MERAQA LI BER GÎYOTÎNÊ

MERAQA LI BER GÎYOTÎNÊ

Abdurrahman Benek

 

Kîmyagerê Fransî Lavoisier, li ber gîyotînê bû. Heta çend deqa, wê serê wî ji laşê wî bifirandana lê dîsa jî ji xwendina xwe kêm nedima. Di destê kîmyager de pirtûkek, bi lezûbez çavên xwe li rûpelan digerand. Kêlîya ku gotin, “Lavoisier keremke, dora gîyotînê hate te”, wî, veqetok xiste ber rûpela ku dixwend, mîna ku bîstekî din wê were xwendina xwe dewam bike, pirtûka xwe girt û ber bi gîyotînê ve gav avêtin.

 

Tê gotin ku meraq, mamosteyê zanistê ye. Îro di jîyana me de her alav û edewatekî ku jîyana me hêsantir dike, hemû ji meraqkirinê derketine. Helbet meraq tenê bes nake; xîret, xebat, sebat û jîrekî jî pêwist e.

 

Mirovahî deyndarê ew kesayetên ku temenê xwe di rêya îcad û kifşan de xerc kirine ye. Bi roj û şevan, bi salan û pirranî bi fedakirina umrekî…

 

Ku Marconî radyo îcad nekiribûya, me yê çawa Radyoya Êrîwanê guhdarî bikira. Ku Edîson ampûl îcad nekiribûya, me yê hîn li ber çira gazyaxê Dîwana Melayê Cizîrî bixwenda ku ew jî xêra Gutenberg e. Di sedsala 15. de Gutenberg matbaa îcad kir ku xwendin belav bû.

Û Galileo, Tesla, Arşîmet, Newton, Einstein… Helbet divê mûcîdê gîyotînê Guillotîn jî ji bîr nekin.

 

Dîsa jî tu mûcîd qasî Lavoisier ne meraqdar bûn.

Antoîne-Laurent de Lavoisier, li Parîsê hatîye dinê. Ji malbateke gellekì dewlemend bûye. Di 21 salîya xwe de, bi projeya ronîkirina kolanên Parîsê, xelata Akademîya Zanistî ya Fransayê girtîye. Wî, hîmê kîmyaya modern danîye.

 

Jîrek bûye, xebatkar bû ye û xîret û meraqeke nedîtî li cem hebûye.

1794’ê salê, bi hinceta “dijî şoreşê ye”, digirin û derdixînine pêşberî dadger. Bi mirinê tê cezakirin. Hîn 51 salî ye kîmyagerê navdar. Bi gîyotìnê wê were înfaz kirin.

 

Roj û saeta wî tije dibe û gîyotînê hazir dikin ku serê wî jêkin. Lê di hişê wî de ne mirin, meraqek heye. Gelo ku serê mirov ji laşê wî jê bû şunda, heta demeke kurt be jî, hiş û aqil hîn difikire an na? Lavoisier ev meraq dikir. Hîn ku serê wî li ser mil e, ew vê difikire.

 

Gazî hevalê xwe Lagrange dike. Dibêje, “heval Lagrange, dema ku serê min jê bû û kete zembîlê, tu li çavê min binêre. Ku min du cara çavên xwe ji te re qurç kirin, bizanibe ku hîn hişê min li serê min e.”

 

Gîyotîn serê Lavoisier ji laşê wî vediqetîne. Serê wî dikeve zembîlê. Lagrange bi baldarî li çavê Lavoisier dinêre. Ew du cara çavên xwe ji hevalê xwe re qurç dike.

 

Bi saya wî mirovahî têgihîşt ku serê mirov jêbibe jî, heta demekê hiş û aqlê mirov li serê mirov e.

 

Pirr ne, piştî sal û nîvekê, îtîbara Lavoîsîer îade dikin.

Sed sal şunda, peykerê Antoine-Laûrent de Lavoisier li Parîsê dadiçikînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev