Bîranîna 75 saliya „Komara Kurdistanê“ li Mahabadê!

Bîranîna 75 saliya „Komara Kurdistanê“ li Mahabadê!

Dr. Ibrahim Mahmud

Bêgoman kêm yan zêde, gelê Kurd dîroka damezrandina „Komara Kurdistan“ê li Mahabadê (22.01.1946 – 16.12.1946) û armancên wê yên serekî dizanin, lê tevî wê jî ez wek e kurdekî, ku hertim bi awat û hêvyên serxwebûna Kurdistanê ye; bi pêwist dizanim, heger bi kurtî be jî, çend bûyer û destkeftan ji vê dîroka zêrîn a Kurdayetîyê, bi bîr bênim:

Gereke gotina Pêșewa Qazî Mihemed, damezirvan û serokê Komarê herdem li bîra me bê, dema li meydana çwar-çira bi dengekî dilêr û ji dil gotibû:

«ئەمن بە خودا، بە کەلامی عەزیمی خودا، بە نیشتمان، بە شەرافەتی میللیی کورد، بە ئاڵای موقەدەسی کوردستان سوێند دەخۆم کە تا ئاخرین هەناسەی ژیانم و ڕژانی دوایین تنۆکی خوێنم بە گیان و ماڵ لە ڕێی ڕاگرتنی سەربەخۆیی و بەرز کردنەوەی ئاڵای کوردستاندا تێبکۆشم…»؛

„Emin be xwida, be kelamî ezîmî xwida, be niștîman, be șerafetî milî kurd, be alayî muqedesî Kurdistan swênd dexum, ke ta axirîn henaseyî (bînkișandina) jiyanim û rijanî diwaîn tonkî (dilopa) xwênim, be giyan (can) û mal le rêyî ragirtinî serbixweyî û berzkirdneweyî (bilindkirina) alayî Kurdistan de, têbikoșim…“

Bi dîtina min dema xwendin û guhgirtin li van gotinan, rastiyek eșkere dibe û derdikeve meydanê; ew jî serbixweyî Kurdistane, rastgoyî û dilsoziya wî Mêrxasî bû, da ku wê armanca herî sereke û pîroz li ba kurdan, di dil û wijdanê nifșên pêșerojê de biçênê!

Tevî ku temenê Komarê zor kêm bû jî, lê pirsyar ewe: gelo çima ta vê rojê jî û li hemû parçeyên Kurdistanê, ew bûye simbola têkoșanê, serbilindî û hêviya pêșerojê? Û jiber çi ta vê gavê Komar bûye stêrka herî geș di esmanê xewnên kurdan de?

Bê goman, li gorî belgenameyên li ber destan, ez dikarin bêtirs bersiva wan pirsiyaran bidim û bêjim: jiber ku Komar ê armanc û xewnên rewa (heq) yên gelê kurd bi cih anîn û tekez kir, ku ev gel (milet) dikarê serbest û serbixwe welatê xwe bi rêve bibê, bi șêweyî șaristanî ber bi pêșve herê û jibo miletên dewir û pișt (cinar), bibe nemûne! Her ji roja yekem ve: Mirovhezî û parastina mafên wan, dadperweriya komelayetî (civakî), ruhê tebayî û dest di nav dest de, rêzgirtin li deng û raya xelkê, bayexdan (giringîdan) bi berjewendiyên neteweyî yên sereke bû bûne xeyset û simayên bi rêvebirên Komarê. Ji ber wê û her ji destpêkê de, Komar bûbû dirik (sitrî) di nav çavên dujminan de.

Loma pêwist e, proseya damezirandin û ruxandina wê komarê a yekem di dîroka me de, û ezmuna wê ji me kurdan re her zindî bimênê, da ku em û nifșên dahatu sûd ji çend serpêhatî û dersên, ku ji bo me bi cî hiștiye, bigrin:

  • Kurdistan yek parçe ye û gelê kurd yek gele; jiber her ji yekem roj de, nunerên hemû beșên welatê meyî parçekirî li Mahabada Paytext, li gel Rojhelatiyan șahiya serxwebûnê, pîroz kirin û amadebûna xwe jibo parastina wê nîșan dan (nemûna herî baș di vê derheqê de, Xebata Mela Mistefayê Barzanî û hevalên wî bû).
  • Bawerî bi Serxwebûna Kurdistanê û rizgarkirina gelê kurd ji bindestiyê.
  • Tenê bawerî be hêza netewyî û hevgirtina navxweyî dibê garantî û misogerkirina serkeftinê; neku palpiștî bi hêzên dereke (biyanî) û bawer bi gotin û sozên dujminan.
  • Helgirtina berjewendiyên neteweyî û têkoșan jibo cîbicî kirina wan, di ser berjewendiyên Hizbî, malbatî û kesayetî re.
  • Parastin û bi hêzkirina yekîtiya neteweyî, rêzgirtin li bîr û raya xelkên xwe, gringîdan bi pileya zanebûn û șarezayî miletê xwe.
  • Rêzgirtin li azadiya bîr û bawerên siyasî û olî, dêmokrasî û parastina mafên rewayên miletên ku di nav kurdan de dijîn.
  • Çandina kultura hezkirin, rêzgirtin, parastin û bilindkirina sîmbolên neteweyî di nav gelê me de; wek Ala rengîn û siruda „Ay Reqîb“!

75 sal derbas bûne, lê ezmûn û dersên „Komara Kurdistanê“ li Mahabadê jibo rizgariya netewyî hîn jî bi sûd in, lewra baștirîn wefadarî bo ruh û yadgarî Qazî û hevalên wî, ewe ku em armancên têkoșana wan bi cih bênin!!

Bêgoman eșkere ye, ku di vê serdema nû de, rewș û çarenûsa gelê me çetin û aloze; zor dîwar û berbest yên navxwe û derve li ser rêya bicîanîna armancên Komarê hene; lê tevî wê jî, weku kurdekî hêvî û daxwaza min ewe, ku rojek berî rojekê, li hevhatin û hevgirtina hêz û rêkxistinên netewa me li hemû  parçeyan bi cih bibin, û bi taybet le Rojhelata Kurdistanê! Çima Rojhelat?

Jiber: ji aliyekî ve, ew motik û dayika yekemîn Komara gelê me bû û ji aliyê din ve jî, bi dîtina min, rêjîmên Iranê xeraptirîn û dijuartirîn dujminên Kurd û Kurdistanê ne; ew bi zanebûn, pîlan û tanî radeyekî bi bêdengî, dîwaran li ser rêya serxwebûna gelê kurd li her cihê ku lê dijîn, ava dikin!

Hezar Silav li ruhê Qazî Mihemed û hemî șehîdên Komarê û rêya azadî û serbixweyî Kurdistanê!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev