LI TRAKYA BI ZAROKEKÎ KURD RE

LI TRAKYA BI ZAROKEKÎ KURD RE

Abdurrahman Benek

 

Li herêma Trakyayê sê bajar hene; Kirklareli, Tekirdax û Edirne. Zêdetir li Tekirdaxê û li temamî Trakyayê gellek Kurd hene. Pirraniyên wan bona şixul çûne wê herêmê û bicih bûne.

Mesela li Tekirdaxê li sûkê, cihekî ku wek bi “Dîrek” tê bilêvkirin heye. Kurdên me yên ku di her karekî de dişixulin, derine ber Dîrek. Çavê wan li hatina karsaza ye. Pirranî di karên rojane de dixebitin.

Derine ber Dîrek, patron tên, hemû li serê patronan dicivin, dikine qîrewîr. Ew dibêje “min bibe” yên din dibêjin “min bibe…” Patron mîna ku zebeşan hilbijêre, karkerên li ber Dîrek hildibijêre û ku çend kes jêra pêwist bin wana digire û dibe.

Kurdên karker û yên bêpîşe û bêsifet, di zûtirê berbangê de, her roja Xwedê, berê xwe didin wî Dîrek’î.

Çûyina ber Dîrek, ji bo karkeran kar û şixulek bidestxistin e. Helbet pir cara destvala dimînin û roja xwe eware derbas dikin.

Bajarekî din yê Trakya jî Edîrne ye. Enez navçeya Edirneyê ye û tam di sînorê Yewnenîstanê de ye. Nufûsa Enezê, ji sisêyan yek Kurd e. Ji bajarên wek Agirî, Qers, Mûş û Îdirê çûne wir.

Çîroka wan Kurdan cuda ye. Di salên 1930an de, piştî serhildana Agiriyê, hukûmeta Tirkiyê

ya wê wextê, hinek Kurdan surgûnî Enezê dike. Di nav wan de Xalit Axa hebûye ku axakî hêzdar bûye û hîn jî nav û dengê wî jibîr nebûye. Xalit Axa, ji ber rewşa dijwar pirr li ber xwe dikeve. Dawîyê ji qehrê nexweş dikeve û canê xwe dide.

Kurdên Trakyayê di warê çand, ziman û kevneşopîyan de di çi rewş û derûnîyên de ne? Em guh bidine Zimanşûjin.

Zimanşûjin li ber otêlê rûniştibû, dendik dixwarin. Zarokek hate cem wî û mîna ku berê hev nas dikin dest bi gotina xwe kir. Helbet bi Tirkî.

“Ev tatîla (betlane) kêrî min hat.”

Çavên wî li dendika bû.

“Tatîl li te hat, ê baş e. Navê te çi ye?”

Zimanşûjin mista xwe tije dendik kir, destê xwe dirêjî lêwik kir û berda mista wî.

“Na na, ez distrêm. Ev kilamek e.”

“Te navê xwe ji min re negot?”

“Batuhan.”

Batuhan neviyê xwediyê otelê bû. Otel jî ya Kurdekî bi navê Osman Beg bû.

“Batuhan, wey mala minê. Çi navekî te heye kuro. Umrê te çiqas e Batuhan?”

“Pênc, ez pênc salî me. Kalê min Osman erebê baş diajo. Tu zanî wî erebeka pirr biha kirî. Min jî li kêleka xwe dike, min digerîne.”

“Batuhan tu Kurmancî zanî?”

Batuhan bi derdê dendikan ketibû. Got:

“Ez bi pîra xwe re Kurmancî diaxivim.”

Heta vira bi Tirkî bû. Îjar Zimanşûjin pirsa xwe bi Kurdî kir:

“Çiqas xweş e, eferim lawo. Ka bibêje navê pîrika te çi ye?”

Fêhm kir. Diyar bû ku li mala xwe bi mezinê xwe re Kurdî diaxivin.

“Pîra min navî xwe Têlî ye. Em dibêjin Têtê.”

Batuhan bi Tirkî bersiv dabû.

“Kuro bi min re Kurdî biaxive. Tu li vira hez dikî?”

Batuhan careke din bi Tirkî bersiv da.

“Erê, ez li vira hez dikim. Ezê salekî din herime dibistanê.”

Zimanşûjin çiqas çû ser Batuhan jî, negihîşte mirazê xwe. Ji devê Batuhan peyvek be jî Kurdî derneket.

Li ber çavan bû ku Batuhan “anlamîş dikir lê nikaribû konişmîş bibe.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev