Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî

Friedrich Engels

Ali Gurdilî 

1- Enerjîzim (energism): Nêrîna ku di dawîya sedsala 19an de, ji aliyê hinek zanistmendên xwezayê yên wekî Ostwald û Manchî ve hatiye parastin. Li gor vê nêrînê, bi tenê fenomen hene û ji hêla danûstandina enerjîyê ve, tu wateya têgihên wekî gewher (essence) û madeyê, tune. Axirî, meriv dikare bibêje ku ev nêrîn temamîya fenomenên xwezayî, bi guherînên ku di enerjîyê de rû didin, rave dike, ku ne xwedîyê hêleke madî ye. tr: enerjizim / fr: energetisme / os: kudret nazariyesi

 

2- Civaka Agahîdar (information society): Modela civakî, a ku zanînîyê (zanayî, bilgi, knowledge) berhem (ber) û çavkanîya herî girîng dibîne ku di vê modela civakî de, beşeke pir mezin a hêza kar (işgücü, labour force) di hunerwerîyê de dixebitin. tr: enformasyon (bilgi) toplumu / fr: société de l’information

 

3- Engels, Friedrich: Ramanwerê hevalê Karl Marx, ku di temamîya imrê xwe de bi Marx re xebitiye û di navbera salên 1820—1895an de, jiyaye. Keda wî, di doktrîna (hînwerî) Marksîst de gelek e. Di warê zanistên xwezayê, pirsgirêka neteweyan, eskerî û danûstandinên navneteweyî de, xebitiye. Berhemên wî yên ku bi Karl Marx re nivîsiye 1- ‘Die Heilige Familie’ (Malbata Pîroz) 2- ‘Die Deutsche Ideologie’ (Îdeolojîya Alman) 3- ‘Manifest der Kommunistischen Partei’ (Manîfestoya Komonîst), in. Berhemên xwe yên ‘Anti-Dühring, Ludwig Feuerbach und der Ausgang der Klassischen Deutschen Philosophie’ (Dawîya Felsefeya Ludwig Feuerbach û Felsefeya Klasîk a Alman) û ‘Dialektik der Natur’ (Dîyalektîka Xwezayê) ne. Hewl daye xwe ku Marksîzmê li ser bingeheke xwezayî û zanistî, berfireh bike. Ji Charles Darwin, gelekî ketumet bûye û gotiye ku rûdana (geşedanî, gelişme, development) civakan, li gor terz û prensîpên tekamulê (evolution, evrim) pêk tê.

 

4- Enkrasia: Têgiha yewnanî a ku Platon û Arîstotales, ji bo hêza dijberê meylên deraqlî yên vîna (îrade, will) mirovî, bikar anine. Bi saya hêza enkrasiayê, meriv yên ku baş û rast in hildibêjêrin û di jiyana xwe de, li gor wan tevdigerin.

 

5- Ens: Di felsefeyê de, heyîn. Heyîna ku wesfên wê gelekî kêm in û nehatiye (yan jî gelekî kêm) destnîşankirin. Wate, ji hêla hebûnê ve heyîn. 2- Di teolojîyê (dînnasî, theology) de, xwedayê ku hebûn û cewhera wî, wekhev e. Li gor vê yekê, di Serdama Navîn de, ji bo heyîna ku hebûna wê girêdayî hêzeke din e, berhem û encama tevgera sedemî a heyîneke din e û hebûna wê ne bivênevê ye re, ‘ens ab alio’ hatiye gotin. Ligel vê yekê ji heyînê ku hebûna wî ne girêdayî heyîneke din e, bi serê xwe heye, bivênevê ye û cewhera wî hebûna wî jî diguncîne re, ‘ens a se’ hatiye gotin. Wate, ji Xwedê re hatiye gotin. ‘Ens a se’ ji qudreta xwe, ji ber xwe ve û xwe bi xwe, bûye hebûn. Hebûna wî herheyî ye, ji çavkanîyeke der nehatiye, heyîneke nîhaî û herî raser e. Lewre cewhera ‘ens a se’ê, hebûn e û hebûna wî jî, cewhera wî ye. Descartes, navê ‘ens perfectissum’ê lê kiriye, ku di wateya heyînê herî gihîştî (kamil, tekûz) de ye. Di Serdama Navîn de, ji bo Xwedê biwêja ‘ens reale’ hatiye bikar anin, ku di wateya heyînê ku ji zêhnê serbixwe ye û rastîn e, de ye. Immanuel Kant jî Xwedê mîna heyînê herî rastîn, heyînê ku xwediyê hemû rastîtîyê ye û temamîya wesfên gihîştî diguncîne, pênase kiriye û jê re gotiye ‘ens realissimum’. Dîsa, di Serdema Navîn de ji bo heyîna Parmanîdesî ku yek ji wan feylesofên girîng yên felsefeya xwezayê a Serdema Pêşîn û damezranerê Dibistana Eleayê bû, gotine ‘ens Parmenideum’. ‘Ens Parmenideum’, ezelî û ebedî (bêdestpêk û bêdawî) ye, naguhor e, nehatiye afirandin, yekîtiyek e û tune nabe. Di vê felsefeyê de, ji bo mirovan jî ‘ens rationis’ hatiye gotin.

 

6- Entelekya: Di felsefeya Arîstotales de, terz yan jî forma xwepêkanîna heyîna ku cewhera wê bi temamî pêk hatiye. Kawerîtiya (xwepêkanîn), dijberê potansiyelîteyê. Arîstotales ji karwerîya (edim, act) ku hê pêk nehatiye, lêbelê di rêya pêkhatinê de ye re, gotiye ‘energeia’ û ji karwerîya ku xwe gihandiye tekûzîyê re, gotiye ‘entelekya’.

 

7- Ronakbîr, Rewşenbîr (intellectual): Di wateyeke kevneşopî de, kesê ku berê xwe daye çalakîya ramanî û hişî (zêhnî). Kesê ku zana, têgihiştî û xwedîyê hêza nirxandin û rexnekirinê ye. Kesê ku di civakê de, xwedîyê mîsyona pêşengîyê ye û pêşengîyê dike. Bi gotina Camusê hebûnparêz ê hevdem, ‘kesê ku hişê (zêhn, mind) wî, çavdêrîyê lê dike.’ tr: entellektüel / fr: intellectuel / os: münevver / al: intellektuell

 

8- Pêşniyarîya-e (e-proposition): Di mantiqa klasîk de, navê ku ji bo pêşniyarîya (proposition, önerme) neyînî a tevbar (tümel, universal) tê gotin. Mînak: ‘Tu mirov, ne bi çar ling in.’

 

9- Ephifenomen (epiphenomenon): Ber, berhem yan jî hêmana (öğe, element) ku talî (duyemînî) ye, hêmana ku di demajoyê de têkarî yan jî keda wî tune. Di demajoyê de rêhevaltiyê bike jî, di domanên din yên heman demajoyê de, ne xwedan rol e. Bi pêhatîyeke (olay, event) din re rû bide yan rêhevaltiya wê pêhatîyê bike jî di çêbûn, qewimîn û pêkhatina wê de, ne xwendan rol e. Ji bo ephifenomenê mînakek baş, meriv dikare bibêje ku xewnen me ne ku di dema xewê de, xewnên me û gelek pêhatîyên norolojîk û bio-kmyasal, bi hev re ne. tr: epifenomen / fr: éphiphénomène / al: begleiterscheinung

 

10- Du Rêzikên Bingehîn yên Epîktetos (Epictetus’ two basic rules): Di felsefeya ehlaqê a Epîktetosê Stoaparêz de, du rêzikên ku bingehîn in: 1- ‘Li derveyî vînê (îrade, will), tiştekî ku baş yan jî xirab e tune û lazim e, em vê yekê bipejirînin.’ 2- ‘Pêhatî, çawa bin û çawa pêk hatibin, lazim e em wan wiha û bi nêrîneke alînegir bipejirînin û nabe ku em wan, beralî bikin.’ tr: epiktetos’un iki temel kuralı / fr: deux regles bases d’Epictete

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev