Ji bo nivîskarîyê çi divê?

Ji bo nivîskarîyê çi divê?

Devliken Kelogirî

 

Nivîskar û Xwedê li ser xwedatîyê qayîşê bi hev re dikişînin; 

Xwedê nivîskaran diafirîne, nivîskar jî Xwedayan.

Û Xwedayên nivîskar wan diafirînin, hewl didin textê bin Xwedê hilweşînin…

Lê nivîskarî ne hêsan e, çendî îro ro her ji sê kesan du kes nivîskar bin jî.

 

Ji bo nivîskarîyê çi divê?

 

1-Ziman divê.

Çendî li cem me kurdan ziman ne girîng be jî, her tişt ji zimên dest pê dike.

Bi qasî jîyana hundirê okyanûsekê ya rengîn tu tije û xemilî bî jî, ji bo tu karibî wê jîyanê raxî pêş çavan, ziman divê;

peyv divê, gotin divê, hevok divê, hevoksazî divê, qeydeyên rêzimanî divê.

Û ji bo tu karibî vê tevnê birêsî jî, divê tu bi sosyolojîya zimên zanibî;

her peyvek çîrokeke wê heye; heger tu bi çîroka wê peyvê nizanibî, ew peyv li te germ nabe, herweha nahêle tu jî lê germ bibî.

Ez nabêjim ji bo nivîskarîyê bibin kurdolog û fîlolog, lê hûn jî bi qasî nivîskarên xelkê bi zimanê xwe zanin, zimanê xwe zanibin.

 

2-Zanîn divê.

Zanîn tune be, tu bilbil bî jî, têrê nake.

Ji bo zanînê jî; xwendin divê, guhdarîkirin divê, temaşekirin divê, lêkolîn û lêpirsîn divê…

Divê tu bixwînî, tu lê bikolî, guhên te her vekirîbin, tu guhdarî bikî, çavên te her vekirîbin, tu binerî.

Divê haya te ji edebîyata te jî hebe, ji edebîyata cîhanê jî hebe.

Herweha divê haya te ji nirxên te, divê haya te ji folklora te, divê haya te ji kultur û dîrok û kevneşopî û kelepûra te hebe.

 

3-Vîzyon divê.

Ji bo vîzyoneke baş, divê haya te ji rojev û sîyasetê jî hebe, divê haya te ji edebîyat û felsefeyê jî hebe, divê haya te ji sînema û muzîkê jî hebe, divê haya te ji magazîn û tolazîyê jî hebe, divê haya te ji mîzah û sporê jî hebe.

Civaka tu di nav de dijî?

Axa tu li ser dijî?

Şêx û mela çawa dijîn?

Dîn û serserî çi dikin?

Axa û gundî?

Zana û rîhspî?

Jîyana şivan û gavanan?

Têkilîya pez û dewêr bi çêre û pincar û şênkayîyên vê axê re?

Xweza û însan?

Dar û ber, gul û kulîlk?

Têkilîya gundî û bajarîyan?

Malbatî, mervantî, cîrantî, hevaltî?

Bi kin û kurmancî dînamîkên civakê çi ne, ne çi ne, divê tu zanibî.

Ji bo van hemû dînamîkan xwendin divê, zanîn divê, xwenuhkirin divê û ev hemû jî ji te re. vîzyonekê çêdike.

 

4-Afirînerî divê.

Belkî jî xala herî girîng ev e.

Afirînerî taybetmendîyeke xwedayî ye; yan bi te re heye, yan tune ye;

bi xwendin û nivîsandinê, bi ger û geştê, bi nerîn û guhdarîkirinê bi dest nakeve.

Heger mejîyekî afirîner hebe, kare ji peyvekê çîrokekê, ji çîrokekê roman û senaryoyekê biafirîne.

Kare ji nebûnê hebûnê biafirîne.

 

5-Xeyal û fantezî divê.

Jixwe ji bo tevna xeyal û fantezîyan jî afirînerî divê.

Di kultura kurdan a şevbuhêrkîyê de xeyal û fantezî du dînamîkên taybet bûne.

Bi afirînerîya çîrokbêjan, gundî dibûn rêwî li ser rêya xeyal û fantezîyan û ber bi jîyaneke efsûnî ve ruhê xwe serbest û azad berdidan.

Ya însanên normal û ne normal ji hevdu cuda dike, afirînerî bi xwe ye.

Afirînerî asta herî bilind e di civakê de.

Û kesên afirîner, ne ji rêzê ne.

Afirînerî, dana îlahî ye.

 

6-Azadî divê.

Erê, ziman divê,  zanîn divê, vîzyon divê, afirînerî divê, xeyal û fantezî divê, lê…

Lê ya herî girîng, azadî divê.

Heger nivîskar ne azad be û li gorî dilê kes û kesayetan, desthilat û desthilatîyan, partî û rêxistinan tevbigere û qelema xwe têxe xizmeta wan, ew ziman, ew zanîn, ew vîzyon, ew afirînerî, ew xeyal û fantezî hemû li tûşê diherin û nivîskêr dike zirhîçek.

Loma jî,

divê qelem azad be ku peyv û hevok li ser têla zemên bibezin.

Bi ruhê mirîdîtî nivîskarî qeşmerî ye.

Ji qelemê re sekn û helwest, karakter û kesayet divê.

 

Gotina Dawî

Bila her kes li gorî kapasîte û vîzyona xwe karê jê fêhm dike, bike…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev