan bûne, bi zar û ziman bûne, hatine cîhê xweş û destê wan ji vî cîh nebûye. “Ma kê ji ber xêra Xwedê direve? Mirov û însan, zar û ziman… Ma ferqiya mirov û însanan tenê zar û ziman e?…”. Birînên Gurgan yên kem û teze dêşiyan. Gurgan zor dabû fîlosofî û felsefê. Dixwest însan wek însan bidîta… Gurgan bîra bavê xwe kiribû, bîra dayika xwe kiribû, bîra helala xwe kiribû. Gurgan şer nedixwest. Gurgan jîyaneke bi rûnat dixwest. Gurgan xelasiyê fikira xwe tomerî kir û gihîşte vê encamê:

– Kê zane? Dibe ku yên li nav osmaniyan de here qenc, dîsa ev tirkman bûn, yên ku me hespên wan revand?…

– Wisa jî dibe Gurgan can, em bi xwe ne di hundirê mêjiyê wan de ne…, – Mirad bersiva xarziyê xwe awa da.

Destekên beled û rêzanên Çiyayê Şengalê yên din jî hatin gihîştin fermandarê xwe. Ewan jî ne destvala bûn. Xêncî agehdariyên balkêş, wan jî gelek osmanî bê hesp û zîn kiribûn.

Niskoyê henek û laqirdî hez dikir, berxek rêva girtibû û anîbû.

– Ev jî berxa qurbanê ye, – Nîsko got.

Kehêla li bin Nîsko de, ji ya hogirên wî dihate cudakirinê.

– Diqewime te kehêla Îbrahîm-bêy ji xwe re aniye? – Mirad xweşiyê xwe ji hevalê xwe kir.

– Hema bigir û bernede… ew e ku heye. Çawa te tê derxist?

– Tu rast dibêjî?

– Vê rastiyê çêtir tune.

Zilam gişt rabûne li ser xwe û zûr bûn Nîsko, berxa hembêzê û kehêla li bin wî nihêrîn. Rastî jî kehêl, kehêla fermandarê ordiya osmaniyan general Îbrahîm-bêy bû.

Nîsko bex qurbana xwe û hogiran kir. Zilaman agir dadan. Zilaman goştê qelandî xwarin. Zilaman bala xwe didan Nîsko, hespa generalê osmaniya, hezaran  hespên tirkmanan, goştê berxê, rewşa xwe, cilûbergên li ser xwe û nizanbûn bikenin, yan jî bigirîn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev