Hesen Îbrahîm: ”Xeca Berlînî”

Hesen Îbrahîm: ”Xeca Berlînî”

Ji Weşanxaneya ”Çapxaneya Serkewtin li Silêmaniyê” berhemeke delal

Sidqî Hirorî

 

Romana Xeca Berlînî penaberan û nakokiyên wan bi civaka nû ra û encamên wê di serhatiya malbatekê da berçav dike.

 

Hêj Reşko di pîçûlkê da bû demê dayika wî di hêrişa firokeyan da hat kuştin û ew du salî bû wextê babê wî şehîd bû. Ew di ciwaniya xwe da dibe şivanê pezên mam û xalan. Ew û dotmama wî Xecê hez ji yekûdu dikin. Paşî Reşko dibe pêşmerge û ji ber mêrxasiya wî navê wî dibe Şêro û Xecê şû pê dike û wan du kiç dibin.

 

Şêro di şerekî da bi dijwarî birîndar dibe û wî ji bo çareseriyê dihinêrin nexweşxaneyekê li Berlînê. Piştî çareseriyê dest lê seqet dibe û li Elmanyayê dibe penaber û Xecê bi kiçan ve ji gundi, ji Kurdistanê diîne cem xwe.

 

Wan li Elmanyayê du kur jî dibin û li gel demî dîtinên wî û jina wî jêk cuda dibin; jin dixwaze ew hînî zimanê wê civakê bibin, bixwînin û kar bikin û ji zarokên xwe ra di xwendin û jiyana wan da alîkar bin û tevlî civaka nû bibin. Lê Şêro wê bi berzebûn û heliyana di nav civaka elmanî da dibîne û naxwaze xwe biguhore û dev ji jiyana xwe ya li ser rahatî berbide.

 

Xecê li ser ya xwe dimîne û wek xwe dike û ew jî çeperê xwe bernade û ev jî dibe egera ku jin û zarok ji wî dûr bikevin. Şêro roj bo rojê xwe bi tenê dibîne û hînî vexwarina meyê bi hevalan ra û derketin û mana li derve dibe. Li dawiyê jin xwe jê dide berdan û soznameyekê pê didin îmzakirin ku ew xwe nêzîkî Xecê û zarokên wê û mala wê neke.

 

Ew pê dizane ku Xecê şû kiriye, keçên wî leşfiroşiyê dikin û kurên wî jî rastî tiryak û arêşeyan bûne. Ew dikeve di navbera pêlên kuştina Xecê û kiçan û xwekuştinê û li dawiyê kiçan peyda nake û Xecê dikuje û xwe jî li zîndanê dikuje.

 

Xwendevan di vê romanê rastî gelek bûyer û serhatî û gengeşeyan dibe û tê da jê razelal dibe ka egera vê hilweşiyana malbatekê û ew qas mirovan çi ye û ka vêkkeftina kulturên jêk cuda çi diîne serê wan. Ketina nav civaka nû, xweguhorîn û xwepêşdebirin û parastina nasnameya xwe ji heliyanê û kartêkirinên kultûra namûsparêziyê û hêj di nava bûyer û axiftinên vê romanê da babetên beloq in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev